26 april 2009

Heta ku rêberên miletê kurd ev kes bin kurdê hîn pir bikşînin

Berî ku ez kompîtora xwe vekim min nêt kiribû ku ezê li ser Kawis Axa û programa TRT Şeşê Rêwî ku îro bajarê Meletiyê dida nasîn, çend gotinan bibêjim.
Ji do da ye min li du programên balkêş temaşe kir.
Yek jê, di Kurdsatê da programeke li ser Kawis Axayê gorbuhuşt û nemir bû ku tesîreke pir mezin li min kir û ya din jî programa Rêwî ya li ser Meletyê bû.
Lê piştî ku min komîptora xwe vikir û di malpera Kurdîstan-Postê da rastî nivîsa DR. Yusuf Kaynak ya li ser Muhmet Uzun hatim, min nêta xwe guherand û biryar da ku li ser vê nivîsê rawestim.
Programên li jor min qala wan kir bira bimînin şeveke din.
Kurd dibêjin, ku meriv diz be şevreş pir in.
Sernivîsa Yusuf Kaplan bi qasî naveroka wê balkêş e.
Sernivîs bi pirsekê dest pê dike, dibêje:
-Mehmet Uzun nivîskarekî kurdî ye an yê tirkî ye?
Vê yekê bala min kişand.
Nivîskar bi serpêhatiyeke xwe dest bi nivîsa xwe kiriye û gotiye, li gor hin tirkan Uzun bi kurdî nenivîsîye, bi tirkî nivîsî ye û loma jî ew nivîskarekî zimanê tirkî ye.
Û dûra jî dom dike û dibêje, ji ber ku hemû kitêbên Uzun wergerandine tirkî û li herderê tenê wan difroşin.
Yanî kurd ji bo kara xwe kitêbên bi kurdî nafroşin, ya jî heger qediyabin çapên nuh nakin, ji dêlî wê va yên bi tirkî difroşin. Çimkî kara wan di tirkî da zêdetir e. Weke piraniya kurdan, ji bo weşanger û kitêbfiroşên kurd jî diyar e erê ”kurdî şekir e lê pere şîrîntir e.”
Lomajî ji bo wan ya girîng pere û menfaet e, kara wan di kîjan zimanî da hebe ewê kitêbên wî zimanî bifroşin.
Yusûf Kaynak bi şiklekî matmayî dibêje, rojekê çepekî tirk bi cidî jê ra gotiye Uzun nivîskarekî zimanê tirkî ye.
Dibêje herçiqs wî israr kiriye jî nexistiye serê yê tirk, ji ber ku li piyasê tenê kitêbên Uzun yên bi zimanê tirkî hebûna.
Yê tirk xwestiye bibêje, heger Uzun nivîskarekî kurd bûya, divê kitêbên wî bi kurdî hebûna.
Kaynak serpêhatiya xwe wiha didomîne, dibêje:
”Piştî gotina vî çepgirê Tirk ez bi xwe van rojan çûbûm şahîya Newrozê ya bajarê ez lê dijîm. Min di vê şahiya Newrozê de seriyek li masêya pirtûk û cd difirotin da û bi çavê xwe dît ew gotina çepgirê Tirk dibê ko rast e. Min aqil û hişê xwe wenda kir, xwîna min sar bû, ew çi rewşbû ko di masê de belkî yek pirtûkeke M. Uzun an jî yê li ser wî hatine nivîsin ne bi Kurdî bûn, çawa çepgirê Tirk ecebmayi bersîva min dabû, got: Mehmed Uzun ne bi Kurdî, bi Tirkî dinivîse, min heq da wî biraderî. Sedema vê tevlîhevbûne gorbihişt birêz Mehmed Uzun bi xwe nîne. Gava min maseya pirtûkên weşanê Kurd dît min jî guman kir ko Mehmed Uzun nivîskarekî Kurdî ye an Tirkî ye?.
Dema min weşanên Kurdî û Tirkî dît, ez gelekî xemgîn û bedbîn bûm, Kurd bi nivîskarekî ku bi Kurdî nivîsandîye serbilind dibûn, lê berhemên wî nivîskarê Kurd yên di nav rêza weşanên Tirkî de cih bigirin yek wan jî ne bi Kurdî be. Vê yekê ez xemgîn û bedbîn kirim. Belkî gelek xwe bextiyar bibînin ko berhemên nivîskarê Kurd jî hêdî gihêştine qada navnetewî û wek wan tên hejmartin, belê ez ne di wê fikrê de me. Tiştê ko min ecebmayi dît û hafiza min qebûl nake ew jî ew e ko hemû berhemên M. Uzun di stantê de bi Tirkî bûn.”
Ji bo ku em mentalîte, ruh û hestên kurdan, rewşenbîr û weşangerên kurd nas bikin, min ji nivîsa Yusuf Kaynak ev beşê dirêj girt.

Ji van rêzan jî diyar dibe ku gelek kurd çiqasî pûlperest in.
Mehemt Uzun xwedêgiravî nivîskarê kurd yê herî binavûdeng e, lê di şeva Newrozê da yek kitêba wî ya bi kurdî nayê firotin.
Miletek ancax dikane hewqasî ji ziman û nasmeya xwe bireve.
Dema ez vê xemsariya kurdan dibînim ez dimrim, dihelim. Dixwazim derkevim hewşê û biqîrim, bibêjim haho ev çawa milet e?
Lê malî û xelkê ewê bi gewriya min bigrin û bibêjin viya dîn bûye, min bibin tîmarxaneyê.
Nivîsa min ya do jî li ser vî aliyê kurdan yê zeîf bû, min gotibû, ”piraniyeke pir mezin ya kurdên bîrewer, ronakbîr û siyasî di teoriyê da kurd û kurdîparêz in, lê di praktîkê da tirk û tirkîparêz in."
Do dema kara wan di weşandin û firotina kitêbên kurdî da hebû, ew weşandin. Lê piştî demekê, piştî ku hemû kirin tirkî, êdî kara wan di çapkirina kurdî da kêm e, loma jî giraniyê didin yên tirkî.
Helbet meriv nikane wergerê qedexe bike, lê netîceya wê jî wiha ye.
Esas ji ber ku bazara kurdî kesat bû Mehmet Uzûn bi xwe, bi hewildaneke mezin hemû kitêbên xwe bi lez û bez wergerandin tirkî. Ne ku tirkan bixwe ew keşif kirin û wan kitêbên wî wergerandin, na wî bi xebat û lebta xwe, kitêbên xwe da wergerandin û xwe bi tirkan da keşifkirin.
Û nuha, piştî hemû bûna tirkî bêguman kes pênc qurişê xwe di yên kurdî nadin. Çimkî piraniya kurdan naxwazin kurd bimînin, dixwazin bibin tirk.
Û dema hestê însan ev be, ciyê ku zimanê tirkî lê hebe, ma ji bo çi kurd ê rabin perê xwe bidin kitêbên kurdî?
Ma qey dîn bûne?
Ma qey aqil berdane?
Însan ji kîjan zimanî zêde hez bike qedir dide wî zimanî, bi wî zimanî dixwîne. Piraniya kurdan jî wiha dikin, dev ji tirkî bernadin. Weke pitika ji şîr venebe, siasetmedar û ronakbîrên me jî bêyî tirkî nikanin bijîn.
Îcar piştî ku mişteriyê zimanê kurdî tunebin, weşanger jî berhemên bi kurdî çap nakin û nafroşin.
Carê kurdekî ji min ra gotibû, Mehmet Uzun di nava kurdan da ne bi kurdiya xwe, bi tirkiya xwe meşhûr bûye.
Yanî kêm kesî berhemên Uzûn bi kurdî xwendiye, yên kurdî weke sûsê kirine kitêxaneya xwe, lê yê xwendine bi tirkî ne.
Miletê ji xwe, ji zimanê xwe hez neke û qedir nedê ew nabe miletekî serbixwe, ewê tim bindest û koleyê xelkê be.
Û jixwe loma jî em koleyê mahcirên balkan û kafkasan e.
Min dixwest çend tiştên din jî bibêjim, lê pir dereng e, dibê ez rabim û herim serê xwe deynim.
Xwendevanekî di bin nivîsa min ya do da şiroveyeke balkêş nivîssîye ku tam li gor vê mijara me ye. Ezê wê jî li jêr bibidim.
Xwendevanê bi naznavê Lawikê Colemêrgî wiha nivîsîye:
"Dewleta tirk pir baş dizane ku, vê gavê ti tişt li ser erdê ji asîmîlekirina kurdan girîngtir nîne! Ev tiştên siyasî, mirina çend eskeran, xirabûna çend erebeyan, sazgehan û herwekî din qasî guyê pisîkê jî bi qîmet nîne. Tiştê muhîm piştî deh yan jî bîst salan ji kesên kurdîaxêv xelasbûn e. Wê gavê êdî xwedê jî were nikare mirovekî "esil-kurd" li dijî dewletê rake ser piyan! Gelo dê ji bo çi rabe?! Ya rast dewlet bê sebir li benda vê demê ye, zêde tiştekî nake, ji ber ku kurd xwebixwe bi çargavî berbi tunekirina zimanê kurdî dibezin û bergirtin jî bê îmkan e. Êdî ji xwe ra kirine "dîn û îman!".Kurd misteheqî dijûn û lomeyên herî xirab in.
Lê ya rast ev jî têrî nakin."

Ê qey wisa ye, heger em ne layiqî vî halî bûna van kesên tirkperest nedibûn siyasetmedar û ronakbîrên kurdan.

2 kommentarer:

  1. Gotina da rast e. Mixabin ku kitabên Mehmet Uzunî yên bi Kurdî nayên ditîn. Ji nava kitabên "Rojek Ji Rojan Evdilê Zeynikê" zuda ye li piyasayê qediyaye. Ez dikim nakim nikarim peyda bikim û bixwinim. Tenê tercumeyên wan mayin e. Lê tiştekî dî jî pir giring e. Gelemperî zû bi zû asimile dibin ne nêzikê partiyên me ne. Di demên dawî de em kuda diçin miletê me di nava xwe de kurdî diaxivin. Hinek kes hîna jî di vê mijarê de xemsar in. Lê wekî berî nîne. Lê hinek kes heye ku dixwazin partiyên me wekî dijminê miletê xwe nişan bidin. Ew tiştan ji serê heta binî şaş in û şaş jî dikin. Murado

    SvaraRadera
  2. Xalo,
    Him gotinên te u him jî yên wan xwîneran rastiya ronakbîr u partiyên kurdan tîne zimên. Bi nêrîna min, kesê ku naxwaze vê bibîne u bêsuciya partiyan diparêze, rasterast sucên wan bincil dike, him jî bi zanetî.

    Lawkê Cholemêrgî gelekî bash bi chend hevokan rewsha kambax ya zimanê kurdî raxistiye ber chavan.
    Êdî ji bo dewleta tirk tenê "dem" girîng e. Di vê navberê da chi felaket chê dibe bila bibe, ew bi vê razî ne. Bajar di bin avadê mane, zelzele chêbuye, bi hezaran mirov mirine, qet xem nake. Ew tenê dibêjin: Her tisht ji bo pishtî deh-bîst salên têne ne.

    Siyaseta xwe jî li gorî vê yekê dimeshînin.

    Silav

    Pîran Tîr

    SvaraRadera

PARVE BIKE