03 maj 2010

Ez îro gaveke din jî nêzî welêt bûm

Ji bo çûna welêt min îro gaveke din ya gelkî girîng avêt, ez buhosteke din jî nêzî Wêranşara xopan, Ruhayê, Amedê û Kurdistana şîrîn bûm.
Me îro bi malbatî çû miracaetî(daxwaza)pasapotê kir.
Ev çend roj in bi pite pitê xanimê serê min xwar, dereng e, ha dereng e, havîn e dikane dor tunebe, dikane eksiyek derkeve, bê pasaport emê di nava xelkê da rezîl bibin û gelek tiştên din… Min bala xwe dayê pasaport gav û saetê di bîrê da ye, heyecana wê ji ya min xerabtir e.
Ya rast ew jî ne neheq e, ev cara pêşî ye ez û wê, emê bi hev ra li welêt bigerin, loma jî ew ji min bêtir bi heyecan e.
Netîce em îro, danê êvarî çûn dahîreya pûlisê pasaportê û me daxwaznameyên xwe teqdîmî xanima pûlis kir.
Berê, miracaetê hema hema rojeke meriv digirt, meriv çuqasî zû biçuya jî 40-50 kes di pêş meriv da bûn û jê ra gelek hinge û ding jî dixwest.
Dibê meriv sûretê nufûsê bi xwe ra biriba, risim bikşanda, form dagirta û gelek kirtasiyeyên din pêwîst bûn.
Lê îcar me tenê cuzdanê xwe rê da ku em ew kes in, hew. Me ne form dagirt, ne jî tiştekî din kir.
Pûlisa xanim li cuzdanên me nêrî, rissmê me got çik û kişand û me perê xwe da û pişt ra jî got temam.
Û qelebalix jî tunebû, dema em çûn çar kes di pêş me da bûn, di nava çend deqîqeyan da dor hat me.
Ez bawer dikim ji bo her miracaetekê herî zêde 4-5 deqîqe diajot.
Yanî mêrikan xebat ecbê sivik kirine.
Ez nizanim nuha li Tirkiyê rewş çawa ye, ez hêvî dikim ku li wir jî wisa sivik kiribin...
Li gor agahiya dan me, heta 5-6 rojan ewê tema bibe û emê herin pasaportên xwe bigrin.
Yanî bilêt ji zûda hatine kirîn, vaye pasaport jî tu bibêjî temam bû, ma sebra li bendemana roja çûnê û siwarbûna li balafirê…
Piştî 30 sal surgûnî, perîşanî, kişandina hewqas hesret, êş û jan ezê bi tirs û heyecaneke bêhudûd herim pasaporta xwe dirêjî pûlisekî tirk bikim û jê destûra çûna welatê xwe bikim…
Weke her kurdê welatperwer, derd û kula dilê min ya sereke ew e ku weke her miletî kurd jî rojekê bibin xwedî dewleteke serbixwe.
Lê ez dixwazim ev yek ne pir dereng, berî mirina min bi rast bigere, yanî di saxiya min da pêk were.
Ji bo ku ez bibim xwedî pasaporta Kurdistanê û bi pasaporta Kurdistanê ez û xanim carê herin li cîhanê bigerin, lê bi taybetî jî herim Îranê, Tirkiyê, Sûriyê, û Îraqê.
Piştî van herçar dewletan jî mohra xwe li pasaporta min xistin êdî mirin pir ne girîng e, kînga tê ser seran û ser çavan.
Mixabin, vê carê ezê bi pasaporta xelkê herim...
Lê dibê meriv tu carî bê hêvî nebe, hêvî hêza jiyanê ye...

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE