06 oktober 2009

Çima?

Gelek caran bi gotina felesefê, tiştên abstrakt(muceret,soyut) tê bîra meriv.
Weke ev mase heye ya tuneye?
Heger heye ji bo çi heye?
Lê felsefe ne ev e.
Mijara felsefê ya esasî pirs e, pirsîna pirsê ye.
Çima?
Çawa?
Ji bo çi?
Kînga?
Ji bo fêmkirina do û îro felsefe pûsûlayeke pir girîng e.
Însanê bê felsefe weke kaptanê bê pûsûla ye, nikane keştiya xwe bigihîne firêqetiyê.
Kurd, weke milet ji siyasetê gelkî hez dikin û li gor miletên din pir jî pê mijûl in.
Lê siyaseteke bê felsefe ye.
Siyasetmedarên kurd(qesta min kurdên bakur in) her tiştî dizanin, dema devê wan vedibe ji ”qal û bela” dipeyivin, lê felesefeyeke wan ya siyasî tuneye, ji zanîn û şiûrekî netewî bêpar in, nizanin çima û çwa ketine vî halî û ewê çawa ji vî halî derkevin?
Însan dema xwe nas neke, ji xwe û ji yê hember xwe pirsê neke û serê xwe pirê neêşîne tu carî nikane biserkeve, bigihîje derekê.
Heger ne xêra pirs û diyalogên Sokrates û şagirtê wî Eflatûn bûya ne mimkûn bû ku Yûnanîstana kevn ji wê serdema navîn hewqas zû xelas bibûya û demokrasî keşif bikira..
Bi saya felsefê em xwe û cîhana xwe nas dikin.
Lê ji ber ku siyasetmedarên kurd ne xwedî tu felsefe ne loma jî ne xwe nas dikin û ne jî dizanin çima ew jî ne weke xelkê azad û xwedî dewlet in.
Mesela piraniya kurdan qet ji xwe napirsin:
Çima ereb, tirk, faris û hin miletên ku nufûsa wan ne bi qasî ya bajarekî Kurdistanê ye bûne dewlet, lê em 30 milyon kurd hîn ne xwediyê gundekî otonomin jî?
Ji bo çi em jî weke ereb, tirk û farisan ne xwedî dewleteke serbixwe ne?
Tirk di telewîzyonan da bêtirs û bi serbilindî navê welatê xwe dibêjin, lê nahêlin em bibêjin û dema em dibêjin jî sansor dikin; çima em vê yekê qebûl dikin û beşdarî programên wan dibin?
Çima em hewqasî rehet dev ji armancên xwe berdin?
Çima em hewqasî rehet hustuyê xwe li ber şert û şurûtên dijmin xwar dikin?
Ji bo beşdarbûna programekê, ya jî ji bo çend quriş pere çima em sansora dijmin qebûl dikin û dev ji bilêvkirna navê welatê xwe berdidin û ji gotinên ku ewê dijmin aciz bike îtîna dikin?
Çi yê me ji wan kêmtir e ya jî çi yê wan ji me zêdetir e ku ew bûne xwedî dewletên serbixwe û em jî bûne reben û koleyên wan?
Sebebî mûcîbeya vê yekê çi ye?
Çima em di vî halî da ne?
Ji kînga ve ye, çima û çawa em ketine vî halî û bûne koleyên ereb, tirk û farisan?
Ereb, tirk û faris bi serbestî û serbilindî alên xwe bi sînga xwe dikin, çima em kurd nikanin, newêrin?
Çima ereb, tirk û fasris nahêlin em jî weke wan bibin xwedî al?
Çima tirk nahêlin em navên kurdî li zarokên xwe kin?
Tirkan navên hemû gundên me guhertine, çima em viya qebûl dikin û navên tirkî bikar tînin?
Çima em kurd weke milet li dijî vê neheqiyê dernakevin û di navên kurdî da israr nakin?
Tirk zarokên xwe dişînin mektebên tirkî, lê nahêlin em zarokên xwe bişînin mektebên kurdî, çima?
Çima em vê zulmê qebûl dikin û zarokên xwe dişînin mektebên wan?
Tirk nahêlin weke wan, em jî bi zimanê xwe perwerde bibin, bibin xwedî mekteb, unîwersîte, telewîzyon, radyo, rojname, kitêbxane.
Çima li gel vê jî em bi dilxweşî û serbilindî bi tirkî dinivîsin?
Tirk, ereb û faris bi serbilindî navê welatê xwe hildidin, çima kurd ewê newêribin, nikanibin bibêjin Kurdistan?
Dema dibêjin marûzî azar û lêdanê dibin, çima?
Hemû partiyên tirkan bindestiya me diparêzin, li dijî azadî û serxwebûna me ne, dema tên ser hukum zulmê li me dikin, me dixin hefsan û dikujin.
Lê dîsa jî em rayên xwe didin van partiyên dijiminên xwe, çima?
Çima em ji dijminê xwe ra, ji kesên ku mafên me yên netewî nadin ra dibêjin ”bira”, bi wan ra dizewicin û bi zimanên wan şiîr, roman, çîrok û meqaleyan dinivîsînin?
Welhasil, çima em van pirsan hemûyan ji xwe nakin, bi halê xwe nerehet nabin, xewa şevan li xwe nahermînin?
Û li gel ku em di halekî hewqasî perîşan û xerab da ne, çima dîsa jî em weke ferdên miletekî serbixwe û azad bêxem dijîn?
Ji bo ku em xwe nas bikin û ji rewşa xwe fedî bikin, dibê em gav û saetê xwe û xelkê miqayese bikin, bibêjin çi yê me ji xelkê kêmtir e? Çima em jî wek wan ne xwedî dewlet û welatekî serbixwe ne?

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE