04 januari 2011

Bersîva Abîdîn Parilti

Abidîn, bersîva te ya bi qahr û hîdet ez matmayî hîştim...
Birayê ezîz, gotinê min negotiye ji kerema xwe ra neke devê min; min negotiye tu ji kurdî hez nakî. Min gotiye tu çima bi tirkî anons dikî.
Dema min di facebookê da banga te ya bi tirkî dît, min jî rabû ev çend rêzên jêr nivîsî:
”Abidîn, min tiştek ji vî îşî fêm nekir. Beşdar kurd in, pêşbirk bi kurdî ye, stran bi kurdî ne lê îlana te bi tirkî ye.
Ev çawa îş e?
Ma li gor te qey hemû kurd bi tirkî dizanin?
Yaho ez fêm nakim çima kurdên bakur ev zimanê tirkî kirine wek zimanê Qurana Kerîm, wek zimanekî pîroz, li gor wan her kurd miheqeq çend ayetan jê dizanin...
Wek Bavê Nazê negot, "waweylê ”
Nuha çi têkiliya vê rexneyê bi ”hezkirin” û nehezkirina kurdî heye?
Erê pêşbazî li Stenbolê ye, lê bi kurdî ye, kurd dikin werin bi kurdî bistirên.
Yanî kesên ewê beşdarî pêşbaziyê bibin hemû bi kurdî dizanin.
Loma jî tu sebeb tuneye ku meriv ji kurdên ku bi kurdî dizanin ra bi tirkî binivîse.
Min ev yek rexne kir, min got çima te bi kurdî nenivîsî ye.
Te bi kurdî û tirkî nivîsîbûya dîsa dibû, lê te tenê bi tirkî nivîsî bû.
Li gor baweriya min sebebekî vê şêlê yê psîkolojîk heye, piraniya kurdan bi qasî tirkî qîmetê nadin kurdî.
Ev yek ne bi zanîn tê kirin, şertan, asîmîlasyonê wiha kiriye, însan bîr nabin.
Lê ev bîr nebirin netîceyê naguhre.
Mesela ji dêlî te va, min ew bang nivîsîbûya minê bi kurdî nivîsandiba, ne mimkûn bû ku min bi tirkî binivîsanda.
Ev ferqeke pir girîng e û sebebên wê yên îdeolojîk û psîkolojîk hene.
Ev yek ji bo te tenê, ji bo piraniya kurdan wisa ye.
Tu dîsa yek ji başan î…
Ya din, di xebatên wiha da dibê meriv hinekî kûr û dûr bifikire, tiştên wiha biçûk jî bike sebeb û wasiteya pêşxistina kurdî, yanî dibê guhê meriv tim li ser kurdî be.
Min ev hêvî ji te dikir û loma jî ew ”gazin” kir.
Te gotiye dibê kes kirin û xebatên te rexne nekin, "baştir e em pesnê hev li ser dîwarê xwe binivîsin."
Wisa xuyaye ku tu tenê fêrî pesnan bûyî, tehamula te ji rexneyan ra tuneye, tu fêrî halan û çepikan kirine…
Ev exlaq û şêl, ne exlaq û şêla merivekî medenî û ronakbîr e…
Dibê kêfa meriv tenê ji pesnan ra neyê, dibê ji rexneyan ra jî were…
Gava meriv xebatek, karekî eşkere kir, mafê her kesî heye ku dîtina xwe li ser bibêje. Ev dîtin carnan dikane rexneyên ”pozîtîv” û carnan jî dikane yên ”negatîv” bin.
Lê xuyaye te ev yek hîn baş hezim nekirye, tu dixwazî xelk tenê ji te ra bibêjin ”her bjî” û ”şabaş” ji lokê qemer ra û li çepika xin!
Min digot belkî tu merivekî demokrat û têgihiştî ye, diyar e ez şaş im. Pohpoha(pesinsên) tirkan tu aşûnî kiriye, seriyek sîr naçe eyarê te.
Ji ber ku min gotiye tu çima îlana pêşbaziyeke kurdî bi tirkî didî, tu bi hîdet li min rabûyî, te azarên gelkî giran dane min, bi hêrs te gotiye îşê xwe ji me nînin, bi rexneyên wiha me nerehet nekin.
Abîdin, ev cara pêşîye ku ez gazinekê ji te dikim, heta nuha min ne bi devikî û ne jî nivîskî li ser te û xabatên te yek gotinina negatîv negotiye.
Lê min him bi devkî û him jî bi nivîskî gelek caran pesnê xebatên te daye. Û tu jî bi viya dizanî.
Min programa te ya di TRT6-ê da dieciband û min li her derê pesnê wê dida, min ev yek nivîsî jî. Kitêba te derket kêfa min hat, min bi nivîskî pesnê wê da û ji te xwest ku tu kurdiya wê jî biweşînî û min kitêb jî tavilê ji Stenbolê da anîn.
Loma jî îdîa te, "gava tiştekî baş hebe hûn dengê xwe nakin, lê gava kêmasiyekê dibînin êrîş dikin.” buhtaneke bêbinakeye.
Min li gor bawerî û dîtina xwe ji tiştê baş ra tim gotiye baş û ji yê ”şaş” û ”xerab” ra jî gotiye şaş û xerab…
Loma jî yê eyb dike ne ez im, tu yî.
Ji ber ku tu ezbere dipeyive, tiştê min nekiriye tu dikî hustuyê min û tiştê min kiriye jî tu înkar dikî..
A eyb ji vê ra tê gotin…
Min ji te ra negotiye bi ”dijminê” zimanê tirkî be birayê ezîz; ji xwe tu nikanî bibe jî, çimkî tu nanê xwe ji wî zimanî dixwî.
Helbet tu yê bi ”heyranê” wî bî.
Lê weleh ez wek te ne ”heyranê” tirkî me û ji dilê min jî nayê ez pê binivîsînim jî.
De bimîne di xweşiyê da.


Îlana Abîdîn Parilti ya facebookêTRT Şeş'in düzenlediği, "Strana Xwe Bêje" ses yarışmasının elemeleri başlıyor! İstanbul'daki elemeler ise bugün sabah saatlerinden itibaren TRT Tepebaşı stüdyolarında gerçekleşmeye başladı. İlgilenen bütün arkadaşlara duyurulur

Rexneya minAbidîn, min tiştek ji vî îşî fêm nekir. Beşdar kurd in, pêşbirk bi kurdî ye, stran bi kurdî ne lê îlana te bi tirkî ye.
Ev çawa îş e?
Ma li gor te qey hemû kurd bi tirkî dizanin?
Yaho ez fêm nakim çima kurdên bakur ev zimanê tirkî kirine wek z...imanê Qurana Kerîm, wek zimanekî pîroz, li gor wan her kurd miheqweq çend ayetan jê dizanin...
Wek Bavê Nazê negot, "waweylê !"

Û bersîva Abîdîn ya vê rexneya min:biraderên hêja rast e min bi turkî nivîsandiye lê divê neyê wê maneyê ku ez ji kurdî heznakim. Rast e kurt li hemi dinyê hene lê ev pêşbazî îro li stenbolê ye. yanê li ser çend gotina niyeta mirov a kurdayetîyê nexwînin. eybe. weke pêşniyar hûn dikarin pesnê hev li ser diwarê xwe binivîsînin wê baştir be. Gava tiştek baş hebe hûn dengê xwe nakin lê hûn gava kêmasiyekê dibînin hema êriş dikin. dîsa eybe. A din ez ne dijminê zimanê tirkî me ne dijminê tu zimana me jî. heyranê hemi zimana me. di xebatên we de serkeftin.

3 kommentarer:

  1. Xalo,
    Ez te pîroz dikim ji bo rexneyên te yên kurdistanî li hemberî Abîndîn-ê tirkîperest.
    Ya rast, gava ew dibêje "A din ez ne dijminê zimanê tirkî me ne dijminê tu zimana me jî. heyranê hemi zimana me." (xeletiyên rêzimanî aîdî wî ne) tenê dixwaze tirkîperestiya xwe bi navê "heyranê hemi zimana me" bincil bike.

    Mîna ku te gotiye, sebebên vê yekê yên "psîkolojîk u îdeolojîk" hene.

    Vî camêrî berî chend rojan jî pirtukek bi tirkî amade kiribu u ji bo rêklamê shandibu hemu malperen kurdî.

    Ya star, malperên bi kurdî jî bêyî ku du saniyeyan bifikirin, ew rêklama bi jehr weshandibun.

    Ez dibêm, em kurd hîna jî ehmeqên zimanê tirkî ne. Nimune jî di nav me da gelek in.

    De bila Abîdîn pêshta hînî zimanê xwe bibe u pashê jî keleshiyê li hemberî kesên kurdîperest bike.

    Silavên germ

    Paytext-Erzingan

    SvaraRadera
  2. Mamo,

    Wek te ji gotiye mesele nan e u ne tistek din.

    Haho

    SvaraRadera
  3. Gelek sipas ji bo şiroveyên we.
    A wiha carnan silavê bidin min bira bîna min hinekî fireh bibe

    SvaraRadera

PARVE BIKE