01 juni 2015

Asîmîlasyon me hêdî hêdî dike tirk


”Çeka netewa serdest ya herî mezin ziman e. Neteweyê bindest bi çeka ziman tê kûştin, çimkî bi mirina zimên re ne yek kes, neteweyek dimre!”


Hin kurd hene herîzêde, herîzêde bi qasî yekî li ”elîokulî” yanî bi qasî yekî li leşkeriyê fêrî xwendin û nivîsînê bûye tirkî dizane. Haya wî ji gramer û îmla tirkî qet tuneye. 


Lê dîsa jî ne bi kurdî, bi wê tirkiya xwe ya şaşomaşo şîretan li kurdan dike, pesnê hin pêşengên tirkan dide, dibêje şikir ji Xwedê ra me daye ser riya wan qehremanan…


Tenezul nake bi kurmancî binivîse, wek kurdekî rîsipî qet nayê bîra wî kurmanciya xwe pêşda bibe.



Kurd e, Kurdistanê dixwaze lê tiştê jê tê nake. Zimanê xwe baştir fêr nabe û bi qasî zane jî bi kurmancî nanivîse. Çimkî bi psîkolojiya tirkekî mezin bûye, loma jî kurmancî biçûk dibîne, tenezul nake bi kurmancî binivîse.


Nivîsîna bi tirkî di dilê wî da wî mezin dike, bi vê riyê çend tirk di feysê da dibin hevalên wî, carnan jê ra dibêjin ”hocam”, pişika wî dinepixe, li hemberî pesnê tirkekî ji kêfan dewxa wî dihere.



Xwedê kir li Tirkiyê zanîngehek neqedandiye, belkî lîse jî nexwendibe. Heger xwedî dîplomeyeke bilind bûya ewê bifiriya, belkî dev ji axaftina kurmancî jî berda.



Helbet ev ne yek tenê ye, kesên wiha di nava kurdan da pir û pir in. Ev, îşxala mejiyê mirovê kurd e, ji îşxala leşkerî jî xerabtir e.



Li tu beşekî Kurdistanê asîmîlasyonê kurd bi qasî kurdên Kurdistana bakur seqet û deforme nekiriye. Li Tirkiyê kurd bûne wek mirîşka gêj, nizanin çi dikin.



Li Kurdistana bakur kurdê herî polîtîk, herî şiyar û xwedêgiravî herî millî jî wek ferdekî civata tirk, wek çep û dîndarekî tirk li meselên Tirkyê dinêre.



Ji bo ku li Tirkiyê kurd werin ser hemdê xwe, ji bo ku mirovê kurd tam bibe kurd, şerekî îdeolojîk yê întensîv û bênabên lazim e, şert e…


Fîlozofê Birezîlî Paulo Freîre li ser giringîya zimanê zikmakî tespîteke pir huhîm kiriye, gotiye:


”Çeka netewa serdest ya herî mezin ziman e. Neteweyê bindest, bi çeka ziman tê kûştin, çimkî bi mirina zimên re ne yek kes, neteweyek dimre!”

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE