13 mars 2011

Zarokxaneya kurdî ya pêşî li gelê Amedê pîroz be...

Do li Diyarbekrê belediya Sûrê zarokxaneyeke kurdî vekir.
Zarokên di nabêna 3-6 salî da ewê herin vê zarokxaneya kurdî...
Bi qasî ku ez dizanim li Kurdistanê ev zarokxaneya kurdî ya pêşî ye.
Li hemberî asîmîlasyonê ev cara pêşî ye ku kurd gaveke berbiçav davêjin. Ez hêvî dikim ku bajarên din jî bidin ser şopa Amedê.
Zimanê zarokxaneyê ewê kurdî be, personalê bi zarokan ra bi kurdî bipeyivin.
Dema min bîstek berê di facebookê da xebera vebûna zarokxaneya kurdî xwend gelkî kêfa min hat û min ev şiroveye li jêr di binê xeberê da nivîsî.

Her bijî!
Zarokxaneya kurdî ya pêşî li gelê Amedê pîroz be!
Heta nuha belkî min bi dehan car li ser vê mijarê nivîsî û xwest ku kurd li bende dewletê nemînin, bi xwe navika xwe bibirin.
Her miletek li gor şertên xwe têkoşînê dide û rizgar dibe....
Rizgariya miletê kurd jî ewê neşibe ya miletên din, emê li gor şertên welatê xwe, gav bi gav azadî û serxwebûna xwe bi dest xin.
Dil dixwest ku nuha bi dehan zarokxaneyên kurdî li Amedê hebûna. Lê mixabin wiha nebûye. Bes ji nuha û pê va dibê yek li pey yekê vebe.
Bêguman kesê ji xwe ra dibêje ez kurd im, dibê zarokên xwe neşîne zarokxaneyên tirkî, dibê li Amedê û li hemû bajarên Kurdistanê zarokxaneyên tirkî topê bavêjin, mecbûrî girtinê bibin. Her kurd dibê zarokên xwe bişînin zarokxaneyên kurdî....

Ev jî li ser felekaeta li Japonyayê
Tofan û bobelata Japonyayê ji texmînan jî mezintir e.
Bajar bi tevayî ji xerîteyê rabûne, erebe, keştî, dar û ber, xaniyên 20-tebeq, pira, bi dehhezaran însan weke kêzikan, weke pûş û pelaş bi ber avê ve diçûn…
Li hember dîmenên meriv temaşe dikir gurûzî ...digirt canê meriv, aqilê meriv disekinî…
Yanî gava meriv li vîdeo û fîlman temaşe dike, meriv dibîne ku ew ji erdhejekê wêdatir, tiştekî wek ”Tofana Nûh” e.
Diyar e ”Tofana Nûh” jî felaketeke wiha mezin û dûrî aqilan bûye.
Loma jî ketiye hersê Kitêbên Dînên Semawî. Destana Gilgamiş, Tewrat, Încîl û Quran qala Tofana Nûh dikin.
Li gor Destana Gilgamiş tofana pêşî li Kurdistanê di nabêna Ferêt û Dîcleyê da qewimî ye û Keştiya Nuh jî li Çiyayê Agiriyê asê bûye.
Nuha gava di telewîzyon û înternetê da min dîmenên ”Tofana Japonyayayê” dît, min ji xwe ra got, Tofana Nûh jî miheqeq tofaneke wiha mezin, belkî jî ji viya mezintir bûye ku loma jî kitêbên miqedes qala vê dikin…

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE