12 juni 2011

Kera kulek û gur

Dibêjin hebû tunebû, kereke kulek hebû. Rojekê dema ew ji xwe ra li mêrgê diçêriya hew dît ku wa ye gurekî berê xwe daye wê, bi xar ji hember da tê.

Ji bo ku ruhê xwe xelas bike, bi hemû hukim û hêza xwe baz da.

Lê ji ber ku kulek bû, lema jî nikanîbû baş baz bida, xwe ji ber gur xelas bikira. Ji mecbûrî sekinî û ji gur ra got:

-Birakê gur, diyar e ez qismetê te me. Lê berî ku tu min bixu(bixwî), ez dixwazim ev şîlê ketiye simê min ê dawî, tu jê derxî û dû ra min bixu. Çimkî ez ditirsim dema tu min bixu ew di gewriya te da bimîne û tu pê bimrî. Lema jî ya çêtir, berî ku tu min bixu tu yê wî şîlî ji simê min derxî. Dûra tu bi qîma xwe yî, tu min çawa dixu tu zanî.

Gur got :

- Wey mala te ava û gelek sipas ji bo vê agahdariya te. De îcar ka paşê xwe bi mamê xwe da ke ji bo ku ez şîl jê derxim.

Kerê bi dostî û sernermî paşê xwe bi gur da kir û nigekî xwe yê dawî jî rakir hewa fena ku dike nîşanî wî bide.

Gur bi eceleyeke mezin serê xwe xwar kir ji bo ku li simê kerê binêre û şîlê tê da bi diranên xwe yên tûj jê bikşîne.

Dema gur ket zefta kerê, meda lêxistinê, kerê ji nişka ve bi hemû hêza xwe zîtikeke baş avêt ji orta eniya gur da. Gur wek kertalekî bi ber bê keve, bi hewa ket û dûra jî wek termekî bêruh got gurm û ji hewa da hat xwar, li ser piştê li erdê dirêj bû. Kerê derbek pir xedar lêxistibû, xewirî.

Dema çavê xwe vekir, bala xwe dayê wa ye ker rabûye çargavîyê û gelkî jê bi dûr ketiye, êdî ne mimkûn e ku here xwe bigihînê. Ji xwe ra got:

- Ev yek heq û misteheqê min e. Heger piçek meju (mêjî) di serê min da hebûya min xwe nedikir tixtor, minê di cî da ew bixwara. Ma tixtoriya derewa bi min ketibû?

1 kommentar:

  1. Mamoste,
    Ez hevi dikim tu cirokan hinek kem ki ci bidi nivisen xwe.

    Benda

    SvaraRadera

PARVE BIKE