04 mars 2012

Bêsebriya sofî

Bêsebriya sofî
Sofî ji xwe ra jinbiyek dîtibû û dikira pê ra bizewiciya. Nas û dost li dorê kom bûbûn û pê ra ketibûn laqirdiyan. Sofî gelkî bêsebir bû, bawer nedikir ku bibe êvar û xwe bigihîne bûkê, loma jî gav û seetê tim ji der û dora xwa dipirsî, digot:
-Ma hîn ji êvarê ra pir maye lo?
Yên dorê jî tim digotin, erê hîn pir heye. Carek, du car, sê car, sofî êdî hew xwe ragirt, bi bêsebriyek mezin got:
-Hûnê bibînin, heger îro bû êvar ezê van simbêlên xwe ji kok da kur bikim…
XXX
Pîvan  
Jinikê ji şufêrê texsiya ku sekinandibû pirsî:
-Tu yê heta Deriyê Mêrdînê min bi çuqasî bibî?
Şufêr got:
-Bi sed hezarî.
-Baş e, lê heger mêrê min jî bi min ra were?
Şufêr got:
-Ferq nake, dîsa sed hezar e.
Li ser vê bersîva şufêr, jinikê berê xwe da mêrê xwe û jê ra got:
-Binêr, belasebeb min ji te ra nedigot tu pênc peran nakî!

XXX
Kurê heywanekî…
Di îşkencexana hefsa Diyarbekrê da zabitekî Tirk li hefsiyekî Kurd dixe, di ber ra jî tim zirtan dide xwe û dibêje:
-Navê min şêr lawê şêra ye, zû bipeyive, nexwe ezê te perçe-perçeyî bikim!
Lê yê Kurd napeyive. Bîstek derbas dibe, zabit bi hêrs dipirse, dibêje:
-Zû bibêje navê min çiye?
Hefsiyê Kurd dibêje:
-Weleh tu heywan kurê heywanekî bû lê nuha navê wî heywanî nayê bîra min.

XXX
Xewa wî nayê
Mêrik çû ser tuxtor, got tuxtor beg, xewa min nayê.
Tuxtor got:
- Her şev gava tu ketî nava nivînan heta 25 hezar mîhî bijmêr e, ewê xewa te were. Ev metod ji hemû dermên jî çêtir e.
Piştî sê rojan nexweş dîsa çû ser tuxtorê xwe, got:
-Tuxtor beg, tiştê te got min kir, min sê şevan li ser hev 25 hezar mihî jimartin. Dû ra min hiriya wan birî, min hirî şe kir û kir qumaş. Min hesab kir ku ewê 20 hezar qat kinc jê derkeve. Nuha ez difikirim ku îcar ezê perê terzî û yê astarê van kincan ji ku bînim? Loma jî dîsa xewa min nayê…

XXX
Medya Tirk
Yekî Kurd ji dêlî pêşmalê, rojnameyekê li dor nava xwe digerîne û dikve himamê. Yên vê yekê dibînin matmayî dimînin, dibêjin ev çi mesele ye?
-Ew jî dibêje:
-Hûn dizanin medya Tirk her tiştî mezin dike. Min got belkî yê min jî hinekî mezin bike..

1 kommentar:

PARVE BIKE