04 juli 2011

Mişk û feq

Hebû tunebû, mişkekî biçûk hebû. Mişkê biçûk li gundekî di asraxê xaniyê cotkarekî da dijiya.


Mişko, şevekê ji qelîşteka(derza)textên xênî ra li mitpaxê dinêrî, der û dor qolaçan dikir, dixwest bizanibe li mitpaxê çi dibe, çi nabe.


Bala xwe dayê mêrik û jina xwe pakêtekê vedikin. Mişk bi mereqa baş bala xwe da pakêtê.


Dema pakêt vebû, mişkê biçûk hew dît ku feq e.
Bi heyecan û tirseke mezin baz da hewşê. Li hewşê berê rastî mirîşkê hat, bi helkehelk û dengekî lerizokî ji mirîşkê ra got:


- FEQ, li malê FEQ heye! Xwediyê malê FEQ kiriye.


Mirîşkê bi vî alî û wî alî da nêrî û bi zarekî bêxem got:
-Çi ji min ra. Feq ne ji bo min e, ji bo te ye. Ez te bigrim pînê ewê bela te di min jî bigere…


Û dûra jî pişta xwe bi mişk da kir û dîsa bi nikilan ket erdê…


Li ser vê, mişk îcar baz da ba mîhê, ji mîhê ra jî got:


- FEQ ! Li malê FEQ heye !


Mihîyê jî got:
-Çi ji min ra! Li qusûra min nenêre lê wele ew gelşa te ye. Ez nikanim xwe bikim şirîkê derdê xelkê û belayê bînim ber deriyê xwe. Îşê min bi feq-meqa tuneye.


Mîhê wiha got û dîsa dest bi kayika xwe kir.


Mişk ji tirsa diricifî, nizanîbû çi bike û here ba kê, ji kê alîkariyê bixwaze. Bi heyecaneke mezin bazda êxur, ba mangê. Ji mangê ra got:


- FEQ ! Li malê FEQ heye, min bi çavê xwe dît!.
Mangê devê xwe ji nav kayê derxist, pel pel û hinekî jî bi tinaz li mişk nêrî, dûra jî serê xwe bi alî din da kir û dîsa ket ser êmê xwe.


Mişk dît ne kes ne guh didê û ne jî pê ra alîkariyê dike. Ji bo ku li çol û cepelan neqefile, nebe qûtê teyr û tulûran ji mecbûrî dîsa berê xwe da malê, çû ket qulika xwe ya berê.


Ji ber ku dereka wî ya pê da biçûya tunebû û kesî jî pê ra alîkarî nedikir. Dîsa bi dizîka û bi tirs çû ket qulika xwe.


Şev tarî bû, te tilî di çavên hev ra kira, çava çav nedidît. Her der bêdeng bû. Mişko ji nişka ve qîrînek  bihîst. Ji xwe ra got, weleh hinekan bi çewtî pê lê feqê kir.


Lê hew bala xwe dayê ne wek wî texmîn dikir, di wê şevreşê da marek ketibû mitpaxê û dêla wî ketibû feqê.


Di wê tariyê da dema mêrik destê xwe dirêjî feqê kir, mar pê veda.


Bi qîrîna mêrik ra jina wî bi xwe hesiya û mêrik bi lez bir ser tuxtor.


Tuxtor mêrik derman dike û dişîne malê, lê mêrk baş nebû, agirê wî bi ser 40 dereceyî ket.


Ê ji kesê nexweş ra helbet şorbeyek germ û goştê mirîşka lazim e. Jinikê tavilê kêr da destê xwe û berê xwe pînê pînê, mirîşk şerjê kir…


Roja din meriv û cîran bi bûyerê hesiyan û hatin ser xwediyê malê lêpirsîne.


Ê helbet dema mîvanên xerîb werin mala meriv, nabe meriv wan ji mala xwe bê xwarin û vexwarin bi rê bike. Jinikê dîsa kêr da destê xwe û îcar jî berê xwe da mîhê. Bi vî hawî mîhî jî ket bin kêrê…


Lê mêrik baş nebû, her ku çû agirê wî bilindtir bû û dawiya dawî rojekê mir.


Xebera mirina mêrik li nav gund belav bû. Gundîyan tevilê girtin ser malê, qefle bi qefle hatin şînê.


Ê şîn e, milet dihere û tê, dibê meriv xwarinê bide û ji bo wê jî ancax goştê heywaneke mezin têrê bike.


Lema jî jinikê û çend gundiyên din rahîştin kêrê û îcar jî berê xwe dan mangê. Mange jî weke mirîşk û mîhê ket bin kêrê, ew jî ji mîvanan ra şerjê kirin.


Piştî mirina mêrik bi demekê, jinikê mala xwe bar kir û çû ba zarokên xwe.


Pîn, axur, xanî hemû bêxwedî û xerabe man


Mal wêran bû, mişk jî bi çol û çepelan ket…









Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE