14 mars 2017

Xebatên Ziya Avcî şayanî her teqdîrê ye

Nabêna mala me û kekê Ziya Avcî bi trênê teqrîben 15-20 deqîqe ye. Lê em qet hevûdu nabînin.
Swêd wiha ye, dema meriv li hev negere û neçe taxa(semta) hev, belkî bi salan jî meriv rastî hev neyê.
Ji bo meriv hevdu bibîne dibê meriv li hev bigre, bixwaze hevûdu bibîne. Û em herdu serî jî cangiraniyê dikin.
Du roj berê min telefonî wî kir û min got heyran were carê em hevûdu bibînin, bi hev ra qahwak tahl vexwin û bîstekê sohbet bikin. Ji zû da ye me hevûdu nedîtiye…
Bi telefona min kêfxweş bû, got weleh tu rast dibêjî.
Ez dirêj nekim, me do li taxa Liljeholmen li qahwexaneyekê hevûdu dît û me sohbeteke germ û xweş kir. Bi kurtî ji min ra qala xebtên xwe kir, qala berhemên werdigerîne kir.
Devê min ji hev çû, çawa kane hewqasî pruduktîv be min fêm nekir. Min tenê teqdîr kir.
Camêr mala wî ava be destvala jî nehatibû, kitêba Serhildana Şêx Ubeydullahê Nehrî jî di destê xwe da ji min ra anîbû. Ji min ra îmze kir.
Ez pir kêfxweş bûm.
Şêx Ubeydullahê Nehrî û serîhildana wî gelkî muhîm e, serîhildana pêşî ya ji bo Kurdistaneke serbixwe. Helbet berî Şêx Ubeydullah jî gelek serîhildanên kurdn çêbûne. Lê belê tu serîhildaneke kurdan ya berî wî, wek ya Şêx Ubeydulahê Nehrî vekirî Kurdistaneke serbixwe ji xwe ra nekiriye hedef. Şêx Ubeydullah bi xwe dibêje ”armanca min ew e ez Kurdistaneke serbixwe damezirînim.”
Erê Ziya Avcî ew jî wek min teqwit bûye, lê belê ji xortekî aktîftir e.
Ew wek gelek kesên din, kalên din wexta xwe li malê li ber telewîzyonê bi temaşekrina fîlm û programên tirkan derbas nake.
Camêr wek mûriyan(gêrikan) dixebite.
Heta nuha gelek berhemên hêja ji soranî ya wergerandiye ya jî transkrîbeyî(ji herfên erebî soranî kiriye herfên latînî kurmancî) kurmancî kiriye.
Bi xêra vê xebat wî ya salan ya li ser tarîxa kurd û Kurdistanê û bîranîn hin şexsiyetên muhîm, gelek berhemên bi soranî bûn kurmancî  û gihîştin ber destên xwendevanên kurd yên kurmanc.
Hin kes di reqlama xwe da pir hosta ne, Ziya Avcî ne kesekî wiha ye, pir dixebite, merivekî pir pruduktîv(berhemdar)e, lê qet reqlama xwe nake. Lema jî haya kesî zêde ji xebatên wî nbe.
 Ez bawer dikim umrê wî di ser 70î ra heye, lê maşala dîsa jî kane rojê 8-10 saetan bixwîne, binivîse û wergerîne.
Ez vê xebata wî pir teqdîr dikim.
Lema jî min bi zor lîsteyek çend kitêbên wergerandine jê girt.
Ez li jêr vê lîsteyê bi we ra jî parve dikim.
Wek hûn jî dibînin Ziya Avcî 23 berhemên pir hêja li kitêbxaneya kurdî-kurmancî zêde kiriye.
Û hemû jî berhemên pir hêja û muhîm in.
Lê wergerên wî  tenê ne ev in, ji min ra qal kir, hîn gelek tiştên li ber çapê jî hene. Ji ber hîn çap nebûne navê wan nenivîsandiye.
Ji bo van xebtên wî yê hêja ez çiqasî spasî kekê Ziya Avcî bikim bi rastî hindik e.
Dixwazim bi vê nivîsa kin spasiya xwe pêşkêşî wî bikim û bibêjim hezar carî mala te ava be.
Ziya Avcî merivekî bi xîret e, çi ji destê wî tê wi ya dike.
Xwezî her kurd wek wî bi xîret û fedekar bûya û bi mesûliyeta ferdeê miletekî bindest herekt bikira.
Hêvî dikim siheta wî xera nebe û gelek berhemên din li kitêbxaneya kurdî  zêde bike.
Çimkî bi soranî li ser dîrok, edebiyat û serîhildanên kurdan gelek berhemên hêja hene.
Çend numûne ji kitêbên Ziya Avcî ji soranî kirine kurmancî:

- Şerefname, Tarîxa Qedîm a Kurdistanê: Mîr Şeref Xanê Bedlîsî
- Tabloyên Şerefnameyê Yên Minyatûr: Ebdulreqîb Yusif
- Şairên Klasîk Yên Kurd (Dîwana Kurmancî): Ebdulreqîb Yusif
- Kurdistan û Kurd: Ebdurrehman Qasimlo
- Di Rêya Azadîyê de Çil Sal Xebat: Ebdurrehman Qasimlo
- Komara Kurdistanê: Kerîmê Husamî
- Çend Rûpel Ji Dîroka Gelê Kurd C.I, C.II: Dr. Kemal Ehmed Mezher
- Kurd û Kurdistan Di Belgeyên Nehênî Yên Brîtanyayê de: Dr. Kemal Ehmed Mezher
- Dîroka Kurd û Kurdistanê. M. Emîn Zekî
- Simko (Îsmaîl Axayê Şikakî): Mehmed Resûl Hawar
- Serhildana Şêx Ubeydallahê Nêhrî Di Belgeyên Qaçarî de : Mihemed Baqî
- Adet û Rusûnatmeyên Ekradîye: Mele Mehmûdê Bazîdî
- Çil Hikayet: Mele Mehmûdê Bazîdî
- Jana Gel: Îbrahîm Ehmed
- Pêşmerge: Rehîmê Qazî
- Koka Kurdan a Etnîkî: Vilchevisky
- Kurdistan û Prosesa Îslamkirina Kurdan: Şivan Osman Mistefa
- Yadaşt: Refîq Hilmî
- Ebdurehîm Rehmî Hekarî: Ferhad Pîrbal
- Li Pişt Derîyên Daxistî (Bîranîn-Belge): Arêz Ebdulla
- Mele Mistefa Barzanî Di Belgeyên Sovyetê de: Efrasyab Hewramî
- Di Dawîya sedsala 19an û Destpêka Sedsala 20an de Jiyana Siyasî û Rewşenbîrî Ya Kurdan: Celîle Celîl
- Bîranîn û Şahidîya Hinek Bûyeran: Ziya Avci




Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE