25 september 2010

Tiştê kurdan bi şer bidest xistiye dibê li ser masê wenda nekin

Serokwezîrê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan, do li dijî perwerdeya bi zimanê kurdî derket û got, “Ez bangî kesên ku perwerdeya bi zimanê dayikê dixwazin, dikim. Bûyerê îstîsmar nekin.”Erdoğan, bêyî ku nav bibêje, BDP rexne kir û got, ’’Kanalên ku 24 saetan bi zimanên cuda weşanê dikin hene. Çi bû, ma qey em ji hev vediqetin? Hûn dikarin bi zimanên ku hûn dixwazin qursan vekin. Lê heger we bi awayekî fermî perwerdahiya bi zimanê zikmakî jî xwest, vê yeke ji me nexwazin. Zimanê fermî yê Tirkiyê tirkî ye.’’Diyar e Erdogan xwe pir biaqil û kurdan jî kêmaqil hesab dike, loma jî dibê bira kurd dev ji daxwaza perewerdeya zimanê kurdî berdin, herin ji xwe quesên ziman vekir.
Na lo, tu çi biaqil î?
Bi qursmursan kurdî ji mirinê xelas nabe, ji bo kurd nehelin, nebin tirk dibê kurdî bibe zimanê perwerdeyê.
Bêyî viya xelasiya kurdan û zimanê kurdî ji wendabûnê tuneye.
Siyasetmedarl kurdan berê ev yek baş fêm nekiribûn lê êdî dibînin ku rastî wihaye, di şetên cîhana îro da hebûna miletê kurd bi hebûna zimanê kurdî ve girêdayîye.
Erdogan viya baş dizane, lomajî naxwaze perwerdeya bi zimanê kurdî qebûl bike, mirinê nîşanî kurdand ide.
Lê vana ”taktîkên” siyasî ne, Erdogan ji bo ku kurdan bi tiştekî pir hindik razî bike, raîcê pir dadixe, sifirê nîşanî kurdan dide, çavê camêr li kelepîrê ye…
Weleh Tirkiya te perçe bibe ya nebe, tu yê perwerdeya bi zimanê kurdî welî efendiyan qebûl bikî, tu viya qebûl nekî ne şer radiwest e û ne jî kurd dev ji çalakiyên xwe berdidin.
Û ji xwe daxwazên kurdan ne ev tenê ne, dibê hebûna kurdan têkeve qanûna esasî.
Li Tirkiyê tirk xwediyê çi mafî ne, dibê kurd jî xwedî heman mafan bin.
Heger perwerdeya zimanê kurdî ewê neyê qebûlkirin wê demê hevdîtin ji bo çi tê kirin?
Erdogan bira ji xwe ra xewnan bibîne, dibê BDP û PKK guh nedin van pêşniyarên wî yê kelepîrê.
Dibê PKK û BDP, daxwazên xwe sîstematîze bikin û bidin pêş, ya girîng ev e, dibê em di daxwazên xwe da zelal bin.
Erdoğan, di axaftina xwe ya do da ne tenê li dijî perwerdeya bi zimanê kurdî derket, neqarata xwe ya em bi ”rêxistina Terorê” ra rûnin jî dîsa dubare kir got, “Heger hinek ji me bixwazin ku em bi rêxistina terorê re rûnin, bila biborin, lê em rûnanin.”
Xwedê kir liv ê cîhanê derew hene, heger her tiştê tê gotin rast bûya ewê felaketeke pir mezin bûya.
Li alîkî qasidên Erdogan bi ”serokê terorîstan” û ”rêxistina terorê” ra birr û bazara çareseriyê dikin, lê li aliyê din jî Erdogan dibêje bi wan ra rûnanin…
Ê nuha ev çi nahne ye û ev çi tirşî ye?
Ya rûnenin, ya jî dema hûn rûniştin înkar nekin, nebêjin ”em bi rêxistian terorê ra rûnanin.”
Erdogan û dewleta wî, li hember kurdan hemû kartên xwe bikar anîne, ji şerê psîkolojîk bigre heta bi teror û kuştinê, her rê bikar anîn lê dîsa jî kurd teslîm nebûn, dev ji liberxwedana xwe bernedan.
Heger îro Erdogan qasidan dişîne ”Îmraliyê” ne ji kêfa ye, ji ber ku wekî din tu rê li ber wan nemaye, heger bizanîbûna ku bi şer û kuştinê ewê bikanibin PKK-ê û BDP-ê û tevgera kurd ya netewî biqedînin, bêguman ewê îro li riyeke aştîxwz negeriyane.
Vê rastiyê kurd dibînin.
Dibê serokên kurdan bizanibin ku dewlet zeîf e û ew xurt in, loma jî dibê di bazarê da jî cesûr bin, piyasê danexin û vê îmkan û fersenda dîrokî ji dest xwe bernedin.
Yanî tiştên ku di van 30 salan da kurdan bi çek, bi şer û bi xwîna xwe bidest xistine, weke gelek carên din li ser masê dîsa wenda nekin...

1 kommentar:

  1. Xalo,

    Min berî chend rojan di nucheyekê da xwand. Berpirsiyarekî kurdan digot "bila zimanê tirkî dîsan bibe zimanê gishtî yê Tirkiyê".

    Paradîgmayeke chiqas seqet, chiqas bê aqil u mantiq e, xwedê dizane. Bi vegotinên wilo zirzop kurd hêz u ceseretekî pir mezin didin tirkan. Loma tirk mîlîmêtroyekê jî naxwazin ji berjewendiyên xwe siyasî dakevin jêr.

    Halî hazir divêt kurd bêjin:

    "Li Kurdistan-ê zimanê kurdî u li Tirkiyê jî zimanê tirkî dibe yê resmî. Herwilo kurdî li Tirkiyê, tirkî jî li Kurdistan-ê dibe zimanê duyemîn!".

    Divê kurd tu carî "ji sedî sed wekheviya kurdan u tirkan gramekê jî xwe siviktir daneynîn. Wek din jî divê dewleta tirkan zirar u ziyana ku daye milletê kurd, bi tazmînatên mezin, dur u dirêj lêborîna xwe ji kurdan bixwaze."

    Yanî xalo, heta ku kurd "zimên u nasnameya xwe" di qanuna esasî da nedin shun kirin, ji kurdan ra xelasî tune. Lê bêshik vê gavê "parastina zimên "ji nan u hewayê" jî girîngtir e.

    Silavên germ

    Bernas Kurmanc

    SvaraRadera

PARVE BIKE