12 november 2017

Welatê şair û nivîskar û serokan

Kurdistana Rojava mûristana şair, nivîskar û serokan
Do li Qamişlo Mihrîcana (fistîvala) Hebesta Kurdî ya 22 yemîn ji alî Yekîtiya Helbestvanên Kurd ve hat çêkirin.
Ji Hesekê, Dirbêsiyê, Qamişlo, Amûdê, Dêrika Hemko û Tirbespiyê 40 helbestvan beşdarî mihrîcanê bûn.
Ne yek û dudu, tam 40 şair beşdar bûne !
Jimareke pir e lê ji kurdên binxetê, kurdên Kurdistana Rojava ra ne tiştek e, çend kesên hejar, feqîr û belangaz û jin(pîrek) ne tê da, her kurdê rojava ya şair û nivîskar e ya jî xwedî partiyeke siyasî ye.
Lema jî 40 şair ji wan ra ne tiştek e.
Çimkî kî çend gotinên bêmane li dû hev rêz bike navê şaîriyê li xwe dike.
Bi sedan şair jî beşdarî mihrîcanê nebûne, nikanîbûne beşdar bibin.
Heger yên li Ewrûpa û li derên din jî tevê bibûna jimar ewê derketa sedan, belkî jî hezaran…
Kurdistana Roaja mûristana şair, nivîskar û serokan e…
Xwedê jimara wan zêde bike…

XXX
Bîstek berê min diyariya(xelata)jiyana xwe ya pêşî, ”Diyariya xwe ya Bavan” girt.
Jag har fått mitt livs första fars dag present idag. Det var roligt och stor överaskning.
Diyar e piştî vî umrî ezê hîn gelek tiştên ne di hesêb da bibînim.
Meriv nizane çi li pêşiya meriv e…
Min tu carî guh nedaye vê adeta emerîkî.
Lema jî heta nuha zarokên min di vê rojê da(Fathers Day) tu carî diyarî nedane min.
Lê îro lawikê me yê biçûk û diya xwe bi diyariyên xwe ez kêfxweş û matmayî hîştim.
Spas ji xanimê û ji Rojen ra.
Jag har fått mitt livs första fars dag present idag. Det var roligt och stor överaskning.
Jag tackar min son Rojen och min fru för de fina presenterna.

XXX


Xwê, hingiv û şekir ji du xurekên tu carî xera nabin.
Lê şîr, mast, penêr, hêk û goşt xurekên, qûtên, zadên zû xera dibin.
Hin însan wek hingiv şekir û xwê ne, tu carî xera nabin û hin însan jî wek hêka, goşt, şîr û mast in, zû xera û genî dibin... 

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE