13 februari 2018

HUDAPAR AKPye bi dizî ye



Artêşa tirk ji hewa bi balafirên F-16 yên Amerîkayê, ji erdê bi Leopard 2 yên Almanyayê û bi tankên  M 60 yên Îsraîl Efrînê bombebran û topbaran dike. 

Lê li gorî Hudaparê Tirkiye dîsa jî li Efrînê li hemberî kafiran û Amerîkayê şer dike.

Tirkiya ev 25 roj in bi balafirên Amerîkayê û Îsraîlê li Efrînê û gundên wê agir bi ser serê xelkê siwîl da dibarîne, lê li gorî Hudaparê Tirkiye ne zalim e, ne neheq e, kurdên marûzî êrîşê bûne, YPG neheq û ”kafir” e.

Dema dinya sakîn, kês û fês bû Hudaparê bi hin demagojiyan ruyê xwe yê rastîn vedişart, lê êrîşa Tirkiyê ser Efrînê maskeya Hudaparê xist, derket ortê tu ferqa wê AKPê tuneye, ew hîn Hizbulaha berê ye, destikê dewletê yê di nava kurdan da ye.




XXX


Tirkiye cahşên gundan (cerdevan,korîcî) û kesên feqîr û hejar bi pera top dike û dişîne Efrînê. Dibê kurd haya medya dinyayê miheqeq bigihînin vê plana Tirkiyê.

Kurdekî ji Hezexê di bin nivîseke min da gotiye Tirkiye li Mêrdînê, Midyadê û hin gundên Hezexê pera li milet belav dike ji bo biçin Efrînê şerê kurdan bikin. Kurdê bi navê Mem Dogla wiha nivîsî ye:

” Mamoste mixabin kurd kurmê darê ye. Niha li Midyada Mêrdînê û hin gundên Hezexê yên weke Xirabêripin, Memolan, Evdika û li hin gundên din hikûmeta tirka serê şexs 10 hezar lîre dide wan kesên ku herin li Efrînê şer bikin. Ji van gundên ku min navên wan behs kirî gelek kesan navê xwe nivîsîne û xwe bi 10 hezar lîre firotine. Xemgînim, xemgînim.”

Ji bo ku meselê baş tekîd bikm min got:
Zinarê Xamo Tu baş zanî wiha ye?
Ev xebereke pir cidî ye. Ezê li ser binivîsim.

Mem Dogala di bersîva xwe da wiha got:
-Mem Dogala:
" Belê mamoste, min telefonî dayika xwe kir ewê bi girî ev bo min got. Bi sedan kesa xwe ji bo xwefirotinê nivîsîne û ketine dora ku herin birayên xwe bikujin."

Dibê partiyên kurd, hêz kurd, kadir û şexsiyetên kurd yên li Ewrûpa û li welatên din vê plana Tirkiyê ya qirkirina kurdan bi hev, kirîna kesên feqîr û nezan ji bo cînayetên xwe li dinyayê belav bikin, haya medyaya dinyayê pêxin û meselê bibin Neteweyên Yekbûyî. 

Tiştê tirkiye dike sûcekî mezin e. Gerek kurd medya cîhanê ji viya agahdar bikin.

Bi qasî medya tirk dinivîse cerdevanên/cahşên gundan jî dişînin ser Efrînê.

XXX


Tirkiye bi êrîşa ser Efrînê dixwaze demografîya Efrînê û heta ya hemû Kurdistana Rojaava biguherîne.

Û heger li Sûriyê bi ser ket, dû ra ewê berê xwe bide Kurdistana Başûr, îcar bela xwe di wan bide.

Ji bo guhertina demografiya Efrînê û ya hemû Kurdistana Rojava, yanî ji bo kurdan ji Efrînê derxe û ereban lê bi cî bike, Tirkiye li hemberî şervanên kurd û gelê Efrînê hemû sîlehên giran bi kar tîne. 

Av û jêrxaneya Efrînê xera dike û hedefên siwîl bombebaran dike ji bo ku xelk Efrînê biterikîne.

Ev sûcekî li dijî însaniyetê ye. Dibê ev yek ji tirkan ra nemîne.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE