23 november 2009

Nivîseke pir tevlihev

Wey mala Xwdê ava be, waye bi xêra ”ehmaqiya” Onur Oymen ya bêhemd hişê kurdên kemalîst hêdî hêdî tê serê wan.
Tiştê xuyaye nerazîbûnên li hember gotinên Oymen û şêla CHP-ê ya li dijî miletê kurd ewê roj bi roj zêde bibin, îstîfayên ji partiyê berdewam bin.
Li Dêrsîmê 3 serokên belediyan, parlementerê berê û endamên Meclîsa Giştî ya Bajêr jî di nav da li dora 100 kesî ji CHP'ê îstifa kirin.
Hêrsa kurdan ya li dijî gotinên Cîgirê Serokê Gişt yê CHP-ê Onur Oymen ku di 10-ê mehê da li meclîsê di derbarê Komkujiya Dêrsîmê da gotibû berdewam e.
Piştî ku CHP û Denîz Baykal jî li gotinên Oymen xwedî derketin û ew parastin, kurd hinekî veciniqîn û îstîfayên ji CHP-ê dest pê kir.
Îro li Dêrsimê, serokê belediya Pulumurê Mesût Coşkûn, serokê belediya Pulurê Mustafa Sarigul, endamê meclîsa bajêr Cafer Kirmiziçîçek, meûpsê Dêrsimê yê kevn Hasan Guyuldar, endamê meclîsa giştî ya bajêr û gelek endamên CHP-ê bi beyaneke çapemeniyê bi hev ra îstîfa kirin û xwestin ku hemû kesên xwedî xîret jî di zûtirîn wexta ji CHP-ê îstîfa bikin.
Do jî 300 kesên endamên rêxistinên Mazgirt û Qiliyê beyanek dabûn û îstîfayên xwe îlan kiribûn.
Bêyî van bajaran, li navçeya Culemêrgê Çelê jî endamên rêxistina CHP-ê hemûyan îstîfa kirine.
Carnan çûk li kevir dikve, weke kuçê koran derb ciyê xwe digre. Ya me û CHP-ê jî wisa bû.
Oymen, ji ber tesîra kîn û nefreta xwe ya li hember miletê kurd bêhemdî bi wan gotinên xwe çewtiyek pir mezin kir.
Wî nizanîbû ev gotinên wî ewê olaneke hewqas mezin bide.
Lê baş bû ku ev olan da.
Meriv dikane bibêje ku van gotinên Oymen û şêla CHP-ê ji bo kurdan bû wek “şokterapî”yê û gelek kurdên kemalîst hejand.

Dewlet faşîstên xwe dajo ser kurdanGurûbek nîjadperest û faşîstên tirk do li Îzmîrê bi şiklekî organîze êrêş birin ser konvoya DTP-ê û bi dehan kes, jin û zarok jî di nav da birîndar kirin û gelek erebeyên DTP-yiyan jî bi kevir û daran li ber çavên pûlisan tahrîb kirin.
Ev demeke Bahçelî û berdevkên MHP-ê gefan li kurdan dixwun û miletê kurd bi qetlîam û êrîşên mezin tehdît dikin.
Ji xwe ev ne cara pêşîye ku faşîst û çeteyên dewletê êrîşê dibin ser endamên DTP-ê û avahiyên wê dişewitînin.
Berî nuha jî li Sakaryayê, li Altinovayê, li Eskîşehîrê û li Antakyayê dîsa li ber çavên hêzên ewlekariyê êrîşî konvoya DTP-ê kiribûn.
Dema zarokên kurd yên 12-13 salî kevirekî davêjin ji pûlisan da hêzên ewlekariyê bi panzeran dajon ser zarokan, bi rengekî hovane li wan didin, digrin û cezayên giran didin wan.
Lê dema hêzên faşîst êrîşî kurdan dikin, hêzên ewlekariyê bi copan bi wan nakevin, avê napijiqînin ser wan, panzêran najon ser wan, ji dêlî vê va li ber wan digerin, bi wan ra bazariyê dikin.
Ev jî nîşan dide ku dewlet li hember kurdan ne tenê hêzên ewlekariyê, hêzên faşîst jî dem bi dem bikar tîne û weke gurên devbixwîn wan dajo ser DTP-ê û kurdan.
Dema dewlet nexwaze faşîstên MHP-ê nikanin hewqasî bêperwa hereket bikin û gav û saetê weke gurên har yên devbixwîn êrîşî kurdan bikin.
Ev taktîkeke dewletê ye, dewlet van hêzan jî li hember kurdan weke ”ergenekona” eşkere bikar tînin.
Bi ”Ergenekona îlegal” bi sedan kurd kuştin û bi faşîstên MHP-ê jî dixwazin kurdan terorîze û çavtirsiyayî bikin.

Serokkomarê Îsraîlê Şîmon Peres, Tirkiyê û di heq ordiya tirk da tespîteke pir di cîda kiriye, gotiye:
”Tirkiye, li cîhanê welatê yekem e ku dezgeheke ne demokratîk, yanî artêş, bi parastina demokrasiyê wezîfedar e."Peres, di hevpeyvîna xwe ya kovara emerîkî Defense News da gotiye, ” ”Tirkiye, li cîhanê welatê yekem e ku dezgeheke ne demokratîk, yanî artêş, bi parastina demokrasiyê wezîfedar e. Bi rastî jî wisa bû. Lê rola artêşê guherî.”Peres camêr gelkî xweş gotiye.
Bi rastî jî li vê cîhanê li tu welatekî din artêş hewqasî ne serdest e. Lê ev 86 sal in li Tirkiyê artêş bê hilbijartin, bê raya milet, bi xêra devê tivingê û serê sungiyê li ser hukim e û kes nikane vî hukmî ji dest wan derxe.
Esas leşkeran partiya xwe çêikrina û ew jî têketana hilbijartinan ji vî halî çêtir bû, qenekê ewê bi rayan bihatana ser hukum.
Lê nuha bi darê zorê li ser hukim in.
Feqet têkoşîn û libexwedana miletê kurd ya van 30-40 salên dawî tac û textê artêşê ji bin da hejand, otorîteya wan daxist sifirê.
Peres tiliya xwe daye ser vê rastiyê.
Gelek kes dikane bibêje ku ev pêşketin bi saya AKP-ê bûye.
Lê ne rast e, di vê guhertinê da rola esasî û herî mezin xebat, têkoşîn û li berxwedana miletê kurd e.
Bêguman AKP-ê jî li gor xwe rolek pozîtîf lîstiye, faktorên derve rol lîstiye, lê hêza ku AKP derxistiye ortê û kiriye îktîdar tevgera kurd e.
Liberxwedana kurdan ya van 30-40 salên dawî (û helbet şerê gerîla û xebata PKK-ê rola herî mezin lîstiye) rejîma kemalîst ya ceberrût mecbûrî vê nuxtê kir, hemû refleksên wê şikand, hêza wê ya bi ”heybet” rezîl kir, anî pênc peran.
Zarokên kurd yên heftsaLî jî êdî ji artêşê, tank û topên wan natirsin.
Heger îro Başbug li ber hember Erdogan "serî ditewîne", ev tenê ne ji ber ”mêraniya” Erdogan e, ji wê bêtir, tevgera kurd Başbûg mecbûrî vê ”bindestiyê” kirye.
Ji ber ku Başbûg bi şer nikane liberxwedana kurdan bişkîne, nikane PKK-ê biqedîne, loma jî zimanê Erdogan li hember wî dirêj e.
Neyse, min îşev nivîs kir gêrmiya gavanan, hertişt tevhev bû…

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE