12 oktober 2014

Çima ji gelek welatan bi hezaran cîhadîst wek sîsarkên ser berata li ser serê me kom bûne?

Çima bi hezaran misilmanên ji gelek welatên misilman wek sîsarkên berateyan li ser serê me kom bûne û dixwazin me bixwin?
Nuha çeteyên cîhatçî yên ji Sûriyê, ji Îraqî û ji Tirkiyê bi hev ra li Şengalê û li Kobanê êrîşî me dikin ez fêm dikim. Sebebekî vê êrîşê yê siyasî heye, yê axê heye. Herdu serî jî neyarên me ne û dixwazin li Kurdistana başûr û rojava statuyên kurdan bi dest xistine hilweşînin.
Lê bi wan ra bi hezaran misilman û cîhadçiyên somalî, erîtrî, çeçen, arnawit,bosnî, cezaîrî, fasî û ji gelek misilmanên ji welatên din jî hene.

Heta ne ew tenê, di nava wan da gelek cîhadçiyên kurd jî hene, ew jî li ser navê îslamê û û dîn êrîşî zarokên qewmê xwe dikin û serê wan jê dikin.
Wahşeteke wiha kêm hatiye dîtin.
Bi van cîhadçî û musilmanên biyanî, yên ji gelek welatên cida cida a tu gelşeke me tuneye.
Sebebê êrîşa van misilmanên xerîb ne siyasî ye, îslam e, îdeolojiya îslamê ye.
Di bin al û îdeolojiya îslamê da bi hezaran qatil û çete ji gelek welatên misilman wek gurên har li hev kom bûne û êrîşî me dikin, ev serê mehekê ye bajarekîme girtine bin hesargê û me topbaran dikin. Her roj çend zarokên me dikujin, serê wan jê dikin, tecawizî keç û jinên me dikin.
Kes nikane bibêje têkiliya îslamê bi Daîşê ra tuneye tiştê cîhadçî û misilmanên cîhanê di bin ala Daîşê da ya li hemberî kurdan anîne ba hev îdeolojiya îslamê ye.
Dînek, îdeolojiyek çawa dikane li hemberî miltekî mezlûm bibe zamq û çîmentoya tifaq û barbariyeke hewqasî mezin?
Dibê alim û dîndarên kurd bersîva vê pirsê bidin.
Çima bi hezaran misilmanên ji gelek welatên misilman wek sîsarkên berateyan li ser serê me kom bûne dixwazin me bixwin?
Wek misilman, wek dîndar, wek alimên kurd dibê hûn bersîva vê pirsê bidin!
Çima?

XXX
Ji bo pêrgîlêgirtina qetlîmakêli Kobanê dibê HDP û hemû partiyên kurd tiştekî mezin bikin. Mesela hemû parlamenterên HDPê herin derbasî Kobanê bibin.
Ya jî bi sedhezaran kurd xwe li têlan biqelibînin û derbasî wî alî bibin. Ji bo ku dinya midaxele bike.
Zorê bidin hin nivîskar, hunermend û ronakbîrên tirk ew jî herin Kobanê.
Yanî dibê bi lez hin gavên radîkal werin avêtin...

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE