17 september 2016

Dîroka Kurdistanê di çapemeniya swêdî da

Ji Rohat Alakom, kitêbeke din ya hêja ”Dîroka Kurdistanê Di Çapemeniya Swêdî da”
Nivîskar û lêkolînerê hêja Rohat Alakom, îro li Stockholmê li Kitêbxaneya Kurdî kitêba xwe ya dawî ya bi navê ”Dîroka Kurdistanê di çapemeniya Swêdî da” da nasîn.
Rohat Alakom, di danasîna xwe ya kin da li ser naveroka kitêba xwe agahiyên gelkî hêja da, qala lêkolîn û lêgerîna xwe ya salan kir.
Alakom, wek hemû berhemên xwe yên din, di vê berhema xwe da jî dîsa dest avêtiye dîroka kurd û Kurdistanê ya di çapeniya Swêdî da.
Mijareke pir balkêş e. Bi saya vê lokolîna Alakom, meriv fêr dibe di sedsala 19 û 20a da çapemeniyê li ser kurdan çi nivîsîne qala kîjan tiştan kirine.
Gelekên van bûyeran haya me kurdan qet jê tuneye. Bi xêra vê lêkolîna Alakom meriv fêrî gelek tişt û bûyerên nuh û muhîm dibe.
Di nabêna sedsala 19 û bîstan da di çapemeniya Swêdî da li ser kurdan û Kurdistanê çi hatiye nivîsîn, bi çi hawî qala kurdan kirine, li ser kurdan kîjan risim û karîkator hetine weşandin, Alakom yek bi yek bi rengekî kronolojîk girtiye berhama xwe û raxistiye ber çavên xwendevan.
Xwezî kurdên din jî li her welatekî Ewrûpa lêkolînên wiha bikirana.
Bi xebetên wiha, meriv him têkiliyên kurdan û biyaniyan û agahadariyên neyarên me li ser me belav kirine û him jî tarîxa xwe fêr dibe.
Gava meriv li kesên wek Rohat Alakom guhdarî dike, meriv bi nezanî û rebeniya xwe dihese, meriv dibîne ku bindestiyê kurd çawa kirine xerîbên dîroka xwe.
Partiyên me yên siyasî ji dêlî ku giraniyê bidin dîroka kurd û Kurdistanê û bi endam û bi mirevên xwe bidin fêrkirin, Marksîzm-Lenînîzm, Maoîzm didan fêrkirin, wexta xortan bi çîrokên Lenîn, Stalîn û Mao diborandin, serê wan bi van îdeolojiyên bêfeyde dişuştin.
Ji dêlî ku em bav û kalên xwe, pêşiyên xwe, serîhildanên xwe nas bikin û fêr bibin, bibin xwedî zanîn û şiûrekî netewî, me dîrok û serpêhatiyên Marks, Engels, Lenîn, Stalîn, Mao û mucadela wan dixwend û ezber dikir, wexta xwe bi van îdeolojiyan dikuşt.
Meriv dibêje wisa nebûya, xwezî aqilê me yê îro 30, 40 sal berê jî bi meriv ra hebûya.
Ji ber ku min kitêb nexwen diye ez nikanim qala naveroka wê bikim . Lê ji naveroka kitêbê meriv dibîne Alakom di xebet û lêkolîna xwe ya nabêna salên 1835-1925a da rastî gelek tiştên muhîm hatine.
Lema jî mala Rohat Alakom ava be, bi vê berhema xwe ya hêja ji dîroka kurd û Kurdistanê ra xebateke giranbuha kiriye û li ser gelek malûmatên hêja rawestiya ye.
Di vê nabênê da dibê ez spasî Alî Çîftçî, xwediyê weşanxaneya Apecê jî bikim. Ew jî bi weşandina kitêbên wiha ji bo kurd û Kurdistanê xizmeteke mezin dike. Spas ji bo APECê jî.
Di civînê da surpîzeke din ya xweş, şairê bi nav û deng Mueyed Teyip, ji min ra dîwana xwe ya bi navê ”Ne ba min siwar dike, ne ax min peya dike” îmze kiriye û şandiye.
Ez pir kêfxweş bûm. Di rojên pêş da ezê bi kêf û zewqeke mezin bixwînim.
Gelek spas ji bo vê diyariya hêja û gelek spas ji bo Îsmaîl Nacî Ozturk ku ev diyarî gîhand min.
Mala herduyan jî ava be…

Inga kommentarer: