12 februari 2018

Berpirsiyarên sendîqa mamûran bi kincên leşkerî cinivîn çêkirin

Foro ji rojnameya Bursa Hakimiyetê hatiye gertin

Preskonfrensa sendîqa Kamu-Senê bi kincên leşekerî

Berpirsiyarên Sendîka Kamu-Senê (Sendîqa karkirên dewletê, Confederation of Civil Servants Trade Union of Turkey) şaxê Bursayê bi kincên leşkerî civîneke çapemeniyê çêkirine û gotine ew û 400 hezar endamên xwe bi ruh û can bi artêşa xwe ra ne. 

Serokê Kamu-Sena Bursayê Selçuk Türkoglu di civînê da gotiye:

”Em her yek Mihemedek in, eskerek in. Em têra hemû xayinan û hemû cîhanê dikin. Wek Kamu-Sena Tirk em bi 400 hezar endamên xwe, bi duayên xwe, bi ruhê xwe, bi hemû muqedesata xwe bi eskerên xwe ra ne.”

Bi baweriya min ne 400 hezar endamên Kamu-Senê tenê, heger Erdogan fermanê bide, sibe ewê 50 milyon tirk wek gurên har bigrin ser Efrînî û hemû kurdan, bi zarokên di pêçekan da bikujin, wan wek goştê berxan bibrêjin û xwîna wan jî wek ava gula vexwin. 

Tirk hazir in viya bikin. Û em zanin berê jî kirine…
Di telewîzyonên tirk da kîn û nefreta li hemberî kurdan tê belavkirin, neyartiya tê kirin ne ji xêrê ra ye, destpêka tahlûkeyeke pir mezin e.

Pereskonferansa bi kincên leşkerî û bi vê retorîka mişt kîn û nefreta li hemberî kurdan ne karê aqil e, civat dîn bûye, har bûye. Li Tirkiyê jiyana kurdan di bin xetereke pir mezin daye.
Tiştê 100 sal berê anîn serê ermenîyan dikin bînin serê kurdan jî, zemîna wê hazir dikin.

XXX

Tiştê, xebera îro ez wek zarokekî birçî be û dîya wî şîr(pêsîrê) bidê kêfxweş kirim gihîştina heyeta Parlamentoya Kurdistanê Efrînê û axaftina hin parlamenterên heyetê li Efrînê kirin.

Vê serdana tarîxî û gava netewî wek ez dilşa kirim, ez bawer dikim gelê Efrînê û qehremanên ev 25 roj in wê diparêzin jî kêfxweş kir û moralekî mezin da wan.

Li Tirkiyê bêyî HDP, çawa hemû partî û hêzên tirk, miletê tirk li hemberî kurdan bûne yek, him jî li ser bigeheke neheq, dibê kurd jî,hemû hêz û partiyên kurd jî di zûtirîn wextê da xwe bidin ser hev û yekîtiya xwe çêkin.
Hemû endamên heteyê bi hurmet sialv dikim...

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE