07 november 2010

Li gor Gul miletê kurd tuneye, ew "merivên" tirkan e

Serokkomarê Tirkiyê Abdullah Gul, di derbarê pirsa kurd û doza KCK-ê da îro hin daxuyaniyên pir balkêş, pir nîjadperest dane.
Gul, bi vê beyana xwe careke din nîşan daye ku ew merivekî çuqasî bêrû, bêexlaq û nîjadperestekî çuqasî xedar e.
Gul, di beyana xwe da gotiye, ”ji dêlî ku ew kurdan wek miletekî cuda qebûl bikin, ew hemû kurdan wek xizmên xwe dibînin.”
Birêz Gul, gelek sipas ji bo vê mezinayî û dilrahmiya te ya li hember kurdan. Piştî ku hûn me kurdan weke ”merivên/xizmên” xwe qebûl dikin, êdî tiştekî ku em ji we bixwazin bi rastî jî tuneye…
Ji ber ku cenabê te wa ye soza maf û şerefa herî mezin dide me.
Loma jî dibê kurd êdî rabin û rûnin û tenê sipasiya we bikin...
Nuha de were xwe ragire û devê xwe xera neke?
Yanî Gulê donme û heramzade ji miletê kurdê qehreman û xwedî kok û esil ra dibêje, ”hûn ne kurd in” û em we weke kurd qebûl nakin, lê em dikanin ji bo xatirê we, nefsbûçikiyikê bikin û we weke ”xizmên” xwe qebûl bikin, ji bo ku hûn bibin tirk.
Ev gotinên Gul pir vekirî nîşan didin ku AKP hîn kurdan wek miletekî qebûl nake, pir pir dikanin me weke ”xizmên” xwe qebûl bikin, lê ne zêde…
Û dema kurd ne miletekî serbixwe bin, tenê ”xizmê” tirkan bin, wê demê tu mafekî ku dewlet bide kurdan jî tuneye.
Ev gotinên Gul nîşan didin ku dîtin û nêta AKP-ê ya derbarê mesela kurdan da bi qasî ya MHP-ê xerab e û jîjadperest e, hîn dîtina dewletê ya resmî ye.
Dibê siyasetmedar û ronakbîrên kurdan bi rengekî pir cidî li ser van gotinên Gul raqwestin û hesabê van gotinên nîjadperest miheqaq ji Gul bipirsin.
Gul, çawa û bi çi heqî dikane bibêje ”em kurdan weke milet qebpl nakin.”
Heger kurd ne milet in wê demê çi ne?
Li cîhanê însanên ne mensûbê miletekî hene gelo?
Di derbarê daxwazên xweparastina bi Kurdî ya di doza KCK-ê da jî Gul eynî şêla xwe ya nîjadperest nîşan daye û gotiye:
”kesên ku bi tirkî nizanibin mafê wan yê xwezayîye ku bi zimanê xwe, xwe biparêzin, lê nabe ku dadgehan bikin ‘beşekî ji têkoşîna xwe’ Di vî warî da hakim ewê li gor ûjdan û nêrînên xwe temaşe bikin. Ger bi rastî jî bi zimanekî din(yanî bi tirkî) nizanibe, bêguman dibê bi zimanê xwe, xwe bi parêzin. Lê dema bixwazin dadgehê bikin beşekî ji têkoşîna xwe, helbet kesê destûrê nede vê yekê. Nabe ku hakimek bihêle dadgeh bibe cihê propagandayê.”
Tu werî vê ecêbê?
Li gor Gul, axaftina bi kurdî propagand e ye…
Gotineke pêşiyan heye, dibêjin, ”de tu werî vî kerî di vî buhurî ra derbas bik.”
Yanî Gul dibêje, kurdê ku bi tirkî zanibe mafê wî tuneye ku bi kurdî xwe biparêze, loma jî rast e ku hakim mafekî wiha nade siyasetmedarên KCK-ê.
Ê li gor vê dîtinê, ji ber ku hemû kurd bi tirkî dizanin, loma jî mecbûr in ku bi tirkî bipeyivin.
Bûyere doza KCK-ê bi rasîtî jî bû weke kevirê mîhengê, nêta AKP-ê ya rastîn derxist ortê, nîşan da ku AKP ne kurdan nas dike û nej î zimanê wan.
Dadgeha Tirkiyê mafê axaftina kurdî nade girtiyên kurd û serokkomarê Tirkiyê jî him kurdan weke milet qebûl anke û him jî dibêje rast e ku mahkime mafê axaftina kurdî nede girtiyên kurd. Waliyê Diyarbekrê jî îro gotiye, li tabeleyan li gel tirkî, nivîsîna navên kurdî li dijî qanûnan e û loma jî nabe ku navên gundan werin guhertin û biryara Meclîsa Wîlayetê red kiriye.
Bala xwe bidin AKP-ya ku xwedêgiravî dixwaze mesela kurd çareser bike û hin mafan bide kurdan, çi dike?
Serokkomar, hembûna kurda qebûl nake, dadgeh nahêle kurd bi kurdî xwe biparêzin, walî navên kurdî red dike, dibêje tiştekî wiah ewê bibe sebebê tevlihevî û aloziyek mezin.”
Dema bêhaya kurdan navên bi hezaran gund û herêmên guherandin nebû ”sebebê alozî û tevlihevyeke mezin”, lê dema kurd navên gundên xwe yên berê li kêlek navên tirkî dinivîsînin, ev yek dibe sebebê tevliheviyê.
Wek min li jor jî got, bi rastî jî siaysetmedarên tirk pir bêheya ne. Mesela di derbarê agirbesta PKK-ê da Gul gotiye:
”Her kesî fêm kir ku bi çek, bi terorê kes nikane bigihîje derfekê. Yên nedîtin jî ewê bibînin. Cîhanê jî, Ewrûpayê jî ev dît. Ji ber ku bûn piştevanê vê pêvajoyê xwe sûcdar his dikin. Ewrûpayê dest pê kir dûzanekê bide xwe. Lê esas xelkê jî dît.”
Yanî Gul dibêje, PKK-ê fêm kir ku bi çek, bi terorê nikane tiştekî bi dest xe. Cîhanê û Ewrûpayê jî fêm kir ku bi piştgiriya bi PKK-ê ra nikanin zora Tirkiyê bibin û loma jî nuha her kes li hember Tirkiyê xwe sûcdar his dike. Lê ya herî girîng jî kurdan jî êdî fêm kirin ku piştgiriya bi PKK û BDP-ê ra vala ye, loma jî hemû mecbûr bûn ku xwe bavêjin dexlê Tirkiyê û jê uzrê xwe bixwazin.
Yanî Abdullah Gul û hukûmeta AKP-ê bi vî çavî li agirbesta PKK-ê hewildanên rawestandina şer dinêre.
Wan(hukûmetê) ne ji kesî daxwaza rawestandina şer kirne, ne tu soz dane kesî û ne jî tu nêteke wan heye ku hin mafan bidin kurdan.
PKK-ê, kurdan, cîhanê û Ewrûpayê fêm kirin ku û riya wan şaş e û loma jî nuha her kes bi şiklekî fedyok dîtinên Tirkiyê qebûl dikin.
Li gor Tirkiyê hedîs ev e, tu tiştekî din tuneye...

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE