27 juli 2015

Erdogan zorê nebîne dev ji êrîşan bernade

Erdogan bi rehetî, bi recê dev ji êrîşan bernade, dibê zorê bibîne.
Ev sê roj in artêşa tirk li herêma Kobanê û Girê Spî mewziyên YPGê, YPJê, Burkan El Firat û Artêşa Sûrî ya Azad, (ASA,bi tirkî ÖSO) topbaran dike.
Diyar e klîka Erdogan-Davutoglu netîceya bi Dîşê bi dest nexistin, dixwazin rastrast bi artêşa xwe bi dest xin. Îcar jî dixwazin li gel Daîşê vê riyê jî biceribînin.
Alîkariya heta nuha di bin ra, bi dizî bi Daîşê ra dikirin, bi van êrêşan eşkere kirin, êdî ne bi dizî, eşkere diherin gazî û hawara Daîşê.
Yanî dixwazin îcar bi artêşa xwe midxaleyî kantonên kurdan bikin û wan ji ortê rakin. Ji ber ku derdê Erdogan dibê kurdên Sûriyê jî wek kurdên Îraqê li Sûriyê nebin xwedî statuyeke siyasî, otonomî ya jî federasyon.
Ew dixwazin rê li ber vê yekê bigrin. Bi Daîşê negihîştin vê armanca xwe. Îcar dixwazin rasterast artêşa xwe biceribînin.
Serfermandarê kantona Kobanê di beyana xwe dibêje, ji 24ê mehê û virda ye artêşa tirk ji dêlî ku li Daîşê bide, mewziyên YPGê, YPJê, Burkan El Firat û Artêşa Sûrî ya Azad, (bi tirkî ÖSO) topbaran dike.
Li gorî beyana serfermandariya kantona Kobanê, di topbarana 24ê mehê da 4 şervanên ASA û çend gundî birîndar bûn. Di 25ê mehê da dîsa bi şev 7 top avêtine gundê Kobanê Zormixar.
Do bi şev saet li dora 23.00 li rojhilatê Kobanê dîsa wasiteyeke YPGê gulebaran kirine.
Yanî bi kurtî şerê li hemberî Daîşê vir e, xapandina bîrûraya giştî ye, klîka Erdogan-Davutoglu emrê şerê li hemberî kurdan dane û şer di 24ê mehê da dest pê kiriye.
Artêşa tirk di eynî rojê da li Kurdistana başûr wargehên PKKê jî bi balafirên şer bombebaran kir.
Û li hundur welêt jî dîsa dest bi girtin û operasyonên berfireh kirin. Rojê çend sed kurd digrin.
Yanî hukûmeta AKPê ya ne meşrû, serokwezîr û wezîrên ne mesrû zorba li hemberî miletê kurd şerekî berfireh dane destpêkirin. Daîş, filan û bîvan hemû derew e, maskeya şerê li hemberî kurda ye.
Bi qasî ku xuya ye heta ku AKP û Erdogan dishilatdar bin ewê li hersê beşên Kurdistanê jî şerê kurdan bikin û tu carî rehetiyê nedin kurdan.
Di vî şerê li hemberî miletê kurda da hukûmeta AKPê ne bi tenê ye, MHP û zabit û generalên ergenekoncî jî hene. Bi gotineke din Erdogan li Tirkiyê hemû hêzên nîjadperest, faşîst û antî kurd jî dane kêleka xwe û bi hev ra li hersê perçên Kurdistanê êrîşî kurdan û mewziyên kurdan dikin.
Li hemberî van êrîşan tiştê em bikin liberxwedan û xurtkirina yekîtiya nava xwe ye.
Erdogan bi rehetî, bi recê dev ji êrîşên ser kurdan bernade, heta kanibe ewê dom bike, dibê zorê bibîne...
Li alî din dibê PYD û PKK û hêzên kurd yên din van êrîşên Tirkiyê di nezda Emerîka û Yekîtiya Ewrûpayê da protesto bikin. Ji ber ku êrîşkirina ser kurdan di praktîkê da piştgiriya Daîşê ye. Dibê meriv vê yekê derxe pêş.



Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE