06 oktober 2010

Serokê eşîra Jîrkîyan:"êdî em yek guleyê jî bernadin ciwanên kurd"

Min nuha di malpera Netkurdê da ku wan jê ji (DİHA) /Rûdaw-ê girtine, xebereke xêrê, xepereke pir girîng xwend.
Li gor xeberê, mezinê Eşîra Jîrkiyan Mehmet Adiyaman ku li Culemêrg û Şirnexê ev 30 sal in bi PKK-ê ra şer dikin, di hevpeyvînekê da gotiye ku li hemberî PKK-ê êdî ewê şer nekin.
Mehmet Adiyaman gotiye, ”Ev 30 sal in bênavber em bi PKKê re şer dikin. Lê em niha dibînin ku şer ne çarserî ye. Lewra me biryar wergirt ku êdî yek guleyê jî bernedin ciwanên Kurd.”Ji bo têkoşîna gelê kurd ya netewî vana gotinên gelkî girîng in, çekdanîna Jîrkiyan dikane sîstema cerdevaniya ji kok da bipelişîne.
Çekberdana Jîrkiyan ewê bibe destpêka têkçûn û xelasbûna sîstema cerdevanî û zilamtiya ji dewleta tirk ra.
Çekberdan Jîrkiyan him ji alî leşkerî û him jî ji alî moral ve tevgera kurd ya netewî ewê pir xurt bike.
Piştî Jîrkiyan miheqeq ewşîrên din jî ewê dev ji crdevaniya tirkan berdin û nebin qatilên zarokên xwe.
Heger li Kurdistanê kurd bi temamî des tji ber artêşa dewletê bikşînin û ji wan ra nebin rêberiyê nekin, di şeran da nedin pêşiya leşkerên wan, dewlet nikane zêde li ber xwe bide, ewê zû teslîm bibe û were rê.
Tevgera ”redçiyên ûjdanî” yanî xortên kurd yên ku dibêjin em naçin leşkeriya tirkiyê jî tevgereke pir girîng e.
Dibê ji nuha û pê va kurd zarokên xwe ji bo kuştina birayên xwe nede artêşa tirk, şerê li hember gerîlayên PKK-ê red bikin.
Dema 60-70 hezar cerdevan û bi sedhezaran xortên kurd bi artêşa tirk ra beşdarî şer nebin, artêş li hember gerîlayên kurd nikane zêde li ber xwe bide, ewê zû dev ji şer berdin û werin ser masê.
Mehmet Adiyaman di hevpeyvînê da gelek tiştên girîng û "dîrokî" gotine, gotiye:
"Bi girtin û kuştinan wê çi çareser bikin. Bi girtina min jî ev pirsgirêk çareser nabe. Mînak min bigrin dê çi bibe, 22 kurên min hene. Dîsa ev tekoşîn dê bidome.”
Her çiqas hevpeyvîna bi Mehmet Adiyaman ra di çend malperên kurdann da hetiye weşndin lê ez jî dixwazim vê hevpeyvîna ”dîrokî” di quncikê xwe da biweşînim.

Hevpeyvîna Mehmet Adiyaman:

"Rûspiyê Eşîra Jîrkiyan Mehmet Adiyaman, ku li Colemêrg û Şirnexê ev 30 sal in bê navber bi PKKê re şer dikin, ragehand ku êdî li hemberî PKKê şer nakin û got: "Ev 30 sal in bê navber em bi PKKê re şer dikin. Lê em niha dibînin ku şer ne çarserî ye. Lewra me biryar wergirt ku êdî yek guleyê jî bernedin ciwanên Kurd."
Rûsipiyê eşîra Jîrkiyan ku li 15 gundên navçeyên Gever, Çelê yên Colemêrgê û Şirnexê belav bûne Mehmet Adiyaman, da zanîn ku wek eşîr, biryar wergirtine dest ji çekan berdin. Heta niha 168 ferdên Eşîra Jîrkiyan ku ev 30 sal e bi PKKê re şer dikin, dest ji çekan berdane û cerdevanên mane jî birayar wergirtin neçin operasyonê.
Mehmet Adiyama ku xwe wek berpirsyarê biryarên derbarê çekan de dibîne, diyar kir ku êdî yek guleyê jî bernadin ciwanên Kurd û wiha axivî:
"Ev 30 sal e bê navber em bi PKKê re şer dikin. Lê em niha dibînin ku şer ne çarserîye. Belkî me di salê de 50 kes kuştin. Lê 3 hezar kes hatin cihê wan. Ev 30 salin bê navber em bi PKK'ê re şer dikin. Lê em niha dibînin ku şer ne çarserî ye. Lewra me biryar wergirt êdî yek guleyê jî bernedin ciwanên Kurd. Cerdevanên me çekên xwe li diwarê malê daleqandine. Êdî ew çekan bikarnayînin."
Adiyaman, da zanîn ku dive êdî rêyên diyalogê bên vekirin û ger ev pirsgirêk neyê çareserkirin, bi qasî Kurdan dê Tirk jî zerarê bibînin.
'Li heremê êdî tu kes naxwaze rondikên çavan bibarin'
Adiyaman, destnîşan kir ku eşîra wan di sala 1941an de bûye du beş û wiha pêde çû: "Êdî em dixwazin şer raweste. Ji bo çeresiryê divê siyasetmedarên Kurd yên hatine girtin bên berdan û bendava hilbijartinê bê daxistin." Adiyaman, bibîrxist ku wan wek eşîr qet serî li hemberî zext û guşaran netewandiye û got:
"Em wek eşîr her tim bi hev re diaxivin. Tahir Adiyaman mezinê me ye. Lê tenê biryaran ez didim. Vê yekê hemû kes dizane. Me biryar wergirt êdî em şer nekin. Me bi avayekî daîmî çekên xwe daleqandin. Êdî em dernakevin operasyonan."
Pirsgirêk bi Ocalan çareser dibe'Di berdewamiya axaftina xwe de Adiyaman, diyar kir ku wek êşîr kemasiyên wan hene, lê bi vêna re kemasiya Hogir û çeteya li derdorê ya wê demê jî hene:
''Me wek êşîrê li hemberî pêkanînên Hogir rahişt çekan. Êdî bes e. Dewlet bê navber dibêje; Ocalan û PKK ne muxatab in. Wê demê muhatab kîne? Kê ev rêxistin ava kir? Muxatabên gelê Kurd diyar in. Bi girtin û kuştinan wê çi çareser bikin. Bi girtina min jî ev pirsgirêk çareser nabe. Mînak min bigrin dê çibibe, 22 kurê min hene. Dîsa ev tekoşîn dê bidome. Dema ez van tiştan dibêjim aliyê dewletê min wek xiyanetçi dinirxînin. Lê ez ne xiyanetçî me. Ez tesbîtên rast dikim. Min got di çareserkirina vê pirsgirêkê de muxatab Ocalan e. Ma hûn bi kesê ev rêxistin avakiriye û heta roja îro aniyê hevdîtinê çênekin hûn ê bi kê re çêkin. Ger dewlet çareseriyê dixwaze, bila 2 subay û wezîrekî bişînin û Ocalan bînin Meclîsê. Wê demê bibînin bê çawa ev pirsgirêk di nav 15 deqîqeyan de tê çareserkirin."
'50 kes tên kuştin, 3 hezar kes jî cihê wan tije dikin'Adiyaman, bibîrxist ku ji Çanakkale û Melazgîrê heta niha li vî welatî têkoşiyane û got bombebarandina bi salan a çiyayan çareseriyê nayînin:
"Bi salan e tên û lê didin. Ev çiya her tim tên bombebarankirin. Lê çibû. Tu çareserî nebû. Eger salê 50 kes bên kuştin, dê 3 hezar kes bê cihê wan. Divê hemû baş bibînin. Ev agirbest her diçe belav dibe. Ger şerê navxwe dest pê bike, êdî tu kes nikare vî agirî vemrîne. Ger rewşeke wiha biqewime jî herî zêde dê Tirkiyê winda bike. Ji ber vê yekê jî li gor min divê êdî çareseriyeke ber bi çav pêk bê. Serokwezîr û Serokomar ne tenê yên rojava nûnerên hemû gel in. Pêwist e tenê daxwazên aliyekî nebînin."
'Kesên hevdîtin çêkirin, dê bibin alîkarê çareseriyê'
Mehmet Adiyaman, tekez kir ku daxwaza wan rawestandina xwînê ye û axaftina xwe wiha qedand:
"Li vê herêmê êşa herî mezin me kişand. Em naxwazin tu kes bimrin. Divê êdî cenaze neyên. Rondikên çavên dayikan rawestin. Mafên Kurdan ên bingehîn hene. Tu kes nikare van mafan pişt guh bixe. Binerin li vê herêmê me gelek êş kişandin. Ji ber agirbesta hat îlankirin hindik be jî niha aramiyek heye. Lazime ev rewş bibe daîmî. Em êdî dixwazin di nav rehetî û aramiyê de bijîn. Kesên niha hevdîtinan dikin kesên dê vê pirsgirêkê çareser bikin in. Êdî çareseriyek divê."

(DİHA) /Rûdaw

2 kommentarer:

  1. With havin so much content and articles do you ever run into any problems of plagorism or copyright
    violation? My blog has a lot of completely unique content I've either created myself or outsourced but it appears a lot of it is popping it up all over the web without my authorization. Do you know any methods to help protect against content from being ripped off? I'd genuinely
    appreciate it.

    Feel free to visit my blog: cellulite treatment reviews

    SvaraRadera
  2. It's very simple to find out any matter on net as compared to books, as I found this paragraph at this web site.

    Also visit my homepage :: laser cellulite treatment

    SvaraRadera

PARVE BIKE