06 mars 2011

Di dîroka miletê kurd da "6-ê adarê" rojeke bêyom e

Di dîroka miletê kurd roja ”6-ê adarê” rojeke pir bêyom e.
Sîûşeş(36)sal berê di 6-ê adara 1975-an da di nabêna Îran û Îraqê da Peymana Cezaîrê hat îmzekirin.
Şahê Îranê Riza Pahlawî û dîktatorê Îraqê yê wê demê Seddam Husên, bi teşwîq û alîkariya Tirkiyê, Emerîkayê û serokê Cezaîrê Bûmedyen li Cezaîrê li hember kurdên başûr Peymana Cezaîrê” îmze kirin.
Bi vê ”Peymana Cezaîrê”, Îranê piştgiriya xwe ji ser kurdên başûr û Mele Mistefa Barzanî qut kir û Îraqê jî dev ji alîkariya kurdên Îranê berda.
Bi vê peymanê, Seddam Husên li herêma Şetul Ereb hin erd wek bertîl da Îranê û hersê dewlet bi vî hawî li ser esasê şikandina tevgera Mele Mistefa Barzanî li hev hatin.
Piştî îmzekirina ”Peymana Cezaîrê”,(6/3-1975) Îraqê otonomiya ku dabû kurdan îptal kir û li ser vê şer dest pê kir.
Osmaniyan, tirkan, ereb, faris, emerîkî, rûs û ewrûpiyan di dîrokê da li hember miletê kurd gelek caran bêbextî kirine û bûne sebebên bindestiya miletê kurd û gelek trajediyên mezin.
Peymana Cezaîrê jî li hember miletê kurd yek ji van bêbextî û îxanetên herî mezin e.
Tevgera kurd li başûrê Kurdistanê bi ”Peymana Cezaîrê” derbeyek pir mezin xwar û zirareke pir mezin dît.
Tevger ji bo demekê be jî şikest, bi hezaran kurd koçber bûn û bi çolan ketin.
Piştî ketina Şah û hatina Xumeynî, Seddam Husên ji bo ku erdê bi ”Peymana Cezaîrê” weke bertîl dabû Îranê paşda bigre, di sala 1980-î da êrîş bir ser Îranê û ew erdê dabû îşxal kir.
Şerê nabêna Îraq û Îranê 8 salan(1980-1988)dom dom kir. Li gor texmînan ji herdu aliyan nêzî milyonek însan hatin kuştin, bi sedhezaran kes birîndar û seqet man û bi sedmilayar dolar perê emerîkî jî zirar dîtin.
Îran teslîm nebû, bêyî ku kes qezenc bike di sala 1988-an da şer hat rawestandin û herdu dewletan peymana ”aştiyê” îmze kirin.
Vî şerî zirareke mezin da miletê kurd jî. Qetlîama Helebçeyê yek ji van malwêranî û tofanên mezin yên vî şerî ye ku hate serê miletê kurd.
Berê keç û xortên kurdan tunebû ya jî pir kêm bû ku dîroka xwe bixwîne û fêr bibe. Lê nuha, bi hebûna înternetê ev îmkan heye.
Kurdên zana û dîroknas dibê bi minasebetên rojên wiha van rojên girîng tim bi bîra kurdan xin û zanîna wan ya dîrokê xurt bikin û zînde bihêlin.
Lê li alî din, xemgîniya herî mezin ew e ku serok û kadirên bûne şahid û mexdûrên van tofanên giran, van trajediyên mezin îro ketine pêxîla hev û gel û xortan li hember hev pîj dikin û bi vê yekê jî dibin sebebên gelek tevliheviyên pir ne xweş.
Meriv hêvî dikir ku serok û kadirên ku trajediyên ”Peyman Cezaîrê”, Enfal û Helebçe dîtibin êdî tim bi çavê bira li hev binêrin û tu carî nebin dijminên hev û guleyan hew bera hev bidin.
Lê mixabin serok û rêberên Tevgera Goran û hin hizbên Îslamî bi xwepêşndanên li Silêmaniyê ev mesûliyeta siyasî û netewî ku meriv ji wan hêvî dikir nîşan nedan û bi tevger û gotarên xwe di nabêna miletê kurd da bûn sebebê peydakirineke dijminatiyeke sûnîî, ya dûrî aqilan.
Bi hêviya ku di zûtirên wextê da serokên Goranê û hemû serok û rêberên kurdan li xwe varqilin û di xeta malwêraniyê da israr nekin, destê dost û biratiyê dirêj hev bikin û nebin sebebên ”Peymana Cezaîreke” nuh…

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE