05 september 2014

Hêdî be jî xwendevanên min zêde dibin

Ez nizanim çi bi kurdan hatiye, ev demeke xwendevanên bloga min(Hindik-Rindik) du sê qatan zêde bûne.
Berê xwendevanên min rojê li dora 40-50 kesî bû. Lê ev demeke ji nişkave ev hejmar pir zêde bû, rojê digihîje 200î, carnan digihîje 300î jî.
Mesela do 297 kesî bloga min ziyaret kiribû ya jî tikandibû. Îro waye ji nuha da 173 kesî ziyaret kiriye. Bira ji viya 7 dubare bin, dîsa dimîne 170. Heta saet 12ê şevê ez bawer dikim ewê bigihîje 300î.
Yanî piştî 7 sal liberxwedan û nêzî sê hezar nivîs min bi zorê hejmara xwendevanên xwe hinekî zêde kiriye, gihandiye sêsedî.
Helbet ez xwendevanên facebookê nahesibînim, ji ber ku ez nivîsên xwe berê di faceboopkê da belav dikim.
Di facebookê da jî nêzî pênc hezar hevalên min hene. Ji van pênc hezaran ciqasê wan bi kurmancî dizanin, ciqasê wan nizanin, ji yên bi kurmancî dizanin çend kesên wan nivîsên min dixwînin ez nizanim.
Lê ez bawer dikim her roj çend sed kes nivêsên min dixwînin. Gava meriv vê hejmarê jî têxe ser blogê ji bo blogîstekî kurmanc hejmareke zêde ne xerab e.
Yanî hêdî be jî pêşketinek heye, loma jî dibê ez karê xwe bêtir cidî bigrim.
Lê gazineke min ji xwendevanan heye kes di blogê da fikrê xwe nabêje, fikrên xwe jî bigotana ewê gelkï baş bibûya.

XXX
Waliyê Kerkûkê Necmedîn Kerîm, li dij e ku Kerkûk bibe bajarekî Kurdistanê û li dij e ku hêzên pêşmerge li Kerkûkê daimî bibmînin.
Welhasil mêrik dibêje Kurkûk ne axa Kurdistanê ye, lema jî karê pêşmergan li vir tuneye. Efendim bira wek li Kanadayê Kerkûk jî bibe kantonek serbixwe.
Tu dibêjî belkî ne kurd e nûnerê Tirkiyê ye, eynî wek serokê Cepha Tirkmen dipeyive.
Lê Kerîm ne îro tenê, ji roja bûye waliyê Kerkûkê û virda ye ne wek kurdekî, wek erebekî û wek waliyê Bexdayê dipeyive.
Kurdekî paqij wiha nake, di bin Necmedîn Kerîm da tiştek heye, ew saxlem û paqihj xuya nake.
Dibe ku nîv tirkmen ya jî ereb be, ya jî kurdekî bêxîret û destikê neyar be. Yanî di heyvanê wî da tevliheviyek heye.
Axir sebebê vê şêla Kerîm ya li dijî kurdan çima ye, ji bo çi ye ez nizanim, lê sebeb çi be jî ew xêra kurdan naxwaze û merivekî nepaqij e xuya dike
Esas dibê meriv li pirêzeya wî ya li Emerîkayê jî binêre. Kînga û çawa çû Emerîkayê?
Li wir çi dikir?
Bi kê ra dixebitî û ji bo kurdên başûr çi dikir?
Dibê meriv li van tiştan jî binêre.
Lê li alî din şêla YNKê muhîm e. Dibê YNK li hemberî vî zilamê Bexdayê û belkî jî yê Tirkiyê bêdeng nemîne, wî ji kar bigrin. Ji ber ku ew endamê YNKê ye.

2 kommentarer:

  1. Silav û rèz Gek Zinaré Xamo.
    Ew demeke direje ez nivîsé te ser rupelé twitteré dişopinim. Billa dest û hesté te bijît.

    SvaraRadera
  2. Sax bî birayê ezîz, mala te ava be.

    SvaraRadera

PARVE BIKE