02 januari 2010

Sosireteke nedîtî

Li gor çapemenî dinivîse, serokê DTP-ê yê kevn Ahmet Turk, ji ber êrîş, nerehetkirin û tacîzên tirkan xwestiye mala xwe ji taxa Çûkûrambar a Enqerê bar bike û here li Oranê bicî bibe.
Çimkî cîranên Ahmet Turk, piştî van bûyerên dawî ji bo ku wî aciz û rencîde bikin li çarhawêlî taxê her kesî balkonên xwe bi alayên tirkan xemilandiye.
Li ser vê, Ahmet Turk birayara guhestinê didee û li taxa Oranê di apartmana hemşeriyekî xwe da daîreyekê kirê dike.
Mala xwe li qamyonê dike û diçe xaniyê xwe yê nuh.
Lê li ber derîyê apartmanê xwediyê xênî wî radiwestîne û bi hêvî rica jê ra dibêje ku dibê ew kontarata xwe betal bike.
Ji ber ku albayekî tirk jî di eynî apartmanê da dimîne û wî albayî gelek zor dayê wî, ew tehdît kirye ku ew xênî nede Ahmet Turk.
Loma jî ew newêre xênî bi kirê bide Turk.
Li ser vê, Ahmet Turk qamyonê paşda vedigerîne.
Nuha hûn werin li vê zulma tikan binêrin!
Kirêciyek, xwediyê bînayê tehdît dike, nahêle xaniyê xwe bide kirê, dibêje ez qebûl nakim tu bidî filan kesî, ji ber ku ew siyasetmedarekî kurd e, ez ji wî hez nakim...
Û xwediyê apartmanê jî kurd e, zabitê tirk ji xwediyê bînayê yê kurd ra dibêje, ez qebûl nakim ku tu xaniyê xwe bidî yekî kurd.
Û xwediyê xênî jî ji dêlî ku ji zabit ra bibêje ”de tîdî”, ji vir biteqize û wî bide mahkimê, vê daxwaza wî qebûl dike û qamyona Ahmet Turkê kurd û hemşeriyê xwe ji ber derî vedigerîne...
Ji xwe sebebê vê cesareta zabitê tirk jî ev rebeniya me kurda ye. Heger zabit bizanîbûya ku xwediyê xênî ewê hustuyê xwe li ber vê tehdîta wî xwar neke wî yê wiha nekira.
Lê mêrikan carê em nas kirine, dizanin ”kurd” ne tu tişt in.
Zulmeke wiha ancax dikane li Tirkiyê bibe, li tu dereke din ya cîhanê însan hewqas vekirî nikane vê zulmê li ferdê neteweyekî din bike.
Rasîzim û faşîzmeke ji viya mezintir tuneye.
Lê şêla Ahmet Turk jî ne tu şêl e.
Li hember zulmeke wiha, dibê li ber qamyona mala wî tê da civîneke çapemeniyê çêkira û bigota:
-Hûn tirk me di meclîsê da qebûl nakin, hûn partiyên me digrin, ji ber du gotinên kurdî ya jî stranekê hûn me dikujin û lînc dikin û hûn naxwazin bi me ra bibin cîran jî.
Maneya xwe ew e ku hûn tirk naxwazin bi kurdan ra bijîn.
Wê demê ji welatê me derkevin, emê serbixwe bijîn. Û ji nuha û pê va jî ezê Kurdistaneke serbixwe biparêzim.
Û dûra jî berê qamyona xwe bida Qesra Qenco û Enqera biterikanda.
Piştî vê, dibê bi hezaran, bi dehhezaran kurd bajarên tirkan biterikandana û berê xwe bidana Kurdistanê.
Tirk heta hin gavên wiha radîkal nebînin, biaqil nabin, nayên rê, dibê em kurd viya baş bizanibin. Lê kurd wiha nakin, tirk çi zulmê jî li wan dikin dîsa jî destê wan ji tirkan û bajarên wan nabin, her babet neheqiyê daduqultînin.
Heta nuha min çend caran nivîsîye, bi rastî ez qet fêm nakim kurdên li wan deran dijîn çawa dikanin hewqas zulm û neheqiyê qebûl bikin û di nava tirkan da bijîn?
Her kesê li Xerbê dijî ne mecbûr e li wir bimîne, bi sedhezaran kes dikanin vegerin welatê xwe.
Lê venagerin, wê demê jî wan ev zulm heq kiriye….

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE