08 juni 2015

Hesabê Erdogan şaş derket


Hesabê Erdogan dîsa şaş derket. Avakirina HDPê wek partiyeke Tirkiyê bi daxwaz û teşwîqa AKPê bû jî bû. Gotin pir baş e dev ji ”siyaseta etnîk” ya nî dev ji kurdayetiyê berdidin û dibin partiyeke Tirkiyê.
Li gorî hesabê Erdogan, HDP ewê benda ji sedî deh derbas neke û hemû parlamenterên HDPê otomatîkman ewê ji wan ra bimîne. Bi vê riyê û piraniya meclîsê ewê kanibe xwe bike serokkomarê Tirkiyê yê ebedî…
Lema jî avakirina HDPê teşwîq kirin û dema ava bû jî Beşîr Atalay pesnê wê da.
Lê wek xanima min jî dibêje ”Xwedê li heqiyê ye”, hesabê wan yê mal û bajêr li hev derneket, HDPê baraj derbas kir. HDPya ewê Erdogan bikira serokkomarê ebedî bû sebebê têkçûna wî. Bi îhtîmaleke mezin nuha Erdogan gelkî poşmane HDP da avakirin.
Piştî vê netîceyê PKK û tevgera kurd ji berê jî gelkî xurttir bû. Ev jî hinekî xêra neyartiya Erdogan ya bi kurdan ra ye.
Her ku Erdogan êrîşî HDPê kir, her ku neyartiya kurdan kir, kurd jê aciz bûn û bêtir piştgirî dan HDPê.
Bi saya vê neyartiya Erdogan ya bi miletê kurd ra bi sedhezaran kurd ji AKPê veqetiyan û çûn nava HDPê. Ne ev neyartiya Erdogan ya vekirî bûya hewqas kurd zû bi zû ji AKPê venediqetiyan. Neyartiya Erdogan ya bi kurdên başûr ra, piştgiriya wî ya Daîşê ra, ablûqe û ambargoya Tirkiyê ya ji bo ketina Kobanê tesîreke pir mezin li kurdan kir, gelek kurd ji AKPê dûr xistin.
Welhasilîkelam ew çi bikin jî bêfeydeye, ew nikanin rê li ber azadî û serxwebûna kurdan bigirin. Ev rê mabû ev jî ceribandin. Lê netîceya wê jî ewê wek yên din be, ewê nikanibin karwanê kurdan yê azadiyê rawestînin…
Di netîceya hilbijrtinan da denklemek gelkî zor e derket ortê. AKP bi serê xwe nikane hukûmetê ava bike û koalîsyoneke di nabêna muxalefetê da jî zêde mimkûn xuya nake.
AKP ya ewê bi MHPê ra koalîsyonekê çêke ya jî bi alîkariya partiyekê hukûmeteke hindikayiyê ava bike.
Ji bo avakirina hukûmetê altarnatîf pir in lê hemû jî zahmet in.
Lê ya muhîm Erdogan bi ser neket, rayên wî kêm bûn, kursiya wî baş hejiya, dawiya saltanata wî nêz e.
 2015-06-07

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE