02 maj 2009

Min li programa Guler xanimê temaşe kir...

Stêrka TRT Şeşê ya nuh Guler Işik xanim, berî ku dest bi programa xwe ya TRT Şeşê bike, di festa nasandina programa xwe da gotibû,”ew dengbêjeke tirk ya esilkurd e.”Di nivîsa xwe ya 27-ê nîsanê da min ev gotina Guler Işik xanimê rexne kiribû.
Lê li alî din jî min gotibû, min hîn li programa Guler Işikê temaşe nekiriye, ez nizanim program ewê çawa be û kurdiya wê çawa ye.
Do fersend çêbû û min bîstekê li programa wê(Dengê ronî) temaşe kir. Bîyî wê, nuha di înternetê da jî min çend stran û programên wê temaşe kir.
Tiştê nuha, meriv kanibe li gor sifreya hazir bibêje ev e: Dengê Guler xanimê ne xerab e, hin staranan xweş dibêje. Mesela strana "Lo lawo çima çima" * gelkî xweş û gotinên wê jî rast dibêje.
Lê wekî din him piraniya stranan tam nizane û him jî gotinên wan çewt dibêje, weke Îbo hema çewtomewto lê dimeliqîne.
Yanî ji alî dengbêjiya kurdî va gelkî zeîf e, ji bo ku stranên kurdî baş û tam fêr bibe jê ra wext û xebat lazim e.
Lê ji vê jî xerabtir, kurdiya wê pir û pir xerab e. Erê çend gotinên malê, here were dizane lê tiştê dizane jî têra platformeke wiha nake.
Di warê zimên da pir nezan û paş da ye, nikane du sê gotinên rast bîne ba hev. Kurdiya dizane, kurdiyeke zarokên bajêr e, nîvî tirkî ye.
Dîsa meriv ferq dike ku nizane bi kurdî jî bixwîne. Belkî jî qet neçûbe dibistanê û xwendin û nivîsandina wê jî baş tunebe.
Lê ya xerab Guler xanim ne tenê kurdiya wê zeîf e, mixabin ku di warê kultura giştî da jî pir nezan e.
Hercara devê xwe vedike û dixwaze tiştekî bibêje, ev nezaniya wê xwe dide der, devê wê li ber hev dikeve, xwe wenda dike û tiştên pir çewtomewto dibêje.
Ev yek jî mistewa programê dadixîne, bêyî stranan meriv naxwaze temaşe bike.
Li gor programa Rojînê, programa Guler Işikê him ji alî naverokê û him jî ji alî zimên û misteweya întelektuelî ve pir paşda ye û hinekî jî xeyrîcidî ye.
Yanî li gor ya Rojînê, programeke cilq û magazînwarî ye.
Gelo di nava kurdan da yeka ji Guler Işikê zanatir û jêhatîtir tunebû loma TRT-ê ji mecbûrî ew girt?
Bêguman na, gelek keç û jinên kurd yên pir û pir ji Gulerê jêhatîtir hene. Lê diyar e nayê hesabê TRT-ê û dewletê ku kurdeke zana û baş bi kurdî zanibe bigrin.
Ji bo dewletê pir ne mihîm e ku pêşkêşvaneke programa kurdî nezan û bi kurdî jî baş nizanibe.
Dinya jî xera bibe TRT programeke tirkî teslîmî Guler Işikê nake.
Lê dema dor tê kurdî ev pîvan namîne, qalîte û mistewa çiqasî kêm be jî ne girîng e.
Çimkî program bi kurdî ye.
Jixwe dibê programên kurdî ji yên tirkî hinekî bêqalîtetir û pêşkêşvan jî dibê ji yên tirk nezantir bin.
Dema meriv li programa Guler Işikê temaşe dike hisekî wiha bi meriv ra peyda dibe, fena ku dewlet bi zanetî dixwaxe mistewa programê wiha be.
Herçiqas telewîzyon ya dewletê be jî, ji ber ku guhdar û temaşevan kurd in, loma jî dibê meriv vê mistewa nizm qebûl neke û doza pêşkêşvaneke hîn baştir, hîn zanetir bike.
Weke kurd dibê em cahiliyê û bêqalîtetiyê layiqî xwe û miletê xwe nebînin.
Kêfa min gelkî ji strana "Çima çima" ra hat û loma jî bi qasî ku min pê ra gîhand û jê fêm kir min ew nivîsî. Li jêr ew gotinên vê strana xweş pêşkêşî we jî dikim.
Ji bo guhdarîkirina stranê rêza jêr bitikî ne.*Çavê min li bejna te yeDilê min di te da heye
Çavê min li bejna te ye
Dilê min di te da heye
Haja te ji min tuneye
Lê gulê çima çima
Haja te ji min tuneye
Lê gulê çima çima
Çavreş im gulîzer im
Gerdenga zorporzer im
Çavreş im gulîzer im
Gerdenga zorporzer im
Li herkesî nanirim
Lo lawo nebê çima
Li herkesî nanirim
Lo lawo nebê çima
Lê gulê çima çima
Delalê çima çima
Lê gulê çima çima
Çavreşê çima çima
Xelkê mirazê xwe kir
Lê Gulê ez û tu ma
Xelkê mirazê xwe kir
Lo lawo ez û tu ma
Lo lawo tu ji wanî
Tu derdê min nizanî
Ji bona te nexweş im
Nede min kul û xema
Ji bona te nexweş im
Nede min kul û xema
De were ez te bibînim
Sebra min êdî nema
De were ez te bibînim
Sebra min êdî nema
Ev gula gula te ye
Evîna dilê te ye
Ev gula gula te ye
Evîna dilê te ye
Were min birevîne
Çavê min li riya te ye
Were min birevîne
Çavê min li riya te ye
Lê gulê çima çima
Çavreşê çima çima
Lê gulê çima çima
Delalê çima çima
Hêsirên min diherikin
Weka bager û çeman
Hêsirên min diherikin
Weka bager û çeman
Lo lawo çima çima
Delolo çima çima
Lo lawo çima çima
Egîdo çima çima
Xelkê mirazê xwe kir
Lo lowo ez û tu ma
Xelkê mirazê xwe kir
Lo lawo ez û tu ma

1 kommentar:

  1. http://lumerkoz.edu Your Site Is Great, [url="http://www.comicspace.com/esomeprazole/"]esomeprazole[/url] dogstrust colina [url="http://www.comicspace.com/adalat/"]adalat[/url] lacity [url="http://soundcloud.com/zovirax"]zovirax[/url] convenience [url="http://www.ecometro.com/Community/members/Buy-Hydroxyzine.aspx"]hydroxyzine[/url] chou [url="http://www.comicspace.com/cardizem/"]cardizem side effects[/url] ervin selects

    SvaraRadera

PARVE BIKE