04 maj 2010

Esas "nankor" hûn in

Serokwezîr Erdogan, di civîna gurûba partiya xwe da li ser derbasnebûna madeya 8-a ya qanûna esasî û dengnedana BDP-ê ya vê madeyê rawestiyaye û rexneyên gelkî giran li BDP-ê girtiye.
Lê di eynî wextê da Erdogan, xwe daye dest jî, nêt û dîtina wî ya xerab ya derbarê mesela kurd da jî careke din eşkere bûye.
Di civîna meclîsa Tirkiyê ya do, di tûra duyem da madeya 8-a ya destûra esasî ku bi vê madeyê girtina partiyan li gor nuha zahmettir dibû, ji meclîsê derbas nebû, tenê 327 ray girt û loma jî nehat qebûlkirin.
Heger BDP têketa civînê û dengê xwe bi şiklekî ”erê” bida pêşniyara AKP-ê, ev made ewê bihata qebûlkirin.
Lê mixabin BDP neket dengdanê û ev made ji meclîsê derbas nebû.
Gelek derûdor, sûcê vê ”têkçûna” AKP-ê dixin hustuyê BDP-ê.
Rast e, di vê netîceyê da para BDP-ê jî heye.
Bi ya min jî ne tevayiya destûrê, lê dibê deng bida vê madeyê.
Lê sûcê AKP-ê ji yê BDP-ê pirtir e, ew jî ji kurdan ra dibêjin ”mêrikê me uncûrê tahl e, hûn dixwin jî ev e, naxwin jî ev e.”Dibê meriv vî aliyê meselê jî bibîbe.
Esas hejmara AKP-ê tenê jî têr dikir, lê di vê dengdanê da ji AKP-ê li dora 11-12 kesan dengê ”erê” nedana vê madeyê.
Netîce, bi mixalefeta BDP-ê û alîkariya 12 zilamên dewleta kûr yên di nava AKP-ê da ev made nehat qebûlkirin.
Tiştekî pir vekirîye, ev destûra ku AKP-ê amade kiriye tu mafekî netewî nade miletê kurd, hebûna kurdan qebûl nake, zimanê kurdî serbest nake, ev hemû rast in…
Yanî meriv dikane bibêje ku destûra nuh bi giştî ji bo kurdan tu tiştekî girîng îhtîwa nake û nayne, înkara miletê kurd her berdewam e…
Lê li gel vê jî bi baweriya min dibê BDP-ê biştgirî bida hin madeyên destûrê, bi kêmanî madeya 8-a ku girtina partiyan zehmnettir dike.
Belkî hin madeyên din jî hebin, lê ez nizanim…
Wekî din jî, serokwezîr Erdogan, di axaftina xwe da bi uslûba axayekî xwedîxêr peyivîye û parlamenterên BDP-ê bi ”nankoriyê” îtham kirye, gotiye:
”Li vî welatî TRT6 hate vekirin, nankoriyê nekin. Heger tu dixwazî zimanê diya xwe fêr bibî, îktîdarek heye ku ji te ra dibêje, qursa xwe veke û zimanê xwe fêr bibe.”Tu dibêjî qey mêrik xêr û sedaqa serê bavê xwe daye kurdan û loma jî dibê BDP û kurd tim jê ra minetdar bin û tu carî bêemriya wî nekin…
Û ji ber ku parlamenterên BDP-ê, ev xêr û çêyiya wî ji bîr kirine, lema ew jî vê ”xêr û sedeqa serê bavê xwe” li BDP-ê û ji kurdan ra dike serhevde.
Birêz Erdogan, kesî TRT6 bi xêra bavê xwe nedeya kurdan, kurdan bi têkoşîna salan û xwîna xwe ev maf girtiye.
Heger te û dewletê, we bizaniîbûya ku nedan ji we ra baştir e, welehî we bîlehî we zirnîq jî nedida kurdan, bira vekirina TRT6-ê li wir bimîne, we nedihîşt stranek kurdî jî di TRT-ê da were gotin.
Lê li gor hesab û kitabê we, we ev rê ji bo dewleta xwe baştir û bixêrtir dît, loma we TRT6 vekir, ne ku dilê we bi kurdan şewitî, hûn li kurdan hatin rahmê ya jî bi rastî we dev ji nêt û plana xwe ya tunekirina kurdan berdaye.
Kurd vê yekê dizanbin û dibînin.
Heger bi rastî jî nêta te pir paqij bûye û te bixwesta mesela kurd çareser bikire, te yê ev yek têkira destûrê û baniya meclîsê.
Te navê kurd nekirye destûrê, tu qala ”nankoriyê” dikî.
Esas ”nankorên” herî mezin hûn in, ji ber ku kurdan 75 parlamenter dane we, lê li gel vê jî hûn perwerdeya zimanê kurdî li zarokên wan zêde dibînin.
Ma ev ne bêûjdanî û nankorî ye?
Ya din, bi van gotinên Erdogan jî meriv dibîne ku di serê wî da çi heye û ji bo kurdan maf û çareseriyeke çawa difikire…
”Heger tu dixwazî zimanê diya xwe fêr bibî, qursa xwe veke û zimaê xwe fêr bibe”!Camêr çi biaqil û çi çavê diya xwe ye, ”qursa xwe veke û zimanê diya xwe fêr bibe…”Eynî wekî etarekî dimsoyî peyivîye, ”bide perê xwe, bigre dimsê xwe…”Ê heger meriv bi qursê zimanê diya xwe fêr dibe, wê demê çima tu ji zarokên tirk ra qursan venakî?
Ev gotin bi serê xwe tenê him dîtina Erdogan ya derbarê çareseriya mesela kurd da nîşan dide û him jî heqareteke li miletê kurd e.
Miletek çawa dikane bi qursan zimanê xwe fêr bibe?
Ev pêkenîna bi miletê kurd e…
Dewleta we welatê kurdan dagîr kiriye û kurd jî ji hemû mafên wan yên netewî pêpar hîştiye, hûn rejîmeke hewqasî bêûjdan û bêmerhemet in ku, hûn nahêlin zarokên kurd bi zimanê xwe jî bixwînin.
Li ku dera dinyayê hatiye dîtin ku zarokên miletekî li welatê xwe bi peran, di qursan da zimanê xwe fêr bibin?
Şerm e, dibê hûn baş bizanibin ku miletê kurd ewê tu carî heqareteke wiha qebûl neke.
Heger hûn dixwazin em bi hev ra bijîn, dibê em herdu milet jî xwedî eynî mafan bin, dev ji çîroka ”qursa xwe veke û zimanê diya xwe fêr bib” berde, miletê kurd ev qonax ji zûda li dû xwe hîştiye…

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE