13 mars 2011

AKP dixwaze berê yê xurt biqedîne

Altan Tan kurdekî ji dîroka gelê xwe û ya tirkan haydar, zana, rastgo û xwedî cesareteke medenî ye.
Merivekî ne oportunîst e, diwêre ji rast ra bibêje rast û ji xwar ra jî bibêje xwar…
Lê ya herî girîng jî pêş xwe dibîne û nêt û siyaseta AKP-ê baş fêm kiriye.
Loma jî heta ji min tê, ez hevpeyvîn û nivîsên wî taqîb dikim.
Bîstek berê di kaneleke telwîzyoneke tirkî da min lê guhdarî kir. Dîsa tiştên pir xweş gotin, got ew wisa bawer dike ku hukûmet kurdan dixapîn e.
Çend roj berê di hevpeyvîna xwe ya di malpera ”gazetekurd” ê da jî hema hema eynî dîtinên xwe anîbû zimên.
Tan, him di minaqeşeya xwe ya di telewîzyonê da û him jî di hevpeyvîna xwe ya ”gazetekurdê” da li ser siyaseta AKP-ê tiştên pir rast û girîng dibêje.
Tan bi kurtî dibêje:
”AKP û dewlet serî li kurdan digerîne. Dixwaze PKK-ê bi hawakî tasfiye bike û dû ra jî şekirekî sêvan bide destê kurdan û meselê biqedîne. Nuha bi kêmanî nîvê kurdan bi kurdî nizane. Pênc deh(5-10)salên li pêş me pir girîng in. Heger perwerdeya bi zimanê kurdî acîlen neyê dayin helandin ewê gelkî bi pêşda here. Hukûmet dixwaze bi dirêjkirinê gelşê birizîne. Piştî ku kurd qediyan dana mefê perwerdeya bi kurdî jî ewê bi kêrî tiştekî neyê.”
Tan, nimûneyeke xweş jî da, got, Piştî komunîzm qediya destûr dan partiya komunîst, dixwazin li kurdan jî wisa bikin.
Yanî piştî ku kurd asîmîle kirin ewê bibêjin kerem bikin zimanê we…
Li ser mesela hilbijartinên 12-ê hezîranê û tifaqa di nabêna kurdan da jî dibêje, heger deklarasyoneke 3-4 medeyî ya basît ku ji şivanekî serê çiyan bigre heta bi mezûnekî ji Oxfordê jê fêm bike û bingehfireh, ku kanibe kurdên dîndar jî, yên sosyal demokrat û lîberal jî temsîl bike were hezirkirin ewê rayekî zêde werin girtin. Û ji xwe çareserî jî di vir da ye.
Heger siyaseta kurd kanibe viya pêk bîne ewê biser keve.
Li gor Altan Tan, TRT6, qurs û hin tiştên wiha biçûk hemû manawrayên ji bo xapandinê û qedandina PKK-ê ne.
Tan, kurdekî dîndar e û AKP-ê û piraniya kadrên wê jî pir baş nas dike. Loma jî ev dîtinên Tan, pir girîng in. Kesên nivîsên min taqîb dikin, dizanin ku ev serê salan e ku ez vê dîtinê diparêzim.
Bi dîtina min jî di siyaseta li hember kurdan da AKP-ê di nabêna kemalîstan, AKP-ê û dewleta kûr da tu dijayetî tuneye, divî warî da hemfikir in.
Loma jî pir girîng e ku di hilbijartinan da kurd careke din bi gotinên AKP-ê nexapin û miheqe di nabêna xwe da tifaqekê şêkin.
Tifaqeke ku bingeh û çarçeweya wê ne îdeolojî, netewî be, kurd bûn û azadiya kurdan be.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE