11 augusti 2009

Aram muzîka kurdî bi kurdan da hezkirin

Stranbêjê bi nav û deng Aramê Dîkran di 8-ê mehê da li paytexta Yûnanîstanê Atînayê ji nava me koç kir û çû ser dilovaniya xwe.
Aram, emekdarekî muzîka kurdî yê pir hêja û pir taybet bû. Wî gelek ked û emek da muzîka kurdî, xizmeteke pir mezin jê ra kir.
Aram, bi eslê xwe ermenî bû lê weke kurdekî resen bi kurdî distira, weke kurdekî dilşewat dikir qîrîn û hawar.
Loma jî hemû kurd bi qasî malbata Aram bi wefata wî xemgîn bûn û li ber li ketin.
Ji roja wefata wî virda ye li ser jiyan, huner û muzîka Aram gelek tişt hatin nivîsîn, gelek tişt hatin gotin.
Ji ber ku ez ne muzîknas û ne jî hunermend im loma jî ez nikanim tu tiştî li ser muzîka Aram bibêjim, çimkî ne karê min e, ez jê fêm nakim.
Lê li ser rol û tesîra muzîka wî, ez diwêrim bi kurtî çend gotinan bibêjim.
Îro ez fikirîm, min ji xwe ra got:
Gelo taybetmendiya Aramê Dîkran çi bû, çi û kîjan xusûsiyetên muzîka wî, ew ji stranbêjên din cuda dikir?
Wek min got, ez ne muzîknas im û ji sinetê muzîkê jî tiştekî fêm nakim, tenê guhdar û evîndarekî muzîka kurdî yê sadiq im.
Li gor dîtina min, heger meriv denbêjan bide aliyekî, xusûsiyeta û taybetiya muzîka Aram ya herî mezin, wî muzîka kurdî, stranên kurdî bi kurdan da hez kirin, muzîka kurdî bi miletê kurd, bi taybetî jî bi xwendevan û ronakbîrên kurd şîrîn kir.
Dengbêj ne têda, bêyî Aram, du kesên din hene ku bi muzîka xwe wan jî weke Aram ji her kesî bêtir xîtabî dil û hestên kurdan kirine.
Ew jî Mehmet Şêxo û Şivan Perwer e.
Ev hersê hunermend jî bûne pêşeng û misyonerên muzîk û zimanê kurdî, muzîka wan bûye zengilê şiyarkirina kurdan.
Bi muzîka van hersê hunermendan(Aramê Dîkran, Mehmet Şêxo, Şivan Perwer)kurd bêtir bûne kurd, bi kurdayetiya xwe hesiyane.
Ev gelkî girîng e, muzîk û stranên hin hunermendan di têkoşîna kurdan ya netewî da xizmeteke bêhempa kiriye.
Lê ji ber ku mijar muzîka Aram e, loma jî ezê tenê li ser tesîra muzîka wî rawestim.
Muzîka Aram, muzîkeke wiha ye ku biçûk mezin, kal pîr, ji her sinif û tebeqê însan lê guhdarî dike, kêf û zewqê jê digre.
Dengê cumbûşa Aram, meqamê wî yê nerm û giran, gotinên stranên wî yên xweş û manîdar ji bo gelek kesî stîleke nuh bû, dilê kurdan geş dikir, kurdî û muzîka kurdî li ber dilê kurdan şîrîn dikir.
Di stranên Aram da kurd bi bindestî û perîşaniya xwe di
Loma jî kurdê herî ji muzîkê dûr jî bi kêmasî çend gotinan ji stranên Aram dizane.
Hin dengbêj hene sînorên bajarê xwe, herêma xwe derbas dikin, dibin hunermendên gelêrî.
Aramê Dîkran, yek ji wan hunermendan bû ku bûbû dengbêjekî gelêrî, hemû miletê kurd ji muzîka wî hez dikir.
Dema dengê Aram ji teybê bilind dibû, dikir gazî û hawar, digot:
”Hey lê, lê wayê gidî bilbilo
Wê bayê lêxist, hêlîn tev xerakiro
Perîşano, de sêwîyo, mihaciro
Tu bi hasreta hêlîna keviro”
,

kurd bi bêkesî û bêwelatiya xwe dihesiyan, kela dilê însanan radibû.
Ya jî gave meriv bi dengê cumbûşê ra li strana ”,
"Tu him gulî him rihanî
tu him derdî him dermanî, him hekîmî him loqmanî, wêran ezim malim xirab” guhdarî dikir, meriv mest dibû, dixwest tekrar, tekrar lê guhdarî bike.
Tiştekî din jî, Aram cumbûş jî bêtir xist muzîka kurdî û dengê wê bi kurdan da hezkirin.
Bira gorra wî bihuşt be.
Ewê her û her di dilê gelê kurd da bijî.

1 kommentar:

  1. Xalo,
    Rast e ku Aram Tîgran hunermendekî gelekî mezin e. Bi fikra min be, kurdan qet ji Aram Tîgran fam nekirin u dê demeke dirêj jî jê fam nekin. Vî mirovê pîroz temamê jiyana xwe bi tevî zimanê kurdî derbaz kir. Him jî di rewsheke pir dijwar da. Lê ji derî chend hebên din, ti hunermendekî kurd pênc qurush jî qîmet neda kurdî u stranên kurdî. Wan hunermendên sextekar îcar kilamên kurdî wergerandin zimanê tirkî u wekî makîneya asîmîlasyonê kar kirin...
    Bila miletê kurd yê kurdperwer vî xortê xwedî shexsiyet heta hetayê qet ji bîr neke.
    Silavên germ
    Pîran Tîr

    SvaraRadera

PARVE BIKE