13 mars 2009

Azadiya miletekî bi siyaseta "nermkirinê" nayê bidestxistin 1

Dema xwendevanek, hevalek, dostek şirvoyekê ya jî rexneyekê li ser nivîseke min dinivîse, para xwe jê digrim lê di normalê da besîvê nadim.
Ji ber ku tiştekî pir normal e ku hinek jî ne bi dîtinên min ra bin û min rexne bikin.
Xwendevanekî bi navê Mamoste Ahmed li ser nivîsa min ya do şiroveyek nivîsiye û di hin nuxteyan da ez rexne kirime.
Mamoste Ahmet, heta nuha çend carên din jî nivîsên min rexne kirine, lê ez bawer dikim min tu carî bersîva wî nedaye.
Lê îcar bi destûra wî, ezê çend gotinan li ser rexneya wî ya do bibîjim.
Weke wî jî ji min ra gotiye, ez hêvî dikim ku ew jî bi vê bersîva min xwe ji min nexeyidîne û dev ji xwendina nivîsên min bernede.
Heger tiştekî wiha bibe ezê li ber kevim.
Mamoste Ahmed, di rexneya xwe da gotiye, min bi rengekî ”bêmafdar yanî bi neheqî dev avêtiye DTP-ê ” û min ”bêînsafî kiriye.”
Di nivîsa xwe da min gotibû, ”Salahattîn Demîrtaş efendî û hin kesên weke wî nexwazin ”kurdî bibe zimanê duyem yê resmî” jî, lê dewlet dikane kurdî bike zimanê duyem yê resmî.”
Mamoste Ahmed, ev rexneya min weke ”neheqî û bêînsafî” şirove kirye û gotiye ku ”ez ne abûqatê S.Demîrtaş im lê armanca wî ya wiha tuneye.”
Salahattîn Demîrtaş
ne merivekî DTP-ê yê laletayin e, ew cîgirê serokê grûba DTP-ê yê meclîsê ye û loma jî gotinên ji devê wî derdikevin gelkî mihîm in.

Merivekî wiha girîng, di beyana xwe da dibêje ”daxwazeke me ya kurdî bibe zimanê duyem yê resmî tuneye.”Berî vê beyana Demîrtaş, bi çend rojan hevserokê DTP-ê Ahmet Turk di civîna partiya xwe ya meclîsê da bi kurdî peyivî bû.
Ev axaftina Ahmet Turk, li Tirkiyê olaneke mezin dabû û çapemeniya tirk gotibû kurd dixwazin kurdî li Tirkiyê bibe zimanê resmî.
Tam di vê taftafê da Demîrtaş ew beyana xwe da, ji dêlî ku li axaftin û daxwaza Ahmet Turk xwedî derkeve û bibêje, ”helbet kurd dixwzin zimanê wan bibe zimanekî resmî û yê perwerdeyê”, got na, ”daxwazeke me ya ku kurdî bibe zimanê duyem yê resmî tuneye.”Min weke kurdekî rexne li van gotinên Demîrtaş girt û got:
” Heger kurd ewê hîn jî doza resmîbûna zimanê xwe nekin, wê dema ev şer ji bo çi ye? Wê demê hewqas xwîn ji bo çi hate rijandin?”De îcar neheqî û bêînsafiya min çiye min fêm nekir?
Heger ezê li hember dîtineke wiha jî dengê xwe nekim, ezê kînga dengê xwe bikim? Ezê çi rexne bikim?
Mamoste Ahmed gotiye, erê Demîrtaş wiha gotiye, lê armanceke wî ya wiha tuneye, ”ji bo ku rayagiştî ya Tirkiyê nerm bike ” wiha gotiye, herçiqas gotiye ”ez resmîbûna kurdî naxwzin” jî lê di dilê xwe da dixwaze.
Birayê ezîz, siyaset bi nêta di dilê meriv da nabe, eşkere û vekirî dibe, meriv çi dixwaze û li pey çiye dibê xelk û alem bizaninibe.
Û ya din jî ne tirk, kurd bi gotinên wiha nerm dibin. Dema tu tiştekî nexwaze û doza wî neke, xelk bi zor nade te.
Heger mesele ”nermkirin” be, dibê heta nuha kurdên di nava AKP-ê û partiyên din da tirk ”nermkiribûna” û anîbûna rê.
Azadiya miletekî bi siyaseta ”nermkirinê” nayê bidestxistin.
Dost û dijmin dibê baş bizanibin ku em çi dixwazin?
Ez mecbûr im nuha nivîsa xwe li vir qut bikim, dewama wê sibe ezê binivîsînim...

5 kommentarer:

  1. Xalê Zinar,

    Dinya alem nizane ku kurd chi dixwazin. Lê DTP bi xwe jî nizane. Her kesê ku tê u dikeve nav DTPê li gorî kêfa shexsê xwe siyaseteke shexsiyetperest dimeshîne u bi vê jî terre quretiya mezinahiya xwe ya zirzop dike. DTP (ji derî chend hebên wekî birêz O. Baydemir) ti carî nebuye partiyeke kurdî u kurdistanî. Ji serî heta dawiyê bi têkiliyên gundî wextê milletê kurd berhewa kiriye. Yek ji bo machên Galatasaray'ê dadikeve ser kolanan bi kecha xwe u pîroz dike (Hüseyin Kalkan'ê kemalîst!), yek dibêje em ê jî herrin machên mîllî yên tirkiyê u Anitkabîr'ê (S. Sakik), Yek dibêje Misto dahiyek bu u divê sînorên mîsak-i mîllî werin fireh kirin (Apo, A. Tugluk), yek dibêje em naxwazin zimanê kurdî bibe resmî... (S. Demirtas), yek bi hêrs dibêje ma ez kurdî bizanibim chi dibe (E. Ayna) .....

    Chiqas "dönme" u kesên cahil hene hatine di nav partiyeke kurdan da bi van ehmeqiyan qasho siyasetê dikin.

    Ma chima ji bo ku dilê tirkan kêfxwesh bikin ewqas bi vekirî pê li dilê miletê kurd dikin? Ma chima carekê jî gotineke glower nakin u nabêjin "miletê kurd di warê zimanê xwe da xwedî hin hesesiyetên însanî ye u gelekî nazik e ...". Ev nabe ne wilo?! Chiton be kurd e, bilîze bilîze herre. Kesê ku derkeve ji van bê edeban tishtekî bipirse tune!

    Ya rast kesê ku bi van bawer bike jî tune. Êdî kurdan kurdî kirine bin gorê, dewlet jî vê bash dizane. Ji ber ku siyasetmedar u rewshenbîrên "qasho" kurdan ji dewleta tirkan bêtir xayîntî kirine...

    Ez ji kurdan lava dikim, bila dengên xwe nedin DTPê (em ê jî nedinê. Heger li chiyekî vekîlekî kurdîperest u kurdperest hebe bila were destek kirin). Bi hêviya ku ewê DTP = PKK di vê hilbijartinê da sheplexa miletê kurd bixwe.

    Silav u rêz

    Eliyê Dêrikî

    SvaraRadera
  2. Kekê hêja Zinar,

    Ez jî bi tevî te di heman fikrî da me. Miletê kurd nikare dahatuya xwe li gorî kêfa Evdo binpê bike.

    Silavên germ

    Chavreshê Sêvasê

    SvaraRadera
  3. Hevalno,

    Ez di vî tishtî da ti kêmasî u chewtiyeke xalê Zinar nabînim. Bi fikra min xalê Zinar gelekî kêm jî aniye zimên. Divê xelkê kurd êdî xwe ji gotinên puch u vala rizgar bike u konkret tishtan bi dest bixe. Yê din bi temamî fasafîsoya PKKê u Apo ye. Heta ku zikê birchî têr nebe, qîmeta îdeolojiyên ehmeq jî tune. Bi zanîna min li ba miletên din îdeolojî ji bo destkeftinên mîllî têne pêkanîn, ne ji bo yên ku hene jî xera bike.

    Bimînin di xweshiyê da

    Beranê Meletî'yê

    SvaraRadera
  4. Heger hun ji min, yanî ji min Ustirelî Micho bipirsin, heta ku em kurd (hasha ji kesên hazir) quna siyasetmedarên "qasho kurd" bi ustireliya min dax nekin, ti pox jî chê nabe dînime îmanime :-).

    Himmm, em dixwazin xalê Zinar jî bikin serokê partiya xwe ya ustireliyan u wesselam, sayin lotikcîler ;-).

    De hadê ez we pêshta machî-machî u dura jî pachî-pachî dikim ellaxîme kîtabîme!

    Ustirelî Micho

    SvaraRadera
  5. Xwezka Hemu Kurd wek Birez Zinare Xemo kurdistanibane.Dinya u aleme devji yek parti,yek serok, yek ditin u baweri berdaye;le mixabin apociye(PKK/DTP)dev ji ve fanatika xwe naberdin.Jixwe weke ku wana xisar da kurdistane; tirka neda.
    Seeta TE geleki xwes.
    Merdiniye

    SvaraRadera

PARVE BIKE