08 juni 2017

Li gorî meleyên tirk bi destê dergîstiya xwe girtin heram e

Bi munasebeta meha remezanê piraniya telewîzyonên tirk programên dînî diweşînin, tu bala xwe didî kîjan kanalê li ser ”çi heram e, çi helal e ?”, milet diperse û mele û profesorên îslamî jî bersîvê û fetwayê didein.
Li mal em li telewîzyonên tirkî temaşe nakin, ev çend sal in min dev jê berda ye.
Ji xwe li mal bêyî min kes bi tirkî nizane.
Ez jî carnan di netê da bala xwe didim hin kanalan.
Heger minaqaşeyeke balkêş hebe piçekî bala xwe didimê.
Lê êdî tiştê meriv lê temaşe bike hema hema nemaye, hemû programên minaqaşeyan li ser neyartiya kurdan in, li ku derê faşîstek, neyarekî kurdan hebe tînin ba hev û didin peyivandin. Wek kurd guhdarîkirina li wan pir zor e.
Lê nuha programên dînî di rewajê da ne.
Tirk telefon dikin, pirsên pir ecêb dipirsin û Xwedê heye, mele û profesorên îslamî jî bersîvên pir xweş din.
Rojnamevanekî ji van pirs û bersîvan çend numûne belav kiriye, ez wan pêşkêşî we dikim:

 -Ma ez û dergîstiya xwe kanin bi destên hev bigrin?
-Na, heram e.
-Ma ez kanim bilêta Mîllî Pîyangoyê bikirim?
-Na, bilêt heram e.
-Ma ez kanim bibim endamê komeleyek femenîst?
-Na, heram e.
-Ma mêr/peya kane guhar têxe guhê xwe?
-Na, guhar ji peya ra heram e.
-Ma ez kanim li malê kûçik xwedî bikim?
-Na, heram e.
-Ma ez kanim dara Noelê bixemilînim û li mala xwe deynim?
-Na, heram e.
-Ma ez kanim mîdye bixwim?
-Na, mîdye heram e.
-Ma ez kanim xwe bideqînim?
-Na, deqandin heram e.
-Porê min weşiya ye, ma ez kanim por biçînim?
-Na, heram e.
Ma ez kanim pantorê tayt/teng li xwe kim?
-Na, heram e.
-Ma ez kanim bi hevalê xwe ra tawlayê bilîzim ?
-Na, heram e.
--Ma ez kanim bi yekî ra şert bigrim?
-Na, şertgirtin heram e.
-Ma ez kanim di dawetê da govendê bigrim?
-Na, govend, reqs heram e.
-Ma ez kanim kespikê bi xwe vekim?
-Na, kespik heram e.
-Porê min û riya min spî bûye. Ma ez kanim porê xwe û riya xwe boya bikim?
-Na, boyaxkirina por û riyê heram e.
-Ma peya kane xişir, zêr bi xwe ve ke?
-Na, nabe peya zêr bi xwe ve ke, heram e.
-Ma ez bi perê heram, bi perê rişwet û bertîlan kanim herim hecê û bibim hecî?
-Erê, helal e. Ew tiştekî di nabêna te û Xwedê da ye.
-Ma dibe meriv bi perê diziyê, xumarê, fuhûşê, narkotîkayê mizgeftê bide çêkrin û li wê mizgeftê nimêjê dibe ya na?
-Belê, caîz e.
Ê çaxa mele û profesorên îslamê ev mal û ev bêexlaq bin, fetwa wan ev be, bêguman milet jî ewê guh bide waz û fetwayên wan û diziyê, rişwetê, fuhûşê normal bibînin û bi perê diziyê û fuhûşê û narkotîkayê mizgeftan ava bikin…



Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE