04 juni 2011

Hûtê Hevtreng

Hebû tunebû, rûviyekî pir fenok hebû.

Lê ji ber ku kal bûbû loma jî êdî weke berê nêçir jê nedihat.

Êdî nekanîbu bi fen û fûtan nêçîra kew û teyr û tuyan jî bikira.

Ji sibê heta êvarî wer li çol û çepelan doş dibû, lê nikanîbû tu nêçîr bikira. Tim destvala vedigeriya malika xwe.

Rojekê ji xwe ra got, vaye  nêçîr ji min nayê ya baş ew e ez herim nava gund belkî ji xwe ra mirîşkekê, tiştekî bibînim û pê zikê xwe têr bikim. Ya na ezê di malika xwe da ji birçîna bimrim.

Dema dinya tarî bû rabû berê xwe da nava gund. Lê gava nêzîkî gund bû, ewte ewta kûçikan ew tirsand, newêrîbû biçuya nava gund, bîstekê li dora gund viz bû, lê tu tişt nedît.

Rojên xortaniya wî hat bîrê, rûvîyekî jêhatî bû, gava birçî dibû diçû diket pînan, ji xwe ra mirîşkek dibir û pê zikê xwe têr dikir.

Lê nuha nikanîbû nêçîra kewekê jî bikira, dida pê kîjan nêçîrê vala bû, destvala, jihaldaketî vedigerîya.

Piştî van fikaran, cesareta xwe topî ser hev kir û çû ket nava gund. Bala xwe dayê li perê gund maleke bi tenê heye, bêdeng û his e.


Ji xwe ra got, wele şansê min heye û rabû qerde qerde çû ket hundur malê û ji xwe ra li qismetekî geriya.

Gava li hundur malê digeriya çend sîtilên denê(boyaxê) bi ber çavên wî ketin.

Meraq kir, xwest bizanibe çi di nava stîlan da heye. Bi ser sîtilekê da xûz bû, got tep û ket hundurê wê.


Ji bo ku ji nava sîtilê derkeve xwe bi vî alî û wî alî da çind dikir, lê nikanîbû derketa, her cara ku xwe çind dikir, pirtir di boyaxê digeriya.


Axirê dawîya dawî bi halekî gelkî xerab ji wê sîtilê xelas bû. Lê dema xwe çind kir, îcar di sîtileke din wer bû û di yeka din…

Ji vê sîtilê xwe çindî sîtila din dikir û di boyaxê digeriya.

Piştî gelek kefteleft, bi zor xwe ji nava sîtilên denê xelas kir, lê bûbû sosiret û heywanekî heftreng.

Kesî nizanîbû çi teba ye.

Rûviyê me yê fenok bêyî ku nêçîrekê bike bi halekî perişan ji hundur derket û rasterast dîsa berê xwe da nava daristanê.

Piştî bîstek bînvedan rabû ser xwe. Bala xwe da bejn û bala xwe ya rengorengo matmayî ma. Pûrta wî heftrengî bûbû.

Ji xwe ra got, tu lawirê bi vî rengî tuneye, kes min nas nake, hema ya baş ew e ku ezê xwe serdarê vê daristanê îlan bikim. Wê demê hemû lawirên daristanê ewê têkevin bin emrê min û ji min ra xizmetê bikin.


Û dûra jî rabû li nava daristanê geriya. Rastî kê hat got, ”ez hûtê heftreng serdarê vê daristanê me.”!


Rabû xeber rêkir ji hemû lawirên daristanê ra, got werin emê civînekê çêkin û ji xwe ra serdarekî nuh hilbijêrin.

Li ser vê banga rovî, lawirên daristanê giş hatin, le şêr nehat. Rovî dema dît şêr nehatiye ji gur pirsî û got:

"Ma ew şêrê sermezin û pozbilind çima nehatiye?’

Gur got:
"Serdarê min î heftreng, şêr dibêje serdarê daristanê û hemû lawiran (heywanan) ez im û ez serdariya tu kesê din jî qebûl nakim. T
u kes jî nikane serdariya min ji min bistîne. Jixwe li gor adet û toreya me jî serdarî nayê dayin û stendin. Serdarî ji bav û kalan derbasî lawan dibe. Em şêr ji bav û kalên xwe da tim serdar in..."

Li ser van gotinên gur, rûvî xwe aciz kir û bi hêrs got:

"Here gazî wî bike bila zû were. Heger neyê ez zanim ezê çi bînim serê wî !."

Gur ji tirsan biziya, hema bi lez rabû çû cem şêr û gotinên serdarê nuh yek bi yek jê ra gotin.

Şêr bi hawakî bêdil rabû hat tevî civînê bû.

Rovî di civînê da bi rengekî ji xwe bawer û bi dengekî bilind got:

"Gelî lawiran, heya nuha ji ber ku ez ne li vir bûm birayê min şêr serdarê we hemûyan bû. Lê vaye êdî ez hatime, loma jî ji nuha û şûn da serdarê we êdî ez im. Navê min jî Hûtê Heftreng e. Ji nava we tu kesê vê biryarê qebûl neke heye?”


Deng ji tu kesî derneket.


Şêr di nava xwe da ket şikê, got, “tiştek di vê meselê da heye lê ez nizanim çi ye?”

Axirê wî jî dengê xwe dernexist, îtîrazî biryara rûvî nekir.

Rûvî gava dît deng ji tu kesî dernayê, hinekî din jî pê da çû, got:

”Ji vir û şunda ji we kî nêçirekê bike, dibê para serdarê xwe jî bîne vir. Ji ber ku wek serdar karê min pire, ez nikanim her roj biçim bi pêy nêçîr mêçîran kevim.”

Bi vî hawî rûviyê me yê fenok bû ”Hûtê Hevftreng” û serdarê hemû lawirên daristanê.

Ji ber ku serdar êdî ew bû, lema jî her kesî him jê ra hurmeteke mezin nîşan dida û ji gotina wî dernediket û him jî xwarina wî tim diçû ber nigê wî.

Kêf kêfa rûvî bû, bi fenekê ji xwe ra tê da mabû.

Lê piştî demekê gumanên şêr zêdetir bûn û ji  xwe ra got:

”Hela ka ez vî hûtê heftreng carê bişopinîm gelo ew çi kes e, kî ye û çi hunerên wî hene?

Şêr demekê ew ji dûr ve taqîb kir.

Dema şêr ew taqîb dikir, rojekê ji dûr ve dengê rûviyekî hat şêr. Dengê rûvî çer çû guhê ”Hûtê Heftreng”, wî jî wek rûviyan bersîv da dengê rûvî û ew jî weke rûviyan waqî ya.

Gava şêr waqîna rûvî bihîst, hema ji pişt daran derket û çû li ber rûvî sekinî û pênçeyek li belika guhê rûvî xist, got:

”Rûviyê şekalan, dêmeg heta nuha te ez xapandime haaa! Te xwe li ser serê min kir Hûtê Heftreng !”

Rûvî tavilê dest bi şalûziyan kir, got serdarê min, min kir tu nekî, min efû bike, ez xulamê te me…

Şêr bi çend pençeyan rûvî li erdê dirêj kir.

Û dûra jî dîsa weke berê derket ser textê xwe û serdariya xwe ji nuhva îlan kir...

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE