19 juli 2010

Ev xewn jî qediya...

Merheba gelî dost û hevalan!
Ez nizanim çawa û bi kîjan gotinên şekirîn dest bi nivîsa xwe bikim…
Ez dizanim gelekên we nuha bi meraq li bende veger û nivîsên min in. Bêguman ezê hûrik hûrik û bi teferûat ji we ra qala ger û serpêhatiyên xwe bikim.
Lê ne îşev.
Îşev him zarok li me kom bûne û em ji wan ra qala welêt dikin, risman nîşanî wan didin û him jî ez pir westiyayî me, taqeta min ya nivîsê tuneye.
Loma jî ezê bi xêr sibe dest bi zincîra nivîsên xwe bikim.
Lê dema ez kurt û kurmancî bibêjim her tişt “muhteşem” bû, Kurdistan xweştir, delaltir, mezintir û şîrîntir bûye; berê şekir bû nuha bûye hingiv, meriv jê têr nabe...
Lê hin herêm, bi taybetî jî Ameda xopan dişewite...
Ku meriv bikanibe hêzên tirkan ji Kurdistanê derxe û bi hawakî germiyanê jî "kêm" bike, weleh welatê me buhuşteke rastîn e.
Bavo germiyan dîsa tê tehamulkirin, lê xwelibakirin û fiyaqa leşker û pûlisên tirkan û ala wan ya sorsorikî nayê kişandin, gav û saetê bîna meriv teng dike, weke şûjinê di çavên meriv ra dihere, ji dîn û îmanê derdixe...
Leşker û pûlisên tirkan li gor berê û helbet dema dilê wan bixwaze carnan xwe nazik û kibar dikin, lê axir kibariya hêzeke îşxalkar tu carî wan şîrîn nake...
Neyse, ez nuha bi van rêzan xatir ji we dixwazim û ji we hemûyan ra dibêjim şev baş...

3 kommentarer:

  1. Wey hûn bi xêr hatin birêz Zinar, hêvîdar im em nivîsên we di demekî nêzîk de bixwînin.

    Xwezî em jî bikaribin wêneyên we li welêt bibînin yan jî wêneyên xwezaya welat.

    Silav û rêz

    SvaraRadera
  2. Mamo tu bi xer hati

    Me beriya te u nivisen te kiribu

    SvaraRadera
  3. Lovar gott! Ser fram emot att få läsa om dina resa, alla de tankar och känslor det väckte.
    /A

    SvaraRadera

PARVE BIKE