24 juli 2011

Rûvî û quling

Dibêjin rojekê rûviyekî qulingek ezimand şîvê. Berî xwarinê bîne deyne ber mîvanê xwe, ji quling ra got:


 - Birakê quling, ez hêvî dikim tu yê li qusûra min nenêrî. Min pê ra negîhand şîveka xweş çêkim. Malhazirî hema çi hebe emê bixun. Van rojan ez serê min ne vehesîyayî ye, ya na minê gelek tiştên xweştir çêkira. 

Quling got:

- Ma ne eyb e tu vê gotinê ji min ra dikî. Hema malhazirî çi hebe emê wê bixwin.

Rûvî çû lengerîyek tije pelok anî danî nabêna xwe û quling û dûra jî ji quling ra got:

- De kerem bike!

Qulingê feqîr dema çav li lengeriya pelokê ket, fêm kir rûvî dixwaze çi pîncîtiyê (heramiyê) bike, lê di heynê xwe dernexist. Çend caran nikilê xwe yê dirêj di pelokê da kir, lê bê feyde bû, tiştek neket dev.

Lengerî pahn bû û pelok jî rohn bû, dikir nedikir, tiştek bi ber nikilê wî nediket. Lê rûvî bi wî zimanê xwe yê dirêj  çelpeçelpa wî bû û ketibû ser pelokê.  Û di ber ra jî tim ji quling ra digot:

- Birakê quling, ez rica dikim tu yê fedî nekî, têr bixwî. Tu zanî mala min, mala te ye.

Quling zanîbû rûvî kêfa xwe pê diqewitîne, lê nedida der, hêrsa xwe bera hundurê xwe dida.

Qulingê reben tî û birçî rabû berê xwe da malê. Lê belê bi vê lîstika rûvî gelkî êşiya û ji xwe ra sond xwar, dibê ew viya ji rûvî ra nehêle, heyfa xwe ji rûvî bigre.

Çend roj bihurîn, îcar quling rabû rûvî ezimand şîvê. Jê ra got:

- Birakê rûvî, îcar dora min e, dibê tu îşev werî bibî mîvanê min û du parî xwarin li mala min bixwî.

Rûvî di cî da dora devê xwe alast û bi kêfxweşî vexwendina quling qebûl kir, got:
- Ser çavê min, ezê bi kêfxweşî werim

Êvarî rûvî çû bû mîvanê quling. Quling dano çêkiribû û kiribû şerbikekî devdirêjî wek misînekî. Şerbik anî danî nabêna xwe û rûvî û dûra jî jê ra got:

- Birakê rûvî, de kerem bike...

Rûvî devê xwe çend caran li dora devê şerbik bir û anî, lê devê wî negihîşt tiştekî. Çimkî dano di şerbik da bû şerbik jî kûr bû. Tenê bîna dano diçû rûvî .

Lê quling ketibû ser dano û bi kêfa dilê xwe dixwar. Û her cara ku nikilê xwe yê dirêj bera şerbik dida, ji rûvî ra jî digot:

- Birakê rûvî, ez rica dikim tu yê fedî nekî û têr bixwî . Wek tu li mala xwe bî...

Her cara quling wiha digot, rûvî ji qehra diteqiya, lê nikanîbû tiştek bigota. Quling dixwar û wî jî bi dilbijokî lê mêze dikir.

Piştî ku quling xwarin qedand, rûvî rabû tî û birçî berê xwe da malika xwe. Bi rê da ji xwe ra got:

- Dibê ez gazinan ji quling nekim, min çi anî serê wî, wî jî eynî tişt anî serê min. Lema jî heq û misteheqê min e.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE