07 mars 2010

Hilbijartineke dîrokî

Li seranserê Îraq û Kurdistanê bi milyonan hilbijêr îro çûn ser sindoqan û ji bo pêşeroja welatê xwe dengên xwe dan.
Li gor raporên çavdêrên hilbijartinan him li Îraqê û him jî li Kurdistanê rêjeya beşdariyê gelkî bilind e.
Ez hêvî dikim ku bi rastî jî rêjeya hilbijartinê bilind be û bi taybetî jî li Kurdistanê.
Berî ku ez dest bi nivîsê bikim, min li xeberên Kurstan TV û Kurdsatê temaşe kir. Li gor xeberên hemû nûçegîhanan li seranserê Kurdistanê him rêjeya beşdariyê bilind bû, li dora ji sedî 70-ê û him jî li her derê hilbijartin di nava aramiyeke mezin da derbas bûbû.
Û li herêmên Silêmanî, Hewlêr û Dihokê jî lîsteya Hevpeymaniya Kurdistanê li pêş e.
Lê li gel vê jî, di hevpeyvîna bi hilbijêran ra diyar dibû ku li Hewlêrê, Dihokê, Çemçemalê, Kerkûkê gelek kesî nikanîbûye dengê xwe bide.
Hin nûçegîhanan qala 10 hezaran hilbijêr dikirin. Hin kes kartên wan yên dengdanê di destên wan da bûn, lê digotin navên wan di lîsteyên dengdanê da tunene û loma jî nikanin dengên xwe bidin.
Îcar hejmara vê yekê çi ye ez nizanim, lê meriv hêvî dike ku ne hejmareke pir zêde be û kurd ji bo vê yekê piştî hilbijartinan bi hev nekevin.
Wek dihat texmînkirin, hêzên terorîst destê sibê li çend ciyan bombe teqandin û di netîceya van teqînan da bi kêmanî 40 kes hatin kuştin û li dora 100 kesî jî birîndar bûn.
Lê li gor beyana berpirsiyerekî pûlisê Bexdayê, van êrîşan tesîreke eksê tirsê li gel kiriye û gel bi cesaret û ezmeke hîn mezintir çûye ser sindoqan û dengê xwe daye.
Li Îraqê û Kurdistanê 19 milyon û li dervayî welêt jî milyonek û 900 hezar hilbijêr beşdarî hilbijartinan dibin.
Di hilbijartinan da ji 6 hezar namezetî bêtir ji bo 325 kursiyên parlamentoyê micadelê didin.
Li gor beyanên berpirsiyarên hilbijartinan, pêncsed (500)çavdêrên navnetewî, 70 çavdêrên Yekîtiya Ereban, 250 hezar çavdêrên îraqî û 100 jî çavdêrên Yekîtiya Ewrûpayê li Îraq û Kurdistanê çavdêriya hilbijartinan kirin.
Bêyî van çavdêrên resmî, ji gelek walatan jî li dora 800 rojnamevanî hilbijartin şopandin.
Serokkomarê Iraqê Celal Talebanî, di dema ku li Dibistana Rewşen Bedirxan ya Silêmaniyê dengê xwe da, daxuyaniyek da û got, di avabûna hikûmeta nû ya Iraqê de ewê hin hêzên nû derkevin.
Li gor Talebanî, hilbijartina vê carê ewê nexşeya siyasî ya Iraqê bi temamî biguhere.
Li ser pirsên rojnamevanan yên derbarê namezetiya wî ya serokkomariyê da jî Talebanî wiha got:
“Ji bo berendamiya serokkomariya Iraqê ez berendamê Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî me. Şansê gurûbên biçûk li himberî min pir kêm e.”Talebanî, di derbarê lîsteya Goran da jî texmîna xwe wiha aniye zimên:
“Goran dixwaze YNK-ê di van hilbijartinan da li Kurdistanê bike hêza sêyem, lê li gor min Lîsta Goran encax dikane 3 kursiyan bi dest xe. Û li Parlamentoya Bexdayê jî kurdê bibin xwediyê 60 kursiyan.”Ez hêvî dikim ku texmîna Talebanî rast be û bi rastî jî kurd bikanibin 60 parlamenterî bişînin Parlamentoyê Bexdayê.
Dema kurd hejmara parlamenterên xwe zêde bikin, ev yek ewê rol û hêza kurdan jî zêdetir û xurttir bike.
Ji bo kurdan netîcceya herî baş ew e ku kurd wek nuha bibin hêza ”kilît, bêyî kurdan kes nikanibe hukûmetê ava bike.
Ji ber ku heta ku ereb muhtacî tifaqa kurdan bin ewê nikanibin bajon ser wan û biryarên gavên li dijî wan bavêjin.
Lê roja ku herdu serî(sunnî û şîî)li hev bikin û hewecedariya wan bi tifaqa bi kurdan ra nemîne dikane zirarê bidin kurdan.
Netîce di her halûkarî da ji hilbijartinan xurtderketina kurdan him li cîhanê û him jî li Îraqê rewşa kurdan ewê xurttir bike.
Li Kurdistana Federe, azadî û pêşeroja kurdan hîn tam neketiye bin garantiyê, rewş dikane hertim biguhere. Bi taybetî jî di vî warî da şêla Emerîkayê gelkî girîng e.
Geleo Emerîka heta kînga ewê li Îraqê bimîne û alîkariya kurdan bike?
Garantiya vê yekê ne di destê kurdan da ye…
Minxabin hîn jî miletê kurd ji bo azadî û serbestiya xwe bi heftûheft diwêlan ra şer dikin, tirk, faris û erb ji bo ku kurdan bifetisînin hîn jî di kemînê da ne.
Kurd ne bi erebên Îraqê ra tenê, bi Sûriyê, Îranê û Tirkiyê ra jî di nava şerekî bêdeng da ne, van hersê dewletên zalim ji bo têkbirina Kurdistana Federe hîn jî li pey fersendekê ne.
Lê pêşketin wisa nîşan didin ku karwanê serxwebûna kurdan carê ketiye rê, li wan bibe şilî û şepelî jî, bibe berf û baran jî, bibe bahoz, tozan û bager jî zû dereng miheqeq ewê bigihîjin hedefa xwe, welatê xwe rizgar bikin...

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE