02 mars 2011

Kî yê zengil têxe hustuyê pisikê?

Dibêjin hebû tunebû, li gundekî gelek mişk hebûn.
Mişk gava bi şev ji qulikên xwe derdiketin, der û dor baş saxî dikirin. Heger tu talûke tunebûya, derdiketin derve û ji xwe ra li tiştekî xwarinê digeriyan, di kozan û binê kulînan da zikên xwe têr dikirin.
Lê ji siûda wan ya xerab ra her li wî gundî pisikek reş jî hebû ku qet rehetî nedida wan.
Pisika reş di girtina mişkan da pir jêhatî bû. Wê bi hawakî bêdeng û pir jî bi dizî xwe nêzî wan dikir û dûra bi derbekê da xwe çindî ser wan dikir û ew digirtin.
Mişk giş ji vê konetî û zîrekiya pisikê pir nerehet bûn. Pisikê jiyan li wan heramandibû, kiribû zindan.
Dema mişka napirûk (naperûçk) û diranên pisikê yên tûj dianîn bîra xwe ji tirsa diricifîn, xwarin bi ber wan da nediçû.
Mişk her êvar li hev kom dibûn, bi hev dişêwirîn, ji hev ra digotin:
-Gerek em ji vê pisika zalim xelas bibin. Ku em jê xelas nebin, emê tu carî nikanibin ji van qulikên xwe derkevin derve û li vê dinya ronak serbest û azad bijîn.
Lema jî dibê em tiştekî bikin, çareyekê ji vî halê xwe ra bibînin. Ev jiyana me ne tu jiyan e. Ji tirsa pisikê em newêrin serê xwe ji qulikên xwa derxin…

Mişkan ji halê xwe gazin dikirin, li hember pisikê li çareyekê digeriyan, lê nizanîbûn ewê çareyeke çawa bibînin?
Li mitbaxa malekê, di bin kulînê da mişkekî rîsipî dijiya. Rojekê mişk giş kom bûn û çûn ba wî mişkê rîsipî, jê aqil û alîkarî xwestin.
Mişkê rîsipî piştî ku li gilî û gazinên mişkan guhdarî kir û şûn da, kûr û dûr fikirî.
Ji mişkan kirtînî dernediket, giş li benda bûn ku mişkê rîsipî ewê aqilekî bide wan, riyeke felatê bi ber wan xe. Dibê mişkê rîsipî ji halê wan yê perîşna ra çareyek bidîta.
Dawiya dawî mişkê rîsipî got:
-Gelî mişka, fikrek min heye. Dibê bi hawakî meriv tiştekî têxe hustiyê pisikê. Tiştekî wisa ku dibê deng jê were, dibê meriv hatina wê bibihîze.
Pisikê rîsipî hinekî serê xwe xurand û dûra jî axaftina xwe weha domand:
-Mesela zengilek ewê kanibe vê wezîfê bibîne. Çaxa zengil di hustiyê wê da be ewê nikanibe bi hawakî bêdeng xwe nêzî me bike. Emê hatina wê bibihîzin û bi vî hawî jî fersendê bibînin xwe bigihînin qulikên xwe.
Ev fikir ket serê mişkan hemûyan, giş kêfxweş bûn û gotin wele tedbîreke pir baş e.
Lê ewê zengil ji ku peyda bikirana?
Piştî minaqeşeyên dûr û dirêj çareya vê yekê jî dîtin. Zengilê beranê malê bi ser kulavê şivên ve dardakirîbû. Anîna wî gelkî hêsan bû.
Mişkekî tavilê çû benê wî kurisand û zengil girt û anî.
Mişkekî din jî çû ji derekê qayişek peyda kir.
Û dûra jî zengilê xwe pêve kirin.
Êdî her tişt hazir bû, tenê dibê zengil bibirana têkirana hustiyê pisikê.
Lê kê ewê ev wezîfeya bi talûke bigirta ser milê xwe?
Dawiya dawî mesle hat ser:
-Kî yê here zengil têxe hustiyê pisikê?
Kesî nexwest xwe bide ber karekî wiha.
Yekî ji tirsa got:
- Wele li mal karekî min heye, dibê ez rabim herim mal.
Yekî got:
- Ev demeke milê min diêşe, ez tew nikanim destên xwe bilind bikim…
Yekî din got:
- Ev çend roj in ez kût bûme, nig ketiye ber min, ez nikanim bimeşim…
Û dûra jî xwe kuland û ji civînê derket.
Yekî din got:
-Minê ev kar bi dil û can bikira, lê ez tehamulî dengê zengil nakim. Gava dengê zengil û bîna qayişê tê min, ez di cî da dixewirim.
Welhasil her mişkekî ji bo ku nebe zengil nexe hustuyê pisikê bi hawakî ji xwe ra mazeretek dît û xwe neda ber vî karî û rabû çû mala xwe.
Lema jî pisik hîn û hîn jî bêzengil e û mişk jî nikanin hatina wê bibihîzin. Û ji bo wê jî pisik tim kane bi dizîka mişka bigire…

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE