03 juni 2015

Erdogan megalomanekî mezin û lîderekî pir tahlûke ye



Sêzde sal berê(2002) gava AKP hat ser hukum û Erdogan bû serokwezîrê Tirkiyê pêşketineke baş bû. Hêviyeke mezin da kurdan, Ewrûpayê û gelek der û dorên din.
Jixwe lema jî Emerîkayê, Yekîtiya Ewrûpayê, kurdan û tirkên demokrasî dixwestin û li dijî serdestiya leşkeran bûn pêştgirî dan AKPê û Erdogan. Hêviya herkesî ew bû ku AKP ewê demokrasiyê bîne Tirkiyê û mesela kurd çareser bike.
Heta sala 2010an AKPê bi alîkariya Yekîtiya Ewrûpayê û piştgiriya kurdan wek hukûmet hin gavên baş avêt û hin tiştên baş kir. Li hemberî leşkeran tiştên baş kirin
Di warê çareserkirina mesela kurd jî hin gavên biçûk lê pozîtîf hatin avêtin. Bi PKKê ra dest bi hevdîtinan hat kirin, şer rawestiya, hin soz hatin dayin, filan û bêvan…
Lê dû ra, ji 2011an û virda ye Erdogan dev guhert û bû merivekî din, bû dîktarorekî heta nuha Tirkiyê nedîtiye. Dizî, sextekarî, rişwet û bertîl êdî bû karê Erdogan û AKPê yê esasî. Erdogan û malbata wî bû xwediyê serweteke bêhed û bêhesab.
Zaferên aborî û siyasî yên li pey hev Erdogan aşûnî kir, har kir. Xwest dûzanekê bide Sûriyê jî.
Lê gava Esed bi ya wî nekir, midaxeleyî Sûriyê kir, şer derxist. Şerê Sûriyê Erdogan bi serê xwe derxit.
Heger ne însîyatîf û alîkariya Tirkiyê û hukûmeta AKPê bûya li Sûriyê şerekî hundur dernediket.
Hêzên Îslamî, Daîş bera pêxêlî kurdan da, bidehhezaran kurd û ereb dan kuştin. Sûriya wêran kir, bi milyona însan ji Sûriyê mecbûrî koçberiyê kir.
Tiştê Erdogan û hukûmeta wî li Sûriyê kiriye û daye kirin sûcên li dijî îndaniyetê ye. Erdogan bi viya dizane.
Di dîroka Tirkiyê da heta nuha tu lîderekî bi qasî Erdogan psîkopat, megaloman û tahlûke nehatiye ser hukim.
Erdogan lîderekî pir tahlûke ye, megalomanekî(xwe ji herkesî jîrtir, biaqiltir dibîne) gelkî mezin e. Bi taybetî jî piştî derketina dizî û hin sûcên wî yê pir mezin bêtir tahlûke bûye. Dikane her xerabiyê, her dînîtiyê bike. Dikane herbekê derxe.
Heger AKP îcar jî were ser hukim û Erdogan qanûna esasî li gorî dilê xwe biguhere û xwe bike serokkomar çû ji Tirkiyê kurdan da. Erdogan ewê bobelatên pir mezin bîne serê Tirkiyê û kurdan.
Heger AKP careke din were ser hukim, piştî hilbijartinan wek operasyonên KCKê ewê dîsa berê xwe bidin kurdan.
Tiştê Erdogan anî serê Gulen û Cimatê, ewê bîne serê HDPê, PKKê û kurdan jî.
Wek operasyonên KCKê yên 2009a ewê dîsa bi hezaran kurdî bigrin û bavêjin zindanê. Di zûtirîn demê da ewê maneykê bibînin û li hemberî gerîlla şerekî berfireh bidin destpêkrin.
Erdogan ewê li Tirkiyê û li Kurdistanê teroreke heta nuha kesî nedîtiye bide meşandin.
Ewê medyayê, dadgehan emniyetê, MIT yanî hemû dewletê têxe binkontrola xwe û Tirkiyê wek Seddam Husên Îdare bike. Ewê wiha bike ji bo ku xwe û malbata xwe bigre garantiyê.
Erdogan dizane heger ji ser îktîdarê da bikeve çû ji wî da, ciyê wî zindan e, ya jî ewê ji Tirkiyê bireve.
Lê dereke pêda here jî tuneye. Bêyî Sûdanê welatekî din yê herê jî tuneye...
Loma jî dibê kurd îcar piştgiriyê nedin AKPê. Îro AKP û Erdogan ji herkesî bêtir ji kurdan ra tahlûke ye. Îşaretên vê tahlûkeyê meriv dikane di axaftinên Erdogan fêm bibîne.
Heger AKP careke din bi serê xwe were ser hukim Erdogan vê muxalefetê ji HDPê, ji PKKê û ji kurdan ra nahêle, ewê heyfa xwe ji wan bigre…


Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE