09 februari 2011

Dibê meriv şûr nede destê neyar

Li gor nûçeyên hin malperên kurd, Şivan Perwer li Almanyayê bi TRT6- ê ra hevpeyvîneke dirêj kiriye.
TRT6-ê hin beşên vê hevpeyvîna Şivan weşand lê temamiya hevpeyvînê ewê di 15-ê sibatê were weşandin.
Hevpeyvîna Şivan Perwer bi TRT6-ê ra rast e, lê hevpeyvîn bi rastî jî ewê di 15-ê sibatê da were weşandin ya na, ez nizanim.
Bes TRT6-ê anonsa 15-ê sibatê kir.
Heger bi rastî jî hevpeyvîna Şivan Perwer di TRT6-ê da di 15-ê sibatê da were weşandin ev yek îstîsmara Şivan û ji bo kurdan mesajeke pir manîdar e.
Wisa xuyaye ku bi weşandina di 15-ê sibatê da dewlet dixwaze kurdan bera hev bida û zirarê bigihîne tevgera kurd ya netewî.
Bi îhtîmaleke mezin Şivan ev hesab û pîlana dewletê texmîn nekir, jê ra negotin ewê çawa û kînga biweşînin.
Lê wiha ye, dibê meriv şiyar be û şûr nede destê dijminê xwe.
Gava meriv şûr da destê dijimê xwe, ewê jî wiha derba mirinê li meriv bide.
Mixabin gelek kurd bi derew, ken û silaveke AKP-ê dixapin û zirareke mezin didin keda xwe û miletê xwe.
Wek tê zanîn Abdullah Ocalan di 15-ê sibata 1999-an da li Kenyayê ji alî Emerîkayê va teslîmî Tirkiyê hate kirin û di 29-ê hezîranê da jî mahkemê biryara îdamî wî da.
Serîhildana Şêx Seîd di jî ”15-ê sibatê” da dest pê kir û di 29 nehê hezîranê da jî Şêx Seîd û serokên tevgerê hatin îdamkirin.
Yanî dewletê him roja girtina Ocalan û him jî roja îdama wî xistin rojên serîhildanê û îdama Şêx Seîd.
Yanî dewlet bi vî rengî heyfa xwe ji kurdan digre.
Û di 15-ê sibatê da bi weşandina hevpeyvîna Şivan Perwerra jî dixwazin him heyfa xwe dubare bikin û him jî safiya Şivan îstîsmar bikin û bi vî rengî kurdan bera hev bidin, dijminatiyekê peyda bikin.
Ev tarîxa weşanê jî nîşan dide ku ev dewlet û ev hukûmet hîn jî çiqasî neyarê miletê kurd e û ji bo wan ferqên îdeolojîk û siyasî yên di nabêna kurdan da qet ne girîng e.
Ya girîng kurdbûna wan .
Dîsa bi vê weşana 15-ê sibatê meriv dibîne ku dewlet çiqasî bi pilan û program dixebite.
Yên saf, kûr û dûr nafikirin, bi silav û dereweke AKP-ê dixapin kurd in, loma jî zû tên bikaranîn.
Pêşiyên kurdan gotine, dijminê bavan nabin dostên lawan.
Camêrekî gotiye, ”dema dijminê te tu rexne kir netirse. Lê li xwe miqate be dema ji te ra li çepikan xist.”
Dijminê me bi îmkanên xwe îro ji me xurttir e, loma jî dibê meriv zû bi zû şûrê destê xwe nede wî û xwe destvala nehêle.
Dewlet îro li alîkî bi girtinê, terorê û kuştinê dixwaze tevgera kurd ya netewî bişkîne û kurdan bindest bihêle.
Lê li aliyekî din jî vê plan û dijminatiya xwe vedişêre, dixwaze hin kurdan bi siyasetê, bi nermikî, bi dostiya bi derewan bixapîne.
Ev dijminatiya veşartî ji ya eşkere pir tahlûketir e.
Kesên ku bibêjin, ”yek dewlet, yek milet, yek al, yek ziman” ne mimkûn e ku ji Şivan Perwer hez bikin û bibin dostên wî.
Silava wan ji bo xerabiyê û fêsadiyê ye, dibê em kurd viya baş bizanibin û li gor wê fersendê nedin wan.
Lê bira ev ”hevpeyvîna” Şivan ji me kurdan ra bibe ders…

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE