20 juni 2011

Serpêhatiya piling

Dibêjin piling rojekê ji xwe ra got:

- Ez bi roj û şev wer di nav vê daristanê da me, bêyî vê daristanê min dereke din nedîtiye. Hela ka ez ji xwe ra herim hinekî bigerim û dinyayê bibînim.

Û dûra jî ket rê û çû.

Pir çûye hindik çûye, gihîştiye deştekê. Bala xwe dayê ji hember da pisikek ber bi wî va tê. Wî heta wê çaxê qet pisik nedîtibû, lema jî şaşmayî ma, di dilê xwe da got, "ev çi teba ye?"

Pisikê ji piling pirsî, got:

- Birayê delal, xêr e, ma tu û van deran? Tu li çi digerî?

- Piling got:

- Weleh ji betalî ez ji xwe ra hema hinekî digerim. Lê bira min jî tiştek meraq kir. Dema ez bala xwe didim bejn û bal te, şikil û şemala te, fena ku tu ji malbata me bî, em pir dişibin hev. Lê nizanim çima tu wiha biçûk mayî. Gelo tu nexweş î, ya jî derdekî te heye?

Pisikê got:

- Rast e, bav û kalên min jî tim ji min ra digotin em û piling merivên hev in, ji yek malbatê ne. Lê ji qedera min ya xerab ra ez ketime ber destên tebayekî pir zalim, jê ra dibêjin însan. Îcar ji ber kul û derdên vî tebayê zalim nifş bi nifş, bavik bi bavik, hêdî hêdî em heliyan û dawiya dawî wek tu dibînî, em ketin vî halî. Derdê min tenê ev e, wekî din tu derdekî min tuneye.

Piling keserek kûr kişand, bi hêrs got:

- Ez çawa piling bim û yek kanibe vê neheqiyê li pismamê min bike û wî têxe vî halî? Hela ka tu vî tebayê zalim zû nîşanî min bide, ji bo ku ez heyfa te û bav û kalan jê hilînim.

Pisikê got baş e, wê demê bide dû min, ezê nîşanî te bidim.

Dibêjin pir çûn hindik çûn, rastî cotkarekî hatin.

Pisikê got:

- Ew tebayê ez xistime vî halî ev e. Wa ye cot dike.

Piling çû ba cotkêr û bi hêrseke mezin jê ra got:

- We însanan heta nuha zulmeke mezin li pismamê min kiriye. Îro ez hatime heyfa pismamê xwe ji te bigrim. Ez wek we ne zalim û ne jî bêbext im. Hema çi sîleha te heye bîne. Tu îro ji destê min xelas nabî, ji bo ku tu ji yên din ra jî bibî ibret, ezê te zîfêl zîfêlî bikim!

Cotkêr bala xwe dayê ne henek e,  mesele cidî ye, dibê çareyekê ji xwe ra bibîne. Ya na xelasîya wî ji destê piling tuneye, ewê wî bikuje. Ji piling ra got:

- Baş e, li vir bisekine, ezê herim ji malê şûrê xwe bînim, emê dûra şerê xwe bikin.

Piling got:

- Here û zû were.
Ez li vir li benda te me.

Cotkêr got:

-Lê ezê çawa bawer bim ku tu yê nerevî?

Piling got:

- Tu çi sondê dixwazî ezê ji te ra pê sond bixum ku ezê li benda te bim.

Cotkêr got:

- Em neyarên hev in, ez bi sonda te bawer nakim. Lê ku tu bihêlî ez te li vira girê bidim, hîngê ezê bawer bikim ku tu narevî, tu yê li benda min bî.

Piling got:

- Law tu çi bixwazî ezê bikim. Lê dibê tu viya baş bizanibî ku tu îro ji destê min xelas nabî.

Û dûra jî got were min girê bide.

Cotkêr rabû her çar nigên wî baş bi hev va girê dan û dûra jî bi misasa destê xwe hatê, lêdaneke baş lê kir, heta ku xewirand. Û dûra jî bi nigê wî girt û ew ji ser cotê xwe bi dûr xist, bir danî daristanê.

Piştî demekê hişê piling hat serî. Bala xwe dayê pisik li ber serê wî rûniştiye û kûrre kûrre digrî, bi ser da hêsiran dibarîne.

Piling, bi hustiyekî xwar û bi dengekî melûl ji pisikê ra got:

- A nuha ez fêm dikim ku ev teba ji tebayên din hemûyan bêbexttir û zalimtir e. Bi ya min dîsa şikir bike ku tu nebûyî kêzik û neketiyî qulikên dîwaran...

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE