25 mars 2018

Li Tirkiyê zanîngehan jî li kurdan yazax dikin



Li Stenbolê li Zanîngeha Bogazîçîyê hin xwendevanên îslamî-faşîst ji bo leşkerên li Efrînê hatine kuştin lokum belav kirine. Hin xwendevanên kurd jî li dij derketine, gotine zanîngeh ne cihê tiştên wiha ye.

Erdogan li ser vê bûyerê gotiye:

”Li Stenbolê li zanîngehekê, ne hewceye ez navê wê bibêjim, hûn fêm dikin. Komunîst û xayin li dijî xwendevanên bi îman derketine, nehîştine ji bo Efrînê lokum were belavkirin. Vana xwendevanên terorîst in. Di heqê van terorîstan da em di her warî da dixebitin. Em eşgalên van terorîstan tespît dikin, emê mafê xwendinê nedin van terorîstan. Çimkî zanîngeh ne ciyê xortên terorîst e, terorîstan perwerde nake. Zanîngeh ciyê xortên dixwazin ji milet û welatê xwe ra xizmetê bikin .”



Ji van gotinên Erdogan jî diyar dibe rejîma AKPê-MHPê dixwaze dewletê ji kurdan paqij bikin, di tu dezgeheke dewletê da kurdan nehêlin. Çawa bi hezaran karkir, mamûr û mamosteyên kurd ji kar derxistin, nuha jî ewê zanîngehan ji kurdan paqij bikin, ewê nehêlin kurd bixweînin jî.


Li gorî medyaya tirk nivîsî ye 17 kes tespît kirine, ewê ji zanîngehê bavêjin û bi îhtîmaleke mezin ewê bavêjin zindanê jî.

Yanî dewleta tirk ji kurdan ra dibêje tenê hûn kanin wek kole himal, wek xulam, wek kole bijîn.

Dibê kurd êdî baş fêm bikin di dewleta tirk da ciyê kurdan tenê wek himal, wek, xulamê tirkan, wek kole û leşkerê dewletê heye, lê wek kurd mafê wî yê jiyanê tuneye.

Piştî van gotinên Erdogan ewê bi hezaran xwendevanên kurd ji zanîngehan bavêjin. Ji xwe berê jî gelek avêtine.

Rejîma îro li Tirkiyêheye rejîmeke irqçî û nazîst e, ji rejîma apartheid gelkî xerabtir e. Dibê kurd êdî ji dinyayê ra bibêjin li Tirkiyê rejîmeke irqçî û apartheid heye û kurd ji ber ku kurd in zulm li wan dibe û ji hemû mafên xwe yên însanê bêpar tên hîştin û marûzî çewisandinên irqçî û faşîst dibin.


Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE