14 januari 2018

Erdogan dixwaze kurd di nava hefteyekê da Efrînê vala bikin û xwe teslîmî Tirkiyê bikin


Erdogan îro got: heger Efrîn heta hefteyekê teslîm nebe ewê Efrînê bi ser serê efrîniyan da bihedimînin

Em kurd li belayeke wer rast hatine ne bi rev tê û ne jî bi kuştin. Tirk bûne mukir û ketine deriyê me, bûne qîr, bûne donê berêz û di me geriyane…

Serokê Tirkiyê Erdogan îro pir vekirî û bi rengekî cidî Efrîn bi îşxalê tehdît kiriye û gotiye heger ”terorîst” teslîm nebin, emê heta hefteyekê Efrînê dagir bikin.

Mêrik eynî wiha gotiye:

”Em miletekî zanin ji tarîxa xwe dersê bigrin. Seranserê sînorên xwe em siyaseteke akîf dimeşînin. Bi Mertalê Ferêt me qorîdora terorê wek meriv bi kêrê bibire birrî û avêt wira. Bi operasyona Îdlibê em baskê vê qorîdorê yê rojava hildiweşînin. Heger li Efrînê terorîst teslîm nebin emê wira bi ser serê wan da bihedimînin. Heta yek terorîst nemîne em micadela xwe bidomînin. Heta hefteyekê ewê bibînin em çi dikin.”

Bi van gotinan Erdogan ji gelê Efrînê ra dibêje malên xwe, gundên xwe terk bikin û teslîmî me bibin.
Li tu dera dinyayê numûneyeke din ya zorbatî û çavsoriyeke wiha nehatiye dîtin.

Li ciyê rehetiyê, bêyî kurd ji Efrînê xîçekî jî bavêjin ji ”Tirkiyê” da mêrik dibêje gerek kurd Efrînê vala bikin û teslîmî me bibin.

Çima efrînî ewê teslîm bibin, çima ewê gund û bajarên xwe vala bikin?

Qet, tu sebebeke vê gefa Erdogan jî tuneye, efrîniyan bi qasî serê derziyê jî zirar nedane Tirkiyê.
Lê ji bo Erdogan ferq nake. Ew dibêje kurd wek milet neyarên me ne û li weletekî din be jî emê nehêlin ji bindestiyê xelas bibin.

Sebebê vê îlanî herba Erdogan ev e, dibêje gerek kurd li du dereke dinyayê nebin xwedî maf û desthilat.

Ev gotinên Erdogan îlana şerekî mezin e û dibê kurd tedbîrîn xwe bigrin û heger bi rastî êrîş kirin welatê xwe, gund û bajarên xwe biparêzin. Dibê PYD van gotinên Erdogan bi Amerîkayê ra bi lez minaqaşe bikin û ji Amerîkayê alîkariyê bixwazin.

Wekî din tu rê tuneye. Dibê kurd wek li hemberî Daîşê xwe parastin, li hemberî êrîşên Tirkiyê jî xwe biparêzin….

XXX

Amerîka gefên Tirkiyê zêde cidî nagire lê belê Erdogan îro dîsa got heger Efrîn teslîm nebe heta hefteyekê emê nîşanî wan bidin em çi dikin.

Berdevkê Wezareta Parastinê yê Emerîka Erîc Pahon, li ser gefên Tirkiyê yên îşxala Efrînê du roj berê di beyaneke xwe da got, hêzên kurd jî di nav da ew bawer nakin li Sûriyê li hemberî mitefîkên wan tu tehdît hebe.

Pahon wiha dibêje lê belê Mevlut Çvuşoglu sê roj berê got ew kanin ji nişka ve têkevin Efrînê.
Erdogan îro te hîn jî pêş da çû û got, heger terorîstên Efrînê h teslîm nebin heta hefteyekê ewê êrîşî Efrînê bikin û Efrînê bi ser serê wan da bihedimînin.

Li hemberî bibîrxistina van gefên Tirkiyê, Eric Pahon gotiye, ”Ji ber ku senaryoyên bi vî rengî nuha tehdîdê teşkîl nakin, lema jî ez naxwazim tu speklasyonan bikim. Lê belê em xwedîyê wê kapasîteyê ne him kanin xwe û him jî hêzên mitefikên xwe biparêzin.”

Ev gotinên berdevkê Wezareta Parastina Emerîkayê Eric Pahon, heger derewa nake, tê wê maneyê gava Tirkiye êrîşî Efrînê û YPGê bike, Amerîka ewê YPGê biparêze.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE