16 november 2014

Ez bûme wek dizê têkeve nava bîstanê zebeşan,

Min ji Fûara Kitêban ya Stenbolê bi xwe ra çend kitêb anîn. Bêyî wan çend dost û hevalên wek Mehmet S. Kaya, Memê Mala Hine, Îbrahîm Seydo Aydogan jî kitêbên xwe ji min ra îmze kirin. Nuha ez bûme wek dizê têkeve nava bîstanê zebeşan, nizanim rahîjim kîjanê, ji kîjanê dest pê bikim.
Heta nuha min tiştekî Memê Mala Hine nexwendiye. Ya din jî şiîre û ne qalind e, yanî tam li gorî rewşa min e, loma jî min nêt lê xera kiriye. Ez bawer dikim ezê îro ji wê dest pê bikim. Ji bo ku ji min ra bibe antramaneke sivikik ya destpêkê.
Swêdî dema ji tahtîlê vedigerin, dibêjin ”landa mjukt.” Yanî merivê hêdî û nermik dakeve, hêdî dest bi kar bike, xwe nexe stresê. Ez bawer dikim ezê jî îro wisa bikim. Ezê jî ”landa mjukt” bikim.
Hin karên min yên ketine ser hev hene. Xanimê barek posta hatiye daniye ber min, berî hertiştî ez mecbûr im vî karê daye ber min biqedînim û tekmîla xwe bidimê, bibêjim hertişt temam e. Piştî wê ezê dest bi xwendinê bikim.
De hela ka ez binêrim Xwedê çawa dike…

XXX
Ez xeberên dinya magazîn zêde taqîb nakim, wextamin tuneye. Nuha xeberek bi ber çavê min ket, Denîz Sekî ya dengbêj girtine. Min xeber hemû nexwend, min bi lez piçekî bala xwe dayê. Li gorî xeberê ji sûcê narkotîkê li Denîz Sekî dihat gerandin, îro girtine. Ewê 6 salan hefsê rakeve.
Ez nizanim Denîz Sekî xanim kî ye, ji çi miletî ye. Lê ji ber ku hewqasî bi pê diketin û dawiya dawî ew girtin, ez dibêjim ev keçik KURD e, dikane, kurdeke elewî be. Tu zanîneke min tuneye, hema wer nuqutî dilê min, ez ketim şikê. Ji ber ku pir bi dû ketin.
Ez dibêjim heger Denîz Sekî arnawit, boşnak, çeçen ya jî laz bûya ewê hewqasî bi pey neketana.
Bi qenaeta min hemû kurd, fikir û baweriya wan çi dibe bira bibe, ji bo dewletê neyar in, dewlet bi çavê neyar li hemû kurdan dinêre. Dixwaze bira kurdayetiyê bike ya neke, dixwaze bira bibêje ez kurd im ya jî nebêje ez kurd im, ji bo dewletê qet ferq nake; rojakê dikane bibêje ez kurd im, rojekê dikane tamara kurdayetiyê pê bigre. Yanî kurdê îro dûrî kurda ye, merivê dinyake din e, erebesk e, filan û bîvan e ne muhîm e, netîce kurd e.
Loma jî hemû kurd ji bo dewleta tirk neyar û tahlûkeyeke potansiyel in. Ev, îdeolojî û refleksa dewleta tirk ya li heberî kurda ye. Hemû kurd, heta kurdên bi heft qalib sabûn xwe ji kurdayetiyê şuştine jî dibê vê refleksa dewleta tirk bizanibin. Dewlet secereya me tu carî nade aliyekî…

XXX
Xwedê neke rojekê facebookê û twitterê li min yasax bikin ez nizanim ezê çi bikim. Wê demê ezê ne kanibim tirk, faris û ereban û ne jî kurdên korfahm nerehet bikim.
Înşelah ezê tu carî wê rojê nebînim...



XXX
Ev hefteyeke haya me ji hev nîne. Ez îro hatim malika xwe. Ezê dîsa carnan şûjinê di dijmin ra û derziyê jî kurdan ra kim.
Û bi taybetî jî di kurdên çep ra. Heta ez sax bim ez kurdên evîndarên Tirkiyê û tirkî rehet nahêlim.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE