02 februari 2015

Nikanin çêkin loma xera dikin

Heger cîhana xiristiynan hemû alet û edawatên xwe ji misilmanan bistînin, di destê misilmanan da ewê tenê hesp, deve, ga û kerên wan bimînin...
Heger Emerîka, ewrûpî, cîhana xiristiyan hemû îcad, alet û edwatên xwe ji misilmanan bistînin, misilmanên vegerin serdema navîn, ewê di destê wan da hesp, deve, ker, ga û gîsin û kêr, şûr û satorên wan bimînin.
Îro her tiştê, her alet û wasiteya cîhan biçûk û jiyana mirovahiyê hêsan kiriye îcadên cîhana xiristiyan e...
Ji dêlî salek du sal, sê sal rêwîtiya bi ker û devan, îro bi milyonan misilman di nava du sê saetan da xwe digihînin Mekê û Medînê.
Lê misilman dîsa jî sipasî mirovên xiristiyan nakin, nabêjin mala we ava be. Malavayî bira li wir bimîne, di ser da serê wan jê dikin…
A nankorî, zikreşî, pexîlî û hesûdî ev e, nikanin bi mirovên xiristiyan û bi cîhana xiristiyan ra têkevin, qayişkişînê û pêşbirkê loma jî dijminatiya wan dikin, dest bi terorê û qetlê dikin.
Yanî nikanin çêkin, loma jî xera dikin, ji avakrinê ra sifir in, ji xerakirinê ra xurt, şêr û piling in…

XXX
Li Tirkiyê îdeolojî, rast, çep, dîndarî tuneye, ya jî pir ne muhîm e. Ya muhîm berdewamî û ebediyeta dewleta tirk e û çênebûna Kurdistanekê ye.

XXX
Konfuçyus gotiye,"tu karekî bi qasî di odeyeke tarî da gera li pisikeke reş zor tuneye." Karê kurd dikin ji vê jî zortir e.
Gelo kurd ewê kanibin di vê odeya tarî da pisika reş bibînin?
Di serda jî hinek ji kurdan ra dibêjin dev ji gerrê berdin, pisik tuneye !
Lê pisika reş di oda tarî da ye û kurd mecbûr in bibînin. Berdewamiya hebûna wan girêdayî dîtina wê ye....



XXX
Berê kurdan ji hevalbendên Seddam ra digotin "cahş"! Gelo meriv ji kurdên hevalbendên Daîşê ra bibêje çi? Çi navî li wan ke? Dibê ji bo wan jî meriv navekî xweşik bibîne!

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE