09 juli 2011

Rastî û fortên Erdogan

Erdogan di axaftina xwe ya li ser programa hukûmetê da gelkî pesnê azadî û demokrasiya wan aniye Tirkiyê û Kurdistanê da û got, wan hemû astengî û yasaxên li ser zimanê kurdî rakirine û kurdî kirine zimanekî serbest.


Lê helbet pesn û vir tişteke û rastiya heyî jî tiştekî din e.


Li Kurdistanê rastiya heyî, belovacî van gotin û fortên Erdogan in û wan pûç dike…


Wezareta hundur bi biryarekê hemû lewheyên tirkî-kurdî yên ku belediya Bismilê bidarda kiribûn qedexe kiriye û di heqê serokê belediyê da jî lêpirsîn daye destpêkirin.


Yanî  şêla hukûmetê ya rastîn ne weke quretî û virên Erdogan yên li ber kamareyên telewîzyonan e.


Li Kurdistanê qedexeyên li ser zimanê kurdî berdewam in…


Esas neynik û pîvana rastiya siyaseta hukûmetê ya li hemberî zimanê kurdî, şêla Erdogan ya li hemberî BDP-ê ye.


Roja ku Erdogan tehamulî hebûna BDP-ê kir û ew weke hêz û partiyeke gelê kurd qebûl kir û bi serok û berpirsiyarên wê ra rûnişt, a wê demê meriv dikane bibêje ku AKP bi rastî jî dixwaze qedexeyên li ser zimanê kurdî rake.


Heta ku Erdogan li hemberî BDP-ê hewqasî tije kîn û nefret be, ne mimkûn e ku qedexeyên li ser zimanê kurdî rabin û ji bo çareseriya mesela kurd jî gevên cidî werin avêtin.


Di van 9 salên îktîdara xwe xwe da Erdogan yek carê jî silavek nedaye berpirsiyar û parlamenterekî BDP-ê, bi wan ra rûneniştiye, bi rengekî normal navê BDP-ê negirtiye devê xwe…


Di nava AKP-ê da tu kes bi qasî Erdogan(Çîçek û Şahîn jî di nav da)li hemberî BDP-ê û miletê kurd ne tije kîn û nefret e, ne neyar e.


Erdogan merivekî otorîter û ceberrût e, loma jî ev dîtina wî ya derheq BDP-ê da bûye dîtina hemû partiyê, ji tirsa wî kes newêre di heq  kurdan, BdP û PKK-ê da bibe xwediyê dîtin û ikreke din û tiştekî eksî dîtinên Erdogan bibêje.


Ji ber ku xeta xwar ji gayê pîr da ye, Erdogan nerm û baş bûya, kesên din jî ewê xwediyê şêleke hîn nermtir bûna.


Lê ji ber ku Erdogan merivekî zirzop û otorîter e, loma jî kes newêre li dijî fikrên wî tiştekî bibêje.


Di mesela Hatîp Dîcle û sondnexwarinê da jî meriv bi rehetî vê rol tesîra Erdogan ya negatîf dibîne.


Her kes dizane ku Oya Eronatê bi israra Erdogan parlamenterî qebûl kir, heger Erdogan bigota neke, Eronatê nekira.


Ji ber ku Erdogan israr kir, Eronatê qebûl kir û kes jî nikanîbû li dijî vê biryarê derketa. Çimkî mesele Erdogan bû.


Loma jî gelek kurdên me belasebeb bûne heyran û propogandîstê Erdogan.


Heger Erdogan bi rastî jî çareserkirina mesela kurd bixwesta nuha ji zûda mesele hatibû çareserkirin, bi kêmanî nuha di nuxteyeke hîn baştir da bûya.


Heger Erdogan bixwesta mesela kurd çareser bike, di van du salên dawî da bi hezeran kurd bi îthama endametiya KCK-ê rehîn negirta, di meş û protestoyan da bi hezeran pûlis neşanda ser kurdan û milet terorîze nekira, ewê li ciyê rehetiyê û bi zorbatî  krîza Hatîp Dîcle û ya sondê dernexista, ewê 5 parlamenterên BDP-ê rehîn negirta û nikira û nekira….


Yanî numûneyên xerabiyên Erdogan bi jimartinê dawî nayên…


Ocalan di nava PKK-ê da çiqasî otorîte û serokekî bêminaqaşe be, di nava AKP-ê da Erdogan jî eynî tişt e, yanî şêla dewletê ya li hemberî kurdan bi şêla Erdogan ve girêdayî ye, li gorî daxwaz, destûr û şêla wî ye.


Serokwezîr Erdogan nexwaze kes nikane tiliyê xwe jî berbî kurdan, endam û berpirsiayrên BDP-ê bike.


Hemû îdîayên eksê vê, vir in…

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE