16 mars 2011

Helebçeya şehîd ji bîr nekin !

Di dîroka miletê kurd da îro rojeke reş e.
Li başûrê Kurdistanê li bajarê Helebçeyê ji asîmanan da jahrî barandin ser kurdan û zar û zêçên wan.
Di 16-ê adara 1988-an da balafirên şer yên rejîma Seddam Hisên bombeyên kîmyawî barandin ser bajarê Helebçeyê.
Di nava çend deqîqeyan da li Helebçeyê 5 hezar însan bi jahriyê mirin û bi hezaran jî kor û seqet bûn.
Helebçe weke bajar kavil bû.
Ji ber ku ev qetlîama li hember miletekî bêpişt û bêxwedî hatibû kirin, loma jî cîhanê di serî da xwe kerr û lal kir û tu reaksiyon nîşan neda.
Ne Neteweyên Yekbûyî, ne Yekïtiya Ewrûpayê û ne jî dewleteke din li hember vê jenosîda li hemberî miletê kurd tiştek negot û midaxele nekir.
Ji xwe heger ne çen d rismên hin rojnamevan û ajansa Îranê bûya kessî mezinbûna qetlîamê nedidît û fêm jjî nedikir.
Rejîma Saddam Husênê, di nabêna salên 1986-1988-an da li hemberî kurdan bi navê ”enfalê” operasyoneke valakirina Kurdistanê da destpêkirin.
Bi van êrîşên dirinde armanc ew bû ku Kurdistanê ji kurdan vala bike û di dewsa wan da ereban bicî bike.
Bi taybetî jî li hin bajarên weke Kerkûk, Xaneqîn, Mendelî, Mûsilê û hin herêmên din, rejîmê bi êrîşên ”enfalê” dixwest kurdan ji kok da ji wan herêman paqij bike.
Di van êrîşên ”enfalê” da bi hezaran gundên kurdan hatin valakirin û şewitandin, bi dehhezaran kesên siwîl bi darê zorê ji bajar, gund, erd û avên wan hatin bidûrxistin û bi hezaran kes jî bi girseyî hatin qetilkirin, gelek kes bi saxî hatin gorkirin.
Heta nuha gelek dehan gorrên komelî hatine dîtin.
Hîn wê rojê li Kerkûkê gorreke komelî ya 3000 kes tê da ji alî pêşmergeyan ve hate dîtin.
Piştî Hîroşîmayê ev cara pêşî bû ku li bajarekî bi çekên kîmyawî di yek carê da 5-6 hezar însan hatin qetilkirin û bi hezaran kes jî seqet man.
Herçiqas rejîma Seddam nemabe û beşekî qatilan cezayê xwe dîtibin jî, lê li Îraqê kesên ku îdeolojî û siyaseta Seddam diparêzin hîn pir in.
Van hêzên nîjadperest ji dîrokê û ji qetlîamên Seddam ders negirtine, loma jî li hember miletê kurd hîn eynî siyaseta nîjadperest ya qedandina kurdan diparêzin û xeyal dikin.
Di her fersendê da li kurdan gefan dixwin û dixwazin mafên ku kurdan bi xwîna dehhezaran şehîd bidest xistine paşda bigrin û kurdan dîsa bikin bindest.
Van hêzên ereb yên beesî û şovenîst hîn naxwazin axa kurdan, bajarên wan paşda bidin.
Yanî bi kurtî li başûrê Kurdistanê tahlûkeya li hember kurdan hîn bi temamï ji ortê ranebûye.
Li hember van dijminên hundur û der tenê sîleheke kurdan heye, ew jî hevkarî û yekîtiya wan e.
Heger kurd bi hev nekevin û vê hevkariya xwe bidomînin ewê biser kevin, kes nikane desthilata wan têk bibe.
Bi hêviya ku careke din miletê kurd trajediyeke wek ya Helebçeyê nebîne…

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE