09 juni 2015

Tifaq hebe AKP ji Kurdistanê rehet tê paqijkirin



Heger kurd di hilbijartineke din da bi cepheyeke netewî têkevin hilbijartinan û li her bajarî merivên tên hezkirin û di nava civatê da xwedî giranî ne bikin namzet dikanin hemû Kurdistanê ji destê dijmin bigrin.
Min berê jî çend caran bal kişand ser vê meselê. Yanî bi riya hilbijartinên demokratîk jî em dikanin Kurdistanê rizgar bikin û partiyên tirk ji welatê xwe bavêjin.
Vaye di vê hilbijartinê da li 15 bajarên Kurdistanê rayên HDPê li dora ji sedî 80î ye. Dimîne 9 bajar, heger xebateke baş, bi plan û program were kirin di nava çend salan da meriv dikane Dîlokê, li Meraşê, Meletyê, Semsûrê, Xarpêtê, Sêwasê, Erzeromê û Erzinganê jî rewşê biguherîne. Û jixwe li hin bajaran wa ye guherînê dest pê kiriye…
XXX
Ji bo Tirkiyê û kurdan koalîsyona herî baş û mumkûn ya AKPê û CHPê ye. Koalîsyoneke di nabêna AKPê û CHPê da ji ya bi MHPê ra hêsantir e û baştir e. Ji ber ku CHP wek MHPê ji binda ne li dijî hevdîtinên bi PKKê ra û ”pêvajoya aştiyê ye.” Heger ne derew û xapandin e, AKP dikane vê meselê bi CHPê ra bimeşîne.
Lê ji bo vê, dibê Erdogan dev ji siyaseta xwe ya berê ya zorba berde, demokarsiyê, plûralîzmê, azadiyê, wekheviyê qebûl bike, wek berê tim nebêje ez û ez, xelkê tehdît neke, gav û saetê heqaretê li xelkê neke û têkilî kar û barê hukûmetê nebe, AKPê azad bihêle.
Heger Erdogan viya bike koalîsyoneke bi CHPê ra mimkûn e. Lê ez ne bawer im Erdogan dev xuyên xwe yên berê berde û AKPê rehet bihêle.
Loma jî Erdogan ji dêlî koalîsyoneke bi CHPê ra dikane hilbijartineke zû biceribîne. Bi hêviya ewê rayên xwe zêde bikin û bi serê xwe werin îktîdarê.


XXX
Altan Tan merivekî hazircewab û xweşsohbet e. Gelekê caran bi gotinên xwe yên biaqil û mîzahî him kêfa merv tîne û him jî dilê meriv rehet dike.
Do di axaftina xwe ya telewîzyonekê da ji bo CHPê gotiye:
”CHP wek manga stewr e !”
Teşbîheke çiqas xweş û di cî da…
Xwezî AKP jî bişibanda tiştekî.
”Manga stewr”, yanî ne şîr dide û ne jî dizê. Gundiyan kesî manga(çêleka) stewr xwedî nedikirin, ya şerjê dikirin ya jî difrotin. Û yê dikirî jî ne ji bo xwedîkrinê, ji bo şerjêkirinê dikirî.
Bi rastî CHP partiyeke fuzûlî ye, ne dibe partiyeke sosyaldemaokrat û ne jî muhafakar. Her îdeolojiyê(heta bi nîjadperestiyê)di anva xwe da dihebîne. Piçekî dişibe hêştirmê, ne çûk(teyr)e û ne jî deve ye…

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE