09 maj 2009

Yê kurdan navî giran e lê war î wêran e

Hasan Cemal ev çend roj in di rojnameya Mîllîyetê da întîba û hevdîtinên xwe yên bi serokê Konseya PKK-ê Murat Karayilan û hin kesên din ra diweşîne.Li gor Hasan Cemal dinivîsîne Karayilan gotiye:
“PKK êdî ne PKK-ya berê ye.” “Em naxwazin veqetin. Federsyonê jî naxwazin” û naxwazin “sîstema dewletê ya unîter jî xera bikin.”
Piştî 25 sal şerê çekdarî, bi dehhezaran şehîd, 17 hezar kesên wenda, bi hezaran gund û malên wêranbûyî hîn jî veqetandinê naxwazin, federasyonê naxwazin, otonomiyê naxwazin û naxwazin sîstema Tirkiyê ya unîter jî xera bikin.
Ê wê demê hûn çi dixwazin birayê ezîz?
Heger hûn vana yekî jî naxwazin, wê demê we çima dest bi şer kir?
Ji daxwaza Kurdistana serbixwe were vê nuxteya nêzî sifirê weleh xê ra Xwedê ye, lê tirk mêrikan dîsa jî qebûl nakin, dibêjin hinekî din jî, hinekî din jî daxînin.
Çimkî camêran carê em û serokên me nas kirine, dizanin ku serok û nûnerên me ne tu serok û nûner in.
Derdikevin serê çiyan, 25 salan fedekarî, liberxwedan û qehremaniyên pir û pir mezin nîşan didin, lê ji dewletê hema hema tiştekî jî naxwazin.
Weleh me kurdan havileke baş kir...
Ji berê da ye dibêjin, kurdan tu çarî di şer da wenda nekirine, tim li ser masê wenda kirine.
Dîrok dike careke din tekerur bike.
Lê heger ev ”tekerur” bi rast bigere îcar ewê bibe dawiya kurdên bakur, ewê nikanibin careke din ji nuh va dest pê bikin...
Karayilan ji Hasan Cemal ra gotiye, “li gor berê PKK êdî di xeteke hîn maqûltir da ye. Mesela berê dewleta kurd ya serbixwe dixwest. Ev li rabirdû ma. Yanî êdî ne cudaxwaze e. Em dixwazin kurd di nava sînorên Komra Tikriyê da wekehev û azad bijîn.”Karayilan di hevdîtina xwe da daxwzên PKK-ê baş "zela kiriye", gotiye, “paradîgma guheriye” û ev guhertina “paradîgmayê” jî ji Hasan Cemal ra wiha îzah kiriye, gotiye:
“Bala xwe bidinê êdî em dibêjin Kurdistana demokratîk a otonom. Di vê otonomiyê da qest ne federasyon e. Ne daxwaza ji nuh va danîna sînoran e. Ev çareseriyeke ku sîstema dewletê ya unîter xera nake. Qanûnên îdareyên Mehellî tên guhertin, îdareyên belediyan tên xurtkirin.”Weke diyar e, Karayilan tiştekî vekirî û zela nabêje, ne diyar e ji bo miletê kurd ew çi dixwazin?
Lê bi kurdiyeke ku meriv jê fêm bike di van gotinên xwe da Karayilan, qala zêdekirina selahiyeta muxtaran, serokê belediyan û meclîsên wîlayetan dike.
Karayilan ew daxwaz jî baş zelal nekiriye, negotiye ka ew dixwaze dewlet kîjan selahiyetan bide muxtaran, serokên belediyan û nûnerên meclîsên wîlayetan?
Û bi van selahiyeten kurdê çi bi dest xin, bibin xwediyên kîjan mafan?
Li hember van gotinên Karayilan û van daxwazên PKK-ê ku dibê dewlet li dilê xwe xe, di rojnameya Radîkalê da Turker Alkan jî matmayî maye û wiha gotiye:
"Gotinên lîderê PKK-ê Karayilan ji gelek aliyan va balkêş in. Ya yekem, hedefên PKK-ê tu bigrî daketiye dereceya mafên kulturî û xurtkirina îdareyên mehelî, bi wan va hatiye sînorkirin. Tu bixwazî nexwezî ev pirs tê bîra meriv: Ji bo van hedefên mutewazî ma hewceyî bi derketina serê çiyan, bi mirin û kuştinan hebû?
Gelo bi hin riyên hîn aştîxwaz û sivîl bi destxistina van armancan ma ne mimkûn bû?"
Wek tê dîtin êdî tirk bixwe jî şaş dimînin, dema bala xwe didin daxwazên PKK-ê nikanin bawer bikin.

Loma jî Turker Alkan gotiye, ji bo van daxwazên pir mutewazî ma hewce bû ku hûn derkevin serê çiyan, hewqas sal şer bikin, werin kuştin û bikujin?
Heger di destpêkê da we qala Kurdistana serbixwe nekira, we gotibûya daxwzên me ev in, belkî dewletê bêyî şer û teşxele ev tişt bida we.
Lê dewletê fêmkiriye ku yê me navî giran e war î wêran e, loma jî naxwaze mafê muxtariyê jî bide kurdan.

2 kommentarer:

  1. Xalo,

    Ez vê dibêm. PKK di demên totalîter u dîktatorane da di bin tesîra chepên tirkan da chêbuye u kopyeyeke wan chepikên tirkan ya herî xirab u bedbext e.

    Bêguman Apo PKK wekî psîkolojiya xwe ya shexsî organîze kiriye. Lê mixabin ku di vê organîzekirinê da hemî nexweshiyên Apo yên psîkolojîk li yên din jî vedaye. Min ewqas PKKyî nas kirin-e, lê tenê di yekî da jî shexsiyeteke serbixwe, azad u durbîn nedîtiye. Hema tu bibê sayku gî jî ji heman fabrîkayê derketibun/derketine. Gotina "heval ha, bashqan bole dîgî!" ("heval ha, serok wiha dibêje!") ya ku ji aqil u îrfanê heta marsê dur e, Apo texlît dikirin/dikin. Min Apo jî di vîdeoyê da dîtiye. Bi rastî jî mêrik sedîsed nexweshekî giran yê ruhî ye. Hemî tevger, nêhirîn, bikaranîna peyvan, tona dengan, îspata vê yekê ne...

    Îcar M. Karayilan u C. Bayik jî li gel vî "serokî" mezin bune. Bi aqilê keran, heta ber deriyê guran!

    Bila xwedê sebir u rahmetê bide wan kesên ku di bin bêaqiliya PKKê da zilm u zordariya bêsînor kishandine, ji her tishtê xwe bune.

    Ne hêsan e, sî mîlyon însan u welatekî herî kevnare chem u chem di avê da chu. Zimanekî herî kevn bi saxî hate kushtin bi destê van bê îdraqan.

    Silav u rêz

    Lawkê Cholemêrgê

    SvaraRadera
  2. Xalê Zinar,

    Dibe ku te jî xwandibe, li gor nucheyekê serokê DTP yê Batmanê Özcan Erdem beg chuye leshkeriya tirkan. Keseyatiya ku tirkên segbav dixwastin ji kurdan chêbikin, PKKê ji bo wan afirand!

    Aha va ye li vir dibêjim, heger M. Karayilan u C. Bayik u camêrên din rojekê nerrin ji bo tirkan leshkeriyê nekin, bash e. Ji bo ew bibe îbreteke tarîxî, dê tirk rojekê vê jî di serê miletê kurd da bikutin.

    Silav

    Zarayê Kurdîjen

    SvaraRadera

PARVE BIKE