22 september 2009

Mûsa Anter û "Zimanê dê"

Ronakbîr û kurdperwerê hêja û bi nav û deng apê Apê Mûsa Anter 17 sal berê di 20-ê îlona 1992-an da li Amedê ji alî qatilekî dewleta tirk ve, bi emir û fermana dewletê bi qeleşî û bi bêbextiyeke mezin hate kuştin.
Ji zûda ye min nivîseke wî ya li ser giringîya zimên ku gelkî kêfa min jê ra tê rakiribû, ji bo ku di roja şehîdbûna wî da biweşînim.
Lê nizanim çawa bû do û pêr min ji bîr kir neweşand, ji bo vê xemsariya xwe ez ji we xwendevanan û ji Apê Mûsa lêborîna xwe dixwazim.
Tişt nabe, ez dizanim bîna Apê Mûsa fire ye, ewê li qusûra min nenêre, loma jî ji bo yadkirina vî şehîdê kurd û Kurdistanê, ez vê nivîsa wî ya giranbuha îşev ji diweşînim.
Wek tê zanîn Apê Mûsa merivekî hazircewab, henekçî, xweşsohbet, bi kultur, zana û di eynî wextê da jî him bi tirkî û him jî bi kurdî nuktedan û nivîsakerekî pir hêja û bêemsal bû.
Di vî warî da lêkolîneke min tuneye, ez tenê çavdêriya xwe dibêjim, bi baweriya min Apê Mûsa Anter di nava ronakbîrên kurdan da kolumnîstê(nivîsên pêkenînî, mîzahî)bi kurdî yê herî pêşîn û herî baş bû.
Di warê nivîsên kin û mîzahî da Apê Mûsa hosteyekî gelkî mezin e, hakimê qelema xwe ye, ew tim li orta nîşan dixe, tu carî li fûtê naçe…
Ne mimkûn e ku meriv nivîsên wî yên bi kurdî bi zewqeke mezin nexwîne.
Çi bi kurdî û çi jî bi tirkî, hemû nivîsên wî weke nukte û pêkenînên Xoce Nesredîn lezîz û manîdar in.
Meriv ji xwendina nivîsên Apê Mûsa têr nabe, ji ber ku di her nivîsa wî da meriv tiştekî nuh fêr dibe.
Nivîsên wî weke sohbeta şexsî ye, meriv aciz nake, meriv naxwaze biqede, dema diqede jî meriv dixwaze zû zûka dest bi ya din bike.
Bi taybetî jî meqaleyên wî yên bi kurdî pir û pir hêja ne, hemû jî di derece û qalîteya ku di dibistan û zanîngehan da ji rojnamevan û xwendevanên edebiyatê ra bibin kitêbên dersê û nimûneyên xweş nivîsînê.
Ne tenê berê, di nava kurdan da nuha jî hîn kesê ku bikanibe di qalîte û mistewa nivîsên Apê Mûsa da binivîse tuneye.
Li jêr ez meqeleya Apê Mûsa ya bi sernivîsa ”Zimanê dê” îşev pêşkêşî we dikim.
Ez bawer dikim ku ji xwendina wê, hûnê bi qasî helbesteke Feqiyê Teyran û Melayê Cizîrê tam û zewqê jê bigrin û bixwazin hemû nivîsên Apê Mûsa yên bi kurdî bixwînin.
Bixwînin û bibînin ku Apê Mûsa li ser giringîya zimanê dê çiqasî xweş gotiye. Meriv dibêje xwezî min jî kanîbûya hewqas xweş binivîsiya.

”Zimanê dê
Niha neviyekî min heye, Bahoz. Bahozko ji niha ve bi kurdî zane lê bi turkî hîn nabe. Carna, radyokek min a biçûk heye, ez dikim dawa wî, ku bi tirkî xeber dide lawik dibê lew lew lew. Yani dişibîne dengê heywanan.
Lê ku ez dibêm lawo ka tilîka xwe bide min ez bixwim. Mal û malika wî tilîya wî ye, ew jî wê dike devê min.
Gelek caran ez jê ra bi kurdi distirêm, ma sitrana min çi sitran e. Ez ne İbrahim Tatlises im, heşayî min.
Ez Amedê jê ra dibêjim. Hema ku ez dibêm ‘lê Amedê Amedê, tu bayraqa Kurdan e, Ala Rengîn hildaye" ew lawikê yazde mehî hundirê çavên wî dikene û ji min re bi dest û lingan dilîze.
Bi rastî jî min qîmeta zimanê zikmakî zanîbû lê vî lawikî ji prefesorekî bêhtir ders da min. Qenc ez hîn bûm ku tiştek di ser zimanê diya me re tine ye.
Îsal 63 sal e, ez bûme hêsîrê zimane tirkî.
Bê çawa hêsîrekî bi namûs hesîrtiyê bi rast û rihanî qebûl nake, ez jî hînî zimanê tirkî nebûme. Erê tirk dibên zimanê kurdî tineye, lê ez bi ilmî dibêm zimanê tirkî tuneye.
Hema di van 60 salan de ez hînî pênc zimanên tirkî bûm.
Di mekteba pêşî de yek, di ya navîn de yek, di lîseyê de yek, di unîversîtê de yek û yek ji yên di derve.
Ne kesî emir daye tirkan, wan zimanê xwe ewha kir.
Ji ber vê yekê ez nebûm nivîskarekî qenc, kurdî ewan qedexe kir û tirkiya wan jî ne tu GÛ bû, evqas taba min a îsal 60 sal e bertelef çû.
Ez ne xwe dipesinînim lê ez yeqîn dikim ku ez 60 sal bi frensewî, îngilîzî, almanî bi vê tabê daketima bi kêmanî eze bibûma wek Victor Hugo, Goethe, Jean Jacques Rousseau û Shakepeare.
Lê çi fêde ji qewlê Nabî ve bi tirkî dibê, ‘‘Öyle bir nehir muazzam gibi çus etmiyem fakat heyhat kurak sahralarda akıp gecmişim.’’
Yanî ez wek çemekî mezin im, mesela wek Dîcle û Ferat im lê çi fêde ez di çolan re derbas dibim kes ji min fêde nabîne.
Tirkiyê jî ez kirim wek Dicle û Ferêt. Ji Kurdistanê derketim û ez ketim çolên ereban ên xerab cih û bêfêde.
Ji ber vê yekê îşê min zor e.
Fikra min û mêjîyê min kurd e.
Lê ez mecbûr dibim bi tirkî binivîsim.
Ji ber vê yekê ez dibêm işê min zor e.
Nivîsên min giş tercûme ne.
Tercûme tu carî nabin wek eslê xwe.
Ji ber vê yekê Fileh û Misilman dibên Quran û Încil nayên tercûmekirin. Ku bê tercûmekirin wê cewherê wan winda bibe.
Nivîsandinên min ên bi tirkî rij in, bê tewas in ji ber vê yekê ye ; bi kurdî difikirim û bi tirkî dinîvîsim.
Çiqas ecêb û zilm e.
Ma kesi dîtiye ku nivîskarekî Alman bi Fransewî şaheseran bi nivîse, yan jî yekî îtalyan bi yewnanî?
Kî bêje nebêje wek min 60 salî di nav vî agirî de nemaye.
Ez zanim bê ev çi agire û zilm e....!!
14-20 hezîran 1992
Mûsa Anter"

5 kommentarer:

  1. Herê xalo,
    Apê Musa merivekî pir henekchî buye. Nivîsên wî kêfa mirov gelekî tînin. Meriv qet naxwaze ku "chav" jê berde. Lê mixabin ku tirkên xwînmij ew hîn di dema xwe ya herî "ciwan" da kushtin. Lê ez dibêm dê miletê kurd wî camêrî qet ji bîr nekin.

    Yaw apo, ma ev dîloka kê ye? Bi rastî jî pir xweshik e :-). Wellahî xalo tu rasterast cewherî, kuzika zêrê yî ha.

    Silavên hêca
    Qijikê Dêrsimê

    SvaraRadera
  2. Apo, ez dibêjim tu jî ji apê Musa kêmtir nînî. Heger tu ji min bipirsî, ez ê bibên stîla we gelekî nêzîkî hev e. Ji dil dibêm xalo.

    Wellahî bila rehma hemî xwedeyan bi apê Musa ra be. Ew jî apê me yê Mele Nesreddîn Xoce ye.

    Bi xwedê xalo te ji doho va di kuncika xwe da ronesanseke pir mezin kiriye. Bi fikra min gerek tu hêla te ya apê Musayî u ya shexsê te zêdetir derbixî pêsh. Bêguman dê ji xalê me henekchiyê herî tuj u bi îrfan derkeve ser bazara medyayê.

    Ev chi dîlok bu xalo. Welle merî bê hish u fêlan u fistan dibe.

    Silav ji we hemiyan ra
    Tîrê Qersê

    SvaraRadera
  3. Apê Zinar
    Nivîsa te dîsan bi hêz e. Modernîteya apê me dest pê kiriye. Êdî tîr ji kevankê hatiye berdan.
    Wellahî xalo, bê shik apê Musa di demeke bê wext da ji me veqetandin tirkên dolheram. Bila rehma xwedê mîlyon carî li wî be, heta hetayê.
    Silav û rêz
    Zarayê Kurdîjen

    SvaraRadera
  4. Apo,
    Zor spas jibo vê nivîsa di derheqê apê me yê henekbêj Musa Anter.
    Welle apê Musa merivekî pir tuj buye. Dibêjin li ber dadgehên tirkên dev bi xwîn bi gotinên xwe tev rezîl u ruswe dikiriye.

    Xalo bi navê Kurditan-ê kim, êdî em jî ji te nivîsên weha qirase dixwazin elîm ellax. Dîloka te gelek lezîz bu xalo :-)

    Silav u hurmet
    Eliyê Dêrikî

    SvaraRadera
  5. Xalo,
    Nivîsa te wekî shoresheke qirase deng vedide haaa.

    Hebuye tunebuye, rojekê sayin bashqan Evdilleh Pasha wek ji edet rexneyên bê binî li apê Musa dike. Lê helbet ya sayin Evdille Pasha rexne nîne, tenê dixwaze her kesî li ber miletê kurd bichuk bixîne. Îcar hezretî Evdilleh Pasha gulleyên xwe dide apê Musa. Li ser vê yekê apê me Musa radibe tapanan u dengê xwe berdide nav newal u geliyên Kurdistan-ê, dibêje: Lan oxlim Evdilleh tu xwe bidirînî jî tu nikarî li ba min bibî onbashiyekî qeshmer jî ellaxîme kîtabîme, wîîî.

    Pashê dem derbaz dibe, dinya hinekî diguhere. Rojekê di civîneke HADEPê ya li Enqere-ya tirkan da dayika Evdilleh Pasha u apê Musa li cem hevdu rudinin. Bela bela ye sayin hevalên feqîr yên Hindik u Rindik. ìcar medyaya tirk radibe ser tapanan u ha u ha tîran bi ser apê Musa da direshînin. Wey weleeeeed, chawa dibe ku sayin Musa Anter li ba dayîka wî qetîlî rudine u fêlan u fistan. Tabî apê Musa di bin qeshmeriyên tirkan da namîne u radibe ser piyan u dîsan dengê xwe berdide newal u geliyên Kurdistan-ê u dibêje: Lan oxlim, ma ji we ra maye ku ez li ku kuna xwe datînim hi. Min di we kirino. Ez u kêfa min, heger ez bixwazim ez ê di himbêza wê da jî runim, min serê we di kuna bavê we kiro. (dîqqet dîqqet, yanî kêm zêde apê Musa weha gotiye sayin cîgerlerim :-)).
    Xalo, ma ew îshê romana kurt chiton bu? Hevalno, pêsira xalo bernedin yaw :-).

    Silavên germik u nermik
    Beranê Meletiyê

    SvaraRadera

PARVE BIKE