08 augusti 2010

Bazara leşker û hukûmetê qediya

Li gor çapemenî nuha dinivîse hukûmetê û leşkeran li hev kirine, serokerkaniya general Işik Koşaner wek ku Îlker Başbug dixwest ji bal serokwezîr Erdogan ve hatiye qebûl kirin.
Ji xwe serokwezîr Recep Tayyip Erdogan, îro di axaftina xwe ya Îzmîrê da gotibû ku wî û serokerkan Îlker Başbûg li ser hemû navan li hev kirine, mutabiq mane.
Biryarnameyê ewê îşev ji bo tesdîqê bişînin ji serokkomar Gul ra.
Piştî îmzekirina Gul, êdî di nabêna leşker û hukûmetê da tu gelş namîne.
Lê helbet ev prosedur formalîteyeke pir biçûk e, bêguman Gulê tu îtîrazê nîşan nede, Erdogan çi qebûl helbet kiribe ewê jî qebûl bike.
Işik Koşaner di mesela kurd da ne qumandarekî ”nerm û demokrat” e, ne alîgirê çareseriyeke demokratîk e.
Yanî ez bawer nakim ku di nabêna wî û Başbûg da tu ferqeke hebe û ew ji Başbûg baştir be.
Ez bi xwe baş nizanim hukûmet li hember kîjan generalan bû û dixwest kîjan generalan bîne ser serê artêşê.
Piştî vê lihevkirinê gelo hukûmetê çi tawîz da artêşê û artêşê çi tawîz da hukûmetê, helbet girîng e.
Lê kê çi da û çi stend, ev yek nuha hîn baş ne zelal e, di rojên pêş da ewê zelaltir bibe.
Bi dîtina min ya ji wê jî girîngtir ”birr û bazara” leşkeran ya bi hukûmetê ra ye, dibê hukûmetê ev yek qebûl nekira.
Ev serê rojan e ku serokerkan Başbug bi rengekî pir vekirî bi hukûmetê ra bazariyê dike, tiştê ku li gor qanûnê mafê sivîlan, mafê serokwezîr û serokkomar e qebûl nake, dixwaze kesên ew pêşniyar dikin hukûmet qebûl bike.
Û leşker vê yekê jî ne li gor mafekî qanûnî, bi zorê dikin.
Ji ber ku heta nuha daxwazên xwe tim bi zorê bi hukûmetan dane qebûlkirin, loma nuha jî dixwazin vê adeta zorê û çavbirînê bidomînin.
Li gor qanûnên Tirkiyê, serokerkan pêşniyara xwe dike lê yên biryara dawî didin serokwezîr û serokkomar in.
Û ev yek jî dibê ne bi ”birr û bazarê”, bi şiklekî azad ji teref sivîlan ve were kirin.
Bes wa ye îcar jî bi temamî wiha nebû, dîsa hin daxwazên leşkeran bi darê zorê qebû kirin.Erê dibe ku hukûmetê hemû daxwazên leşkeran qebûl nekiribe, lê axirê ev serê rojan e bi wan ra bazariyê dike.
Carê ev bazarî bi serê xwe ne rast e û dibê neyê qebûlkirin.
Dibê hukûmetê ev yek ji bin da red bikira, lê îcar jî nekir.
Diyar e mêrikan natirsin.
Heger leşker bitirsiyane, heger bizanîbûna ku hukûmetê bi biryarekê hemû generalên ku bêîtîatiya qanûnan û biryara wan dikin di şevekê da ewê werin teqawîtkirin, bêguman ewê wiha nekirane.
Yanî ew jî malê xwe nas dikin…Lê li gel vê jî dibê meriv bibêje ku ev hukûmet dîsa li hember leşkeran baş tîk sekinîye, weke hukûmetên din zêde neketiye bin emrê wan.
Bazar qediya, bi xêr îcar nebû carek dinê.Lê ev liberxwedana hukûmetê bi kêmanî ji bo kesên din jî dibe nimûne û adet.…

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE