21 juni 2017

Ma kurdên hevalên dijmin çima hewqasî pir in ?

Dewleta tirk zulmeke nedîtî li me kurdan dike.
Hebûna me, zimanê me qebûl nake.
Nahêle zarokên me jî wek zarokên tirk bi zimanê dê û bavê xwe bixwînin.
Li tirkiyê di qanûnan da ne navê me heye û ne jî mafekî me yê herî biçûk heye.
Li mekteban tirkî bi zorê fêrî me dikin.
Bi darê zorê me dibin eskeriyê.
Li eskeriyê kurdan bi kurdan, birê bi birê, xalê bi xarziyê, apê bi biraziyê, pismêm bi pismêm didin kuştin.
Di cuzdanê me da ne kurd, tirk dinivîsin, me dikin tirk.
Ala me li me yazax kirine.
Navê welatê me li me yasax kirine.
Belediyên kurdan ji kurdan distînin.
Serokên belediyan dixin zinadanan.
Parlamenteran ji meclîsê davêjin, bi kortika hustiyên wan digrin dixin hefsan.
Gund û bajarên me bi tank, top û rakëtan wêran dikin.
Nahêlin siyasetmedarên me, fikrên xwe, du gotinan bibêjin, polîs şev nîvê şevan digrin ser malên wan û bi salan dizindanan da dirizînin.
Li Kurdistanê di zarokxaneyan da kurdî li zarokên kurd yasax dikin, nahêlin zarokên kurd zimanê dayika xwe fêr bibin.
Welatê me bi mayinan, bi têlan, bi dîwarên bilin perçe kirine, nahêlin kurd, malbatên merivên hev, hev û du bibînin.
Gund perçe kirin, malbat perçe kirine.
Meriv kane lîsteya vê zulmê gelkî dirêjtir bike.
Çimkî hebûna me qebûl nakin, dibêjin li Tirkiyê û Kurdistanê ”yek milet heye”, ew jî miletê tirk e. Û gerek em jî viya qebûl bikin...
Hemû kurd di bin vê zulma irqçî û faşîst da ne.
Lê dîsa jî bi milyonan kurd hevalê vê dewletê û vê rejîma nazîst û antî-kurd in.
Dîsa jî bi milyonan kurd rayên xwe didin AKPê, MHPê, CHPê û partiyên tirk yên din.
Bi milyonan însan çawa kanin hewqasî bêxîret bin û bibin heval û aşiqê celadê xwe ez qet fêm nakim !
Her kes nikane li hemberî dijmin serî hilde, ez viya fêm dikim. Lê meriv nabe hevalê dewleta hewqas zulm li meriv û li gelê meriv dike...
Welhasilî kelam min fêm nekir kurdên hevalên dijmin çima hewqasî pir in?



Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE