13 augusti 2011

Kurdan navê Pelê kirin "BÎLÊ"

Kurd miletekî ji dinyayê der e, tiştên wiha li hev radigrin aqilê meriv disekine, meriv matmayî dimîne…


Heftê û heft salan bifirkiriyama dîsa jî nedihat bîra min ku meriv dikane navê Pelê, bike ”BÎLÊ” !


Pele, lîstikvanekî fotbolê yê Brezîlî yê herî mezin  û meşhûr e.


Navê wî yê rastîn, Edson Arantes do Nascimento ye. Lê li cîhanê weke PELÊ tê nasîn, yanî navê wî yê navnetewî Pelê ye.


Nuha di malpera Avestakurd da nûçeyeke li ser Pelê bi ber çavê min ket.
sernivîsa nûçeyê wiha ye:


Bîlê balyozê World Cupa sal 2014 ye”


Ji ber ku nûçe bi risim bû min fêm kir ku li ser Pelê ye, nexwe ne mimkûn bû ku min bizanîbûya ”Bîlê” Pelê ye.


Ev kurdên başûr, lê bi taybetî jî kurdên behdînî di navan û hin tiştan da modîfasyoneke wiha dikin ku aqilê meriv disekine, ji ber vê hostetiya wan devê meriv hirinekê ji hev dihre.


Îcar kê bîra xwe û “Bîlê” biriye kuro?


Ez dizanim nuha hinekê bibêjin ku efendim di elîfbeya erebî da herfa “P” tuneye loma bi “B” dinivîsînin.


Di serî da nivîs ne bi elîfbeya erebî, bi latînî ye û di elîfbeya latîniya kurdî da jî herfa “P” heye, ev yek.


Ya din, di elîfbeya erebî da gelek dengên din jî tunene ku di ya kurdî da hene,  erebî û kurdî du zimanên ji kok da dûr î hev in, em nikanin bi elîfba  û li gorî qaîdeyên erbî binivîsînin.


Him di fonetîka kurdî da û him jî di elîfbeya kurdî da herfa “P” weke qeraseyekê heye, loma jî mazereta erebî ne tu mazeret e.


Tu îşê me bi ereban tu ne.


Em bibêjin ku yê behdînî nezan bû û tam weke xebera erebî û bi elîfbeya erebî nivîsê, baş e redaktorê malperê çi karî dike?


Ma qey ji meriv ra çi xeber û bi çi hawî were, meriv wisa diweşîne?


Hema kurd miletekî ecêb e û weselam....



1 kommentar:

  1. Mamo,
    Ev nuceyen xwe ji erebi werdigerinin u di erebi de ji herfa P tuneye loma ev ebeba cedibe.

    SvaraRadera

PARVE BIKE